100 KUŞTIN Û KOMKUJIYÊN MEZIN ÊN DÎROKA MIROVAHIYÊ
Dîroka mirovahiyê, ji beriya zayînê heta piştî zayînê xwediyê rûpelên gelek tarî ye. 100 bûyerên herî xwînrêj û kujende yên 2,500 salan hatine birêzkirin. Bi berhevkariya nivîskar û lêkolîner Matthew White hemû bûyer wek kronolojîk û grafîk hatiye berhevkirin. Di dinyayê de beriya Şerê Duyem ê Cîhanê bûyerên herî xwînrêj ji aliyê moxolan ve hatine derxistin. Cengîz Xan tenê bûye sedema kuştina 40 milyon kesî. Yek ji xelefên wî Tîmûr kujerê 17 milyon kesî ye. Li gorî agahiyên dîrokî moxolan bi tena serê xwe bi qasî Şerê Duyem ê Cîhanê însan kuştine. Niha li gorî rêje û rêzeyê 100 bûyerên herî xwînrêj ên dîroka mirovahiyê hene. LI SER GRAFÎKÊ TÊBINÎ Hejmara kuştiyên ku ji 7 milyonê kêmtir e wek nivîs di binî grafîkê de cih digire. Ji kerema xwe heke navê bûyerê di nav qutiyan de nebe di binê grafîkan de li gorî serdema xwe cih digire. Heke navê şer û bûyerê hebe ew tê maneya kesên ku têde hatine kuştin, heke navê fermandar û pêşangen hebe ew nîşan dide ku ew kes an bûye sebeb an jî bi xwe daye kuştin. SERDEMA ANTÎK (B.Z. 500 – P.Z. 476) Di wê serdemê de dewlemendî çandinî an jî tiştên berbiçav bû. Helbet ji ber vê yekê jî şerên giran çêdibûn. Aliyên ku dixwestin çavkaniyên mezin bi dest bixin li dijî hevdu şerên mezin didan destpêkirin. Lê şerên wê demê bûn sedema tunebûna çandiniyê, xebatkarî û mirina însanan. 19. Ragihandin û Hilweşîna Împaratoriya Romayê ya Rojava - 7 Milyon (395 B.Z.-476 B.Z.) 25. Sê Keysertiyên Çînê - 4.1 Milyon (189-280 B.Z.) 28. Read the full article











