Tu gelek li benda nameyeke min mayî, ez dizanim. Lê seranser salek e min û helbet te şîfreya maîlê ji bîr ve kir. Ez çend ketim pey jî min bi dest nexist. Heta îro jixweber hema şifre hat hişê min. Min navê te û navê xwe li kêleka hev nivisand û maîl wek tiştek mûcîzevî vebû.
Ev saleke min ji vir bo te nenivisandiye, wext çi zû derbas dibe ne wisa. Belkî jî dem û dewran bi hezkirina te tije ye j imin ra her wisa zû derbas dibe tê.
Axir vayê ez li vir im û li benda te me.












