GELO PERE DIKARE MIROV BIGUHERÎNE?
Li ser dewlemendan gelek lêkolîn hene ku dibêjin ew çikûs in û bawerî bi wan nabe. Gelo rast e? Helbet ev tişt hatiye serê her kesî. Gava hûn bi hevalên xwe re çûne xwarinekê an jî vexwarinekê, dem tê dayîna heqê wê. Wê demê kesê herî zengîn ê wê komê ji hemûyan derengtir destê xwe diavêje berîka xwe. Gelo çikûsî wan zengîn dike an jî ji ber ku zengîn in çîkûsiyê dikin? Ev mijareke telîhev e. Di lêkolîneke sala 1993an de lêkolîneran ev tişt dîtibû; kesên ku di beşa aboriyê de dixwînin kêmtir alîkariyê didin weqf û komeleyan. Her wiha xwe zêde nêzîkî alîkarî û piştgiriyê nakin. Li gorî perwerde û beşên din, xwendekarên din her ku nêzî mezûniyetê dibûn zêdetir camêr dibûn, lê xwendekarên aboriyê zêdetir çikûs û timakar dibûn. Helbet ev rêjeya kêm-zêde ye, lewra hin xwendekarên xêrxwaz ên aboriyê jî hebûn. Şaşiyên xwe qebûl nakin Li aliyê din di lêkolîneke Zanîngeha Californiayê de pirseke cuda hat kirin. “Gelo di Tîtanîkê de kî zêdetir heq dike li botên xilaskirinê siwar bibe?” Kesên dewlemend bi piranî gotin “em heq dikin.” Lê li gorî lêkolînan, piraniya dewlemendan xeletiyên xwe qebûl nakin û dibêjin em her tim çêtir dizanin. Lê ew kes beriya ku beşdarî vê anketê bibin zengîn bûn. Dibe ku ew ne ji ber zengîniya xwe wisa dikin, ji ber ku çikûsiyê dikin zengîn in. Li ser vê mijarê lêkolîneke din jî hat kirin. Di vê lêkolînê de 10 dolar hatin dayîn her kesên di komê. Piştre ji wan hat pirsîn ew ê çiqas ji wî pereyî bidin hewcedaran. Read the full article











