Double date :3 I love that they all are wearing skirts hihih

seen from France
seen from Spain

seen from United States
seen from United States

seen from Netherlands
seen from United States

seen from United Kingdom

seen from Romania
seen from China

seen from Czechia
seen from United States

seen from United States

seen from Italy
seen from Germany

seen from United States
seen from United States
seen from Czechia

seen from United States

seen from United States
seen from China
Double date :3 I love that they all are wearing skirts hihih
I dunno if somebody else did this but I just thought of it so...
Saediyan bi du pêşangehên hevdem li Stenbolê ye
Hunermendê kurd Seywan Saediyan piştî pêşangehên xwe yên li Herêma Kurdistanê û Amed, Batman, Mêrdîn û Îzmîrê, bo cara yekem bi du pêşangehên taybet li Stenbolê ye. Seywan Saediyan dibêje ‘hesin di destê min de ji hevîr jî nermtir e.'
Pêşangeha şexsî ya peykeran a Seywan Saediyanî li Navenda Çandê ya Tophane-i Amire ya li Zanîngeha Hunerên Bedew a Mimar Sinanê 18ê mehê vebû dê heta 5ê Gulanê vekiribe. Herwiha pêşangeha hevdem a wênevaniyê ya Saediyanî jî li Chalak Artê heta 20ê Gulanê dê vekirî be û li benda hunerhezan be.
‘TIRKIYE JI ALIYÊ HUNERÎ VE Û BI TAYBETÎ JÎ DI WARÊ PEYKERAN DE WELATEKÎ KÊM EZMÛN E'
Saediyan derbarê pêşangehan de taybet ji Spûtnîk Kurdistanê re axivî û diyar kir ku peykerên wî ji serdêran re hinekî nû hatine û elaqeyeke mezin nîşanî pêşangehê dane.
Saediyan wiha axivî:
"Tirkiye welatekî ku 80 milyon mirov lê dijîn û cografyayeke pir fireh e lê mixabin ji aliyê hunerî ve û bi taybetî di warê peykeran de welatekî kêm ezmûn e. Ji ber wê jî dema çend rojên ku ez li galeriyê bûm beşdarên pêşangehê nêzîkatiyeke wan a ligel berheman çêbû, ji berheman hez kirin. Ev yek ji min re normal hat, ji ber ku min berê jî li gelek bajarên mezin û navçeyan û heta li gundan jî pêşangeh vekiribûn, min ew nêzîkatî û hestiyariya gel û peykeran a bi hevdu re tecrûbe kiribû, tiştekî nû nebû lê ez ji ber eleqeya xelkên mezintirîn bajarê Tirkiyeyê Stenbolê kêfxweş bûm."
Di sêwirandina peykerên xwe de tu hesin, hesinên jengarî ango xurdeyan bi kar tînî, fikreke wiha ji ku derket? çima hesin û çawa dibe materyaleke berk a weke hesin di destê te de ew çend ‘şayîk' dibe, dibe mîna hevîr?
Hunermend Saediyan, "Bi awayekî semîmî bibêjim ku di destpêkê hilbijartineke min a taybet tune bû. Ez bi xwe jî nizanim bê min çima ev materyal hilbijart û zêdetir bi wê dixebitim. Bi giştî jî di peykervaniyê de ji xwe materyal pir kêm in, belkî hemî materyalên peykeran nagihîjine hejmara tiliyên du destan. Ji ber wê jî li gorî min qet ne girîng e bê peykervanek bi çi materyalî dişixule. Bi ya min ya herî girîng ew e ku peykervan çawa dikare bi vî materyalî bişixule. Ew jî berî her tiştî xweperwerdekirina hem hundirîn, hem fikrî, felsefî û hem jî teknîkî ya şexsê peykervan e. Li ser vê bingehê ez gelek caran jî dibêjim, ez materyalan weke tîpên alfabeyê dibînim, bo mînak alfabeya îngilîzî 26 tîp e lê bi sedan, bi hezaran nivîskarên mezin û fîlozof hene ku wê bi kar tînin, herwiha xwendevan û kesên jirêze jî wê alfabeyê bi kar tînin; di vir de ya girîng ne hejmara tîpan e, ya girîng şêweya bikaranîna kesan e. Di peykeran de jî mijareke wiha heye, ya giring ew e ku tu wê materyalê bi çi awayî û bi şêweyî bi kar tîne."
‘BI HESIN KÎJAN FORM Û KÎJAN HESTAN BIXWAZIM DISÊWIRÎNIM'
"Nêzîkatiyeke pir xurt ligel hesin hest dikim, bi taybetî jî bi hesinên kevin û jengarî; ez pirr ji wan hez dikim, nêzîkatiyeke min a kûr pê re heye, çawa ye ez jî nizanim. Wekî çêbûna forman jî, ji destpêkê ve dilê min rehet bû, tiştên ku dilê min dixwest, di wan form û figûr, ew portretên ku min dixwest de ji kîl û ji herriyê bêhtir hesin bersiv dida min. Lewma gelek caran wekî henek jî ez dibêjim hesin di destê min de ji hevîr jî nermtir e. Lewra bi hesin kîjan form û kîjan hestan bixwazim disêwirînim."
‘GEREK LI ROJHILATA NAVÎN ŞOREŞEKE ÇANDÎ Û HUNERÎ ÇÊBIBE'
Saediyan teqez dike ku mijarên xebatên wî piranî şer e û ew bi xwe jî kesekî di encamdana van şeran de bûye penaber û niha li Amedê dijî, "Mijarê xebatên min şer e û ez bi xwe jî ev 17-18 sal e penaber im û ji welat û malbata xwe dûr im. Gava min çavê xwe vekir şer hebû. Ji ber wê jî ew mijara şer bo min pir bi êş e, bi taybetî jî li Rojhilata Navîn. Ez dibînim bê ûjdaniyeke pir mezin, li aliyekî Amerîka û welatên Ewropa heye. Ew çekan difiroşin û tu carî ne xema wan e kî tê kuştin; jin tê kuştin, zarok tê kuştin, malbat têne wêrankirin, gund û bajar têne şewitandin; ew bi tenê berjewendiyên xwe li aboriya xwe dinerin. Aliyekî din jî nezanî ehmeqtiya rêveberên Rojhilata Navîn e. Li Rojhilata Navîn di nava welatan de; li Îran û Iraqê, li Iraq û Qûwêtê, destwerdana Amerîka û welatên Ewropa, Bihara Erebî, Şerê Sûriyê çêbû; bêyî ku sedemeke wê hebe şer dikin, tevî jin û zarokan bi milyonan mirov têne kuştin û tu kes jî nizanê bê çima têne kuştin. Di navbera gelan de nefretê parve dikin. Ez ji vî şerî û ji vê nefretê nefret dikim. Ez hêvîdar im ev şer bi dawî bibe. Ji bo wê jî gerek li Rojhilata Navîn şoreşeke çandî û hunerî çêbibe. Ew pir pir girîng e. Bi tenê em dê bi vî awayî ji van rojên giran xilas bibin."
Di peykerên te de biryardariyek heye, israrek heye. Herwiha îroniyek jî. Bo nimûne, peykerê mirovê berasteng; nigekî xwe ji dest daye lê hêj mîna Peykerê Azadiyê (Statue of Libery) yê li New Yorkê xetîrek (meşaleyek) di dest de ye û wê xetireyê bi biryar berz û bilind dike.. Dîsa peykerê jina reqsvan. Bi dehan fişek lê ketine lê hej wekû gelek şa ye û direqise.. Herwiha peykerê şah ê li devê derî.. Şah e lê destgîrkirî ye û ne li ser textekî ye li devê deriyê derve yê pêşangehê ye. Mebesta te ji vê yekê çi ye? Bi giştî kana vê biryardariyê çi ye gelo? Daxwaza azadiyeke teqez. Wekî din tu dikarî hinekî behsa vê biryardariyê, vê israrê û paşxaneya wê bikî?
‘PEYKER CARINAN JÎ ACIZÎ Û BÊZARBÛNÊ RE BERSIVEK E'
"Ew tişta ku tu wekî ‘biryar', ‘israr' bi nav kiriye û yan jî ew îronî.. Ew jî beşeke ji rastiyê ye. Li gorî hestên mirov, rewşên giştî yê civakî, siyasî û cîhanî hestên mirov jî têne guhertin. Ji ber wê jî gelek caran mijarên cuda dertên. Hin caran mijarên ku weke îronî têne xuyakirin asas pir tirajîk in. Gelek caran jî ku ez aciz dibim, bi taybetî jî ji rêveberên berê û niha yên çand û hunerê li Amedê, ez peykerê zarokekî çê dikim ku dimîze, ê xwe ez bersiveke wiha didim! Biryarên wan ji min re ewqas girîng in yan! Peyker, carinan jî acizî û bêzarbûnê re bersivek e. Ji wan kesên ku ji çand û hunerê, bi taybetî jî rêveberên çand û hunerê yên nezan re bersivek e. Rast e, gelek peykerên min ên wiha hene. Bo mînak bibêjim wekî îronî yan jî karîkatûr têne xuyakirin. Peykerekî din heye ku ew niha ne li pêşangehê ye, gêncekî ku çenteyê kesekê dizî ye, te dî tirk jê re dibêjin ‘kapkaç'. Di demeke diltezîn de li hember vê zilm û bê edaletiyê min ji bo Keça Şingalê peykerekî taybet çêkir. Peykerekî din heye bi navê Cemîlê. Cemîle, dayîkeke ku cenazeyê zarokekî di destê wê de ye. Ew dayîk sembola hemû dayikên ku zarokan wan di şerê Rojhilata Navîn de bûne qurbanî. Herwiha gelek peykerên min ên din jî hene ku direqisin, dileyizin, parsekiyê dikin. Bi vî awayî mijarên cuda çêdibin ku beşek jê nostaljîk ne. Ew nostaljiyên zarokatiyê… Dema ku em zarok bûn, em dileyîstin; bafirok bûn, erebok bûn, gelek tiştên din. Yanî niha ez wan pêlîstokên zarokatiyê careke din, bi formeke hunerî çêdikim. Ez semîmî bêjim gava ku ez rûdinêm peykerekî çêdikim, pir kêm e ku serê pêşî mijara wî diyar bikim. Ez pê dileyizîm, çawa ku dema zarokatiyê me bi dar û text û heriyê dileyist, ez aniha jî pê dileyizim. Gelek caran min gotiyê cudahiya wê leyîstikê ew e ku gerek ew leyistik paşxaneyekê we yî xurt; hizr û ramanî, felsefî, edebî û ji her tiştî girîngtir teknîkî hebe."
(Seywan Saediyan)
SEYWAN SAEDIYAN KÎ YE?
Seywan Saediyan di sala 1972an de li Mehabadê hatiye dinyayê. Perwerehiya xwe li Tehran, Bokan û Sînê temam kir. Li Herêma Kurdistanê li Zanîngeha Silêmaniyê beşa nîgarê der çûye. Saediyanê ku ligel peykersaziyê, bi illustrasyon, fotograf, edebiyat û sînemayê re jî elaqedar e; heta niha gund û bajar jî tê dê bi dehan pêşangehên şexsî li dar xistine. Saediyan ji 2014an û bi vir ve li Amedê dijî.
*Ev hevpeyvîn cara ewil di Spûtnîk Kurdistanê de hatiye weşandin. (30/06/2018)
PARASOMNIA - HUNER (PROD. JSEPH)
bêndera çandê - 118/124
118. referandûma serxwebûna kurdistan
25ê vê mehê malum referanduma serxwebûna kurdistanê heye. gelê başûr dê biçe ser sindoqan û biryara xwe bide bê ka serxwebûnê dixwaze an na. ez weke kurdekî bakur, weke xwendevan û bloggerekî kurd vê biryarê gelek gelek girîng û tarîxî dibînim. heke dengekî min hebûya teqez dê belê bûye. çimkî serxwebûn, xewn û xeyala bav û kalên me bûye. serxwebûn, xwen û xeyala me ye jî. bere bajarek be, bere gundek be, bere yê me, bere serbixwe be.. lewma bêyî ku dudilî bibim dibêm “belê” belê, belê hezar car belê. bo serxwebûna kurdistanê belê. kurdno merdino.. pir xweş e serxwebûn..
119. 15. bienala stenbolê
bienala îsal a ku bi navê “cîranekî baş” tê li dar xistin û kuratoriya wê hunermend elmgreen & dragest dikin 16ê îlonê dest pê dike heta 12ê cotmehê dê dewam bike. bienala stenbole yek ji girîngtirîn û balkêştirîn bienalên dinyayê ye. hemû çalakî belaş in û ji tevahiyê hunerhezan re vekirî ne.
mekanên bienalê ev in û nêzîkî hev in: istanbul modern, galata özel rum ilkokulu, pera muzesi, ark kultur, kuçuk mustafa paşa hamami û sanatçı sutudyosu ne. di bienala ku li van mekanên navborî tê li dar xistin de, tevî pêşangehan, bernameyên filman, panel û gutugo jî hene.
*
bo agahiyên berfirehtir, bo destpêkê hunera hevçerx: term û têgeh, çavkanî û çend hunermendên kurd binere ‘‘bêndera çandê xala 60î’’
her wiha hun dikarin li vê malperê binerin: http://15b.iksv.org/tr
120. di dîrokê de jevrenivîsîna herî kurt
bi qasî ku tê zanîn jevrenivîsandina herî kurt di sala 1862an de di navbera victor hugo (1802-1885) û weşangerên wî de derbas dibe. dema ku sefiller weşiyaye hugo di seyahatekê de be bûye û meraq kiriye bê ka elaqa gel bo kitêba wî çawayê. lewma telgrafek şandiye. di telgrafê de tek qerekterek hebûye: “?”
weşanger jî bi heman şêweyî bersiv daye û xwestiye bibêje elaqe û teveccuheke zêde bo kitêbê heye. lewra bersiv tek qerekterek bûye: “!”
121. li vê darê dinyayê..
herî zêde min ji bavê xwe hez kir. can yucel *
herî zêde min ji diya xwe hez kir. abdulkadir budak *
herî zêde min ji xwe hez kir. baki ayhan t. *
herî zêde min ji kurman‘ciya’ xwe hez kir. m.o
122. ji qinyata dilan re hikyatek:
yalçin kuçuk radigihîne: li mulkiyeyê (navê wê yê niha bûye ankara uni. sbf) salên xwendekariyê.. li mulkiyeyê şev û rojên helbestê dihatine li dar xistin. carekê gazî şair ilhan berk kirine. ilhan berk di gotûbêja xwe de got ‘kevir ket’ ne helbest e ‘kevir firî/bi firê ket’ helbest e.. hetta polis tên ji yalçin kuçuk dipirsin “ev arqaaş dibêje kevir mevir firîn filan.. ew komunist e gelo?”
*
gelek ji me bûne ew şa‘irên ku dibêjin ‘kevir ket’ mixabin û ji me kêm kêm kesan li awayekî din ên ve/gotinê geriyan/digerin. helbûkî edebiyat ji zêdekirin û geşkirina derfet û şêweyên nû yên ve/gotinê pê ve çi ye?
123. fanzîna biçûkêd kurmancan
biçûkê kurmancan fanzineke helbestê ye. yekê îlonê hejmara xwe ya yekem belav kir. bi qasî ku em ji pêşgotinê hîn dibin fanzîn, bi hevkariya çar kesan derdikeve: tozo refîkzade, peyameddîn mikemmelij, teyrik oksîcan û meyra cîmeylê.
*
helbestkarên biçuked kurmancan di pêşgotina xwe de destnîşan dikin ku “helbesta ku îro tê nivîsîn zêde statîk û stabîl e û ewçend jî dîdaktîk e.. ti nîşane, ti hewildan, ti dînamîzm, ti heyecan tê de nemaye .. qîma xwe asta edebî a heyî nayênin û ew ji vê yekê muzdarîb in lewma ew dest pê dikin kovarokekê wiha derxin.” bi qasî ku dibînim daxwaz û armanca helbestnivîsîneke din dikin. helbestên di fanzînê de wekû nîşaneya vê yekê bin. helbestên kovarokê piranî îronîk û tinazker in, ceribîner, nûjen in, bêperva û wêrek in. her çiqasî beriya wan fanzîn derketibin jî, biçuked kurmancan, di rastiya xwe de fanzîna ewil a kurmancî ye bi ya min: çimkî bi rihekî amator û samîmî derdikevin. bi îddiayekê û mîsyonekê derdikevin ku ev mîsyon nûjenî ye. bi awayekî serîhildêr û hilweşîner derdikevin, qîma xwe bi rewşa niha nayênin. tevî vê yekê weke gelek fanzînan li ser netê belaş têne xwendin.. ew dê çiqasî bi ser bikevin nizanim lê ez ji hewildan û teşebbusên wiha hez dikim. ez ji biçûkêd kurmancan yên wiha wêrek û jixwebawer hez dikim. ez ji xebatên wiha experimental (deneysel) û nûxwaz hez dikim. hêvîdar im ku aksiyonekê bîne helbesta me. bi meraq li benda hejmarên dî me. ez li ser navê xwe, weke xwendevan û xemxwirekî helbestê kêfxweş bûm bi vê hewildanê.
*
mirov dikare biçuked kurmancan ji vir bixwîne: https://issuu.com/bicukedkurmancan/docs/bkrupel
124. pêşniyarî
redur dîjle, kesek, lîs
elîxan loran, dinozor, lîs
dîlber haco, emîna, avesta
mihemed ronahî, kûçikîstan, avesta
hişyar aydin, mehtok, belkî
bahoz baran, ferhenga bişaftinê, wardoz
03092017
bêndera çandê -88/95
88. sait faik ji kitêba xwe ya bi navê luzumsuz adam û bi vir ve li hemberî gihîneka ''ve''yê, yanî ''û''yê şerek daye dest pê kirin, heçku sond xwaribe 'û'yê bikar neyîne. di vê yekê de bêguman tesîra nurullah ataç jî heye. ataç heta ji destê wî dihat di nivîsên xwe de gihîneka û yê bikar nedianî. dîsa ji nivîsakaran jî temî dikir ku heta ji dest wan tê ''û''yê bikar neyînin, hetta ji lugata xwe derxînin. ji ber hindê ji 14 çîrokên di kitêba luzumsuz adam de bi tenê di 5'an de ''û'' heye, ew jî bi giştî 7-8 heb, dûbare dikim h-e-f-t h-e-ş-t heb. nav ne lazim min di çîrokek kurmancî de -tev de 2 rûpel- xwendibû, tê de 20-25 heb daçekên şibandinê mîna/fenanî filan hebûn. di civatekê de min sedema vê yekê ji nivîsakarî pirsî, nivîskar go ji ber çavê min reviyaye, dîsa camêr go ligel ku di kunyeya kitêbê de navê edîtorekî heye jî mixabin li kitêbê tu edîtorî nehatiye kirin.
89. dema ku em kitêbên çapkirî bigirine ber çavan ên ku herî zêde bi kurmancî helbest nivîsîne: cegerxwîn (10 dîwan), fêrîkê usiv (3 cîld), ehmed huseynî berhemên giştî (2 cild) û yê ku herî kêm nivîsandiye o.f.baran e (bi tenê 35 rp.)
90. her tim behsa helbestkariya kanuni siltan silêman (muhibî) û fatih siltan mehmed (avnî) tê kirin. lê ez bawerim ji me kêm kêm kes dizanin ku perto begê hekarî (sedsala 18.-19.) yek ji mîrê botan bû, dîwaneke wî muretteb heye yek ji helbestkarên mezin ên kurdan tê hesibandin. mirov dikare bibêje ku mîr û begê kurdan jî bi edebê re eleqedar bûne, piştevanî û pêşengiya helbestê kirine û her wiha dîwanên qerrase nivîsandine: ji dîwana perto beg du riste:
ji frengan bike bawer ji te ra sondê tixwim / lê ji wan turkê siyehbext tu eyman meteleb * perto ji mîr û paşan yek qirş nîne minnet / hîna hebit ji canan yek zerreyê ‘inayet.
91. Petrarca (1304-1374) dema dimeşiya bo ku tiştên bêne bîra wî binivîse tim bi çakêtê çerm -malum berê li ser çerm dihate nivîsin- digeriya. sergey yesenin (1895-1925) rista xwe ya dawî bi xwîna xwe nivîsandiye, nazim hikmet (1902-1963) helbesteke xwe li sermilê gomlekê xwe nivîsandiye, dîsa vakî ye fatma savci (1974-...) helbestên xwe yî ewil li ser pelên cixarê, kawa nemir (1975-...) helbesteke xwe li ser perdeya metbexê nivisandiye.
92. rojek ji rojan: 26'ê gulanê li bahçeli salon a cezayirê danasîna romana dawî a jan dost (1965-...) kobanî hebû. hema bê hemû nivîskar û xwendekarên guzîde ên stenbolnişîn li wir hazir û nazir bûn. tevî hemû reşkirin û qerepereyan dîsa jî xwîneran elaqeyeke mezin bo jan û romana wî kobanî dan. min hêca bi tenê çavek li romanê gerandiye lê dikarim bibêjim ku niha çawa em behsa dublin a joyce, paris a balzac, london a dickens, istanbul a pamuk dikin em ê siberoj behsa kobanî ya jan dost bikin, qet nebe ez ê behs bikim.
93. xalnîşan: bi ya ferit edgu û semih gumuş di pexşanê de, nexasim di roman û çîrokan de weke xalnîşan xal û bêhnok bes in, xalnîşanên din neyîne bikar anîn jî dibe. ez jî wisa difikirim, bo pexşanê bi tenê xal û bêhnok/nokta û virgul kâfî ne. * ülkü tamer gelek ji bêhnokê (virgul) hez dike, li ser vê xalnîşana jirêzê û besîd helbest jî nivîsandine, hetta navê kitêbeke wî virgulun başından geçenler e. duriste ji kitêbê ''bêhnokê eferî ji te re / tu gelek girîng î'' * aziz nesin ji ber ku e ev her du xalnîşan ''...'' û ''!' sê xal û bangnîşan nakevine îlan û peymanên şer û her wiha belgeyên fermî herî zêde ji wan hez dikir. bi ya nesîn ev herdû xalnîşan têketina van belgeyan dibe ku aştî saz bibûya.
94. rewşenbîrên famkor: zana ji rojname, kovar û malperan hîn dibin; rewşenbîr jî kîtab û ansiklopediyan.. rokê qaşo rewşnebîrek şahidî buyerekê wiha dibê: du ‘eşîr/kom/qebîle hatine hemberî hev. ‘eşîrek tîrkevanekê dide a din, ew jî radihêje wê û bêdela wê de morikekê didiyê. rewşnebîrê famkor dibê ‘’hmm! di navbera herdû qebîleyan de danûstendina serbiser (takas usulu) heye.’’ helbûkî li gorî ‘erf û edetê wan mesele ne wilo ye, halo ye; qebîleyekê bi tîrkevanê re daxwaza xwe ya şer eşkere kiriye, qebîleya din jî bi morîkê ev yek teqez û qebûl kiriye.. wekî ji vê anektodê jî tê xuya kirin gelek caran rastî û halûmesele ne weke ku mirov dibîne, tevlîhev û qomplîke ne. gelek rewşnebîr – ya rastî ku qaşo rewşenbîr- bi vî hawî digihine hukmekî û dikin qalûceng. lewma zêde guhê xwe nedine rewşenbîrên halo.
95. huner mimesis (teqlîd) e. aristoteles * huner berxwedan e. gilles deleuze * huner divê şidetê ji holê rake, encax ew dikare rake. tolstoy * huner çek û çeper e. sebrî botanî * gelek caran bi min wisa tê ku ji hunerê pê ve her hewildan badilhewa ye. m.o
02062017
Di çalakiyên hunerî yên Stenbolê de cihekî berbiçav ên hunermendên kurd heye
Di Artİstanbulê Feshaneyê de jî, piraniya wan ciwan, berhemên hunermendên kurd jî cî digirin.
Li ser vê mijarê em bi kurator û rexnegirê hunerê Mahmut Wenda Koyuncu re axivîn. Raporta min a nû di bernameya Heftreng a Lukman Ahmad ya li ser VOA Kurdi (Dengê Amerîka) belav bû.
#art