bêndera çandê - 73/79
73. kovara çirûskê
cemil meriç: ‘’pirtûk zêde cidî ne, rojname lakayd/bêberpirsyar in lê kovar keleha ramanên azad in.’’
kovara çirûskê ku yek ji kovarên wêjeya kurdî bû li bakur, mixabin hate girtin. ji 2007'an ta niha 30 hejmar derket. gelek nivîskar û şaîrên ciwan cara pêşî di çirûskê de nivîsîn. ez jî yek ji wan kesa me. cara pêşî di 2012'an, dûre 2016 û herî dawî ji di hejmara dawî de xuya bûm. ji ber ku -pir pir biçûk be jî- lêzedekirina min li kovarê bûyê kêfxweş im lê ji aliyê din ve ji ber ku kovar hate giritin li ber ketim, xemgîn im bi rastî. belê, çirûsk hate girtin lê bi hêviya ku çirûska nava me, çirûskê di dilê me venemire û her û her geş bimîne. bo 30 hejmarên têrûtije spasiya cenabê rênas jiyan dikim. oxir be çirûsk.
74. aziz nesin gotibû ‘’ji çaran pêncê me helbestkar in.’’ * evliya çelebî di seyahatname ya xwe de dibê: “li mizgefa mezin a diyarbekirê piştî nimêja înê rasgele yekî hembêz bikin, ew kesê wê hembêz kirî ya nivîskar e, ya jî helbestkar e”
75. arşîva trtê
trt’ê ji destpêkê û hema bê heta niha arşîva xwe a 49 salî dijîtalîze kir û bi gel re parve kir. dîmenên gelek balkêş hene. çend qeydên ku min ji bo we hilbijartin ev in:
cemal sureya: http://www.trtarsiv.com/izle/84733/cemal-sureya-nin-siir-anlayisi
edip cansever: http://www.trtarsiv.com/izle/82618/edip-cansever-in-1975-1976-yayim-donemi-eserleri
behçet necatigil: http://www.trtarsiv.com/izle/98877/behcet-necatigil-e-gore-siir
a.muhip dıranas: http://www.trtarsiv.com/izle/83555/ahmet-muhip-diranas-in-fahriye-abla-siiri
76. rojek ji rojan
her însan parîkî ronahî ye; hin însan hene mîna çirayekê ne, hin însan tê be qey fanos in, hin însan enterîk in, lêlî belê hin însan jî hene şems û qemer bi xwe ne. ji sikakê jinikek derbas dibe. rûdena wê safî ronahî ye. tu bi baldarî lê binêrê, rûyê jinikê dişibe nusxayeke mesnewiyekê, çend xal û xet jê kêm in lê dîsa jî têra xwe balkêş û xweşik.
77. ji ferhenga biwêjan a mustafa borak çend biwêjên xweş (wş.enstitûya kurdî ya stenbolê, 2014)
bêzar û bêziman (bûn)
biharê girt û lê kir, payîzê jê kir
biharê pez, payîzê rez, zivistanê ez
gulan e, şimgîniya dasan e
hesp ji dest çûye, bi pey hefsar ketiye
dilekî na bi heft dilan
pirtûka reş xwendin
ji siya xwe sil bûn
mîna teyrê sîmûrê pirtikandî bûn
xemê xwe danîn ber serê xwe
xweşkelam bûn
78. zer a kazim öz
vê şemiyê nîhayet min derfet dît û min li atlas pasaji li fîlmê kazim öz, “zer” sêr kir.
fîlm bi risteya cemal sureya a ku dibê “tarih öncesi köpekler havliyordu” vedibe û bi strana zerê diqede.
bi kurtî mirov dikare bibêje fîlmekî rê ye, filmekî vegerê ye. lehengê sereke jan (nik xhelilaj) li parîsê jidayîk bûye, ji ber karê bavê yê bankacî li emerîka dijî û di beşa muzîkolojiyê de xwendekar e, jiyaneke wî yî rûtîn dijî. dapîra wî zarîfe xanim nexweş e û ji bo tedawiyê ew anîne emerîka. jan li nexweşxanê demekê ji dapîra xwe re refaqatiyê dike. dema li ba pîrika xwe ye, pîrika wî jê re stanekê dibêje û sibetira rojê dapîra wî dimire. ev yek dike ku jan li dû çîrok û serpêhatiya stranê têkeve rê û reçikên dûrûdirêj. jan tevî hînbûna çîroka stranê hînî heqîqeteke xwe yî biêş û jan jî dibe.
li gorî min zer, bi rêwitiya xwe yî dûrûdirêj, bi dîmenên xwe yî rengîn, bi erdnîgariya xwe yî çetîn, bi hêmanên xwe yên surreal, bi vegotina xwe yî çîrokî/dasîtanî yek ji fîlmên herî xweş ên van salên dawî ye. bi rehetî dikarim bibêjim ki kazim oz piştî, toprak, uzak, bahoz û belgefilma dema şewaxan bi fîlmê zer li xwe zêde kiriye. kêfa min gelekî jê re hat. ez bi meraq li benda xebatên wî yên nû me.
79. min nîyet heye van kitêbên nû bixwînim, pêşniyarî we jî dikim hevalno:
şêx ehmedê feqîr, dîwan, nûbihar.
şener ozmen, xeyb, lîs.
kawa nemir, morana gerdûnê, lîs.
abdullah ataşçı, kimse bilmesin (toplu öyküler), everest.
ercan y yilmaz o öyle olmadı,sel.
mehtap ceyran, mevsim yas, sel.
zafer ekin karabey, şubatta saklambaç, mayıs yay.
30/4/17 yenibosna











