Divê ez xwe bigihînim lîstika şanoyê. Zêde wext nema. Xwe berdim vê kolanê tu bê ez zûtir neçim. Na, na niha li wir hemû dikandaran rêya meşê bi maseyan tije kirine. Ca li saetê binêrim. Ha, hê maye yaw ez bi rehetî dikarim xwe bigihînim. Min xwe negihandayê baştir nebûya. Bi vê zikê birçî lîstika şanoyê tê temaşekirin. Hem ewqas biha ye. Sîh milyon. Têra xwarina min a rojeke û cixareya min dike. Ji xwe ev bû sê meh ez ji kar hatime qewirandin. Gerçî min tazmînateke baş stend, hemû deynên xwe yê ji bankeyê bo zanîngehê stendibû xilas kir. Ser de gelek pere ji min re ma. Lê wek misîna li ser agirê gur hatibe bîrakirin ava xwe kişand. Niha nanoziko xwe îdare dikim. Ez ji malê re bibêjim ji kar derketime dê ji min re pere bişînin lê dilê min naxwaze bikeve toqa wan.
Gelo vê kolanê bû? Ka binêrim, qet nevxêr tebeleyeke jî danenîne. Google meps vê der nîşan dide. Nizam min piskivêtekî bistanda. Xurexura zikê min e. Di vê kolanê de tu dikaneke tune ye bo xwarinê tiştek bikirim. Hê deh deqe maye. Li van nêzan gere cihek hebe. Bistînim wisa werim. Ya herî baş vegerim, li serê kolanê bûfeyeke hebû, herhal biha nîne. Of, ezê vê palê çawa derkevim cardin. Ha, vaya li vir e. Bihayê nenivisandiye kurê kerê. Ya baş Negro ye. Meriv pir tî nake, hewce namîne av jî bistînim. Tira min dike yek, na, li Eti Cin wisa nenêre. Joleya wê wek benîşt e. Nayê xwarin. Negro bes e. Temam bes e bes e. Qene zû herim belkî ji bo cixareyeke jJî dem ji min re bimîne.
Ez ewqas birçî me, nikarim pakêtekî piskivêt xilas bikim. Dev jê berde, paşê nan bixwim. Zikê xwe tije nekim bi van. Ay niha dest pê dike şano. Xwedikirê min bilêt berê stendibû. Neyse, bila cixare bimîne. Ji xwe bîna wê nayê kişandin. Him min benîşt jî nestend. Kesa li kêleka min rûnê çawa bide çêra.
Ha, way temaşevan hê dikevin hûndir. Çend kes di sirê da ne. Gelo kes nehatî ye. Tabî, tu bilêtê ewqas biha bikî kes nayê. Eyna wan jî çi qirêj e. Ez nizanim ji bo çi Kulîlkeke zûha bûye danîne guldanka ber wê. Na, yaw ev şanoger ecêp in. Navê vir çibû?. Nehat hişê min. Çibû? Ha Kumbaracı50. He tamam, jixwe navê kolanê jî Kumbaracı nebû. He, mesele ev e. Ê Disko 5 Nolu lîstika Şermola nîn e? Neyse, perê xwe stendin. Ji bo min firq nake.
Hadê, hadê bimeşe. Ooo her kes cihê xwe girtiye. Ha way li rêza para sandelyekî vala maye. Of de bimeşe. Hih we jî ji xwe re cîh dît. Neyse sandelyeya herî para hê vala ye. Yek, du, sê, ma du gav. "Erê hevalno em niha dest bi lîstika xwe dikin." Ka bisene lo, ez hê rûneniştime, destpêkirina çi. "Lîstikvan ez bi tenê me." Ew jî tişt e, sandelyekî tenê vala maye. Mesele ev e. "Niha ronahî bê girtin, demek baş ji bo we." Hey, hey hineke hêdî be. Ay ez kulimîm. Min di gora bavê te gaw. êêê? Sandelyekî tenê lê em du kes li pîya ne. Ca, erê weleh tenê cihek vala ye. Of ev ji ku derket? Ji bona xwedê ev çi ziqûm e.
"Na, na rica dikim tu rûnê" Erê tu rûnê lê ez çi bikim. Naaxive jî ev keçik, bi destê xwe nişan dide. Keçik nizam çima rûnanê. Heyra ji xwe sandelyekî vala maye û em du kes in. De naziya neke rûnê. Hah lîstik jî tam di dema xwe de dest pê kir. Law win kurd ji kengê de tiştek di dema wê de dikin? Ev jî şansê min e. "Ger bixwazî em dişên bi hev re rûnên?" Çawa bi hev re? Ez werim hembêza te yan tu tê? Na xûça min tu ji xwe re bi rehetî rûnê. Li vir şîş hene û ez pala xwe bidim wan bes e. Na, na naxwazim. Na weleh naxwazim. "Em çawa dikarin bi hev re li ser sandelyekî rûnên?" Oho, çi zû jî xwe kişand koşekî sandelyeyê. Ez qûna te nizanim lê ya min li her cihê bi cîh dibe. Qurçek e. Te xwest, ez rûdinêm li tengala te. Çima pişta xwe ber bi pêş xwar dikî? Kurê keran, ewqas pere bistîne sandelyeyan kêm dayne. De were dîn nebe.
Him. Etekeke kin li xwe kiriye. Bi çizxiyê etekê keçikên lîseyî. Fem neke ez li nigên wê dinêrim. Na lo, di vê tariya hanê de. Ne zeyîf e ne jî şîşko. Bejna wê nizanim çiqas e. Rûniştî qasê min dixwiyê. Çibû? Pişta te hêşiya? Weleh nîvê qûna min li ser sendelyiye nîv jî li hewa ba dibe. Nigek min jî qerimî. Lerizîn ket canê min. Li piya bimama baştir dibû. Of, germiya nigên wê jî derbasê min bû. Tu dixwazî tahrik bibim. De were ji nav van derkeve.
Hadê xilas be, xilas be. Bi qurbana te me êdî xilas be şanoyê. Of, of. Temam temam em jî ji te re sipas dikin. Ji ber ku we ji min sîh milyon stend û li ser sendelyekî, bi keçikekî qet nas nakim re da rûniştandin, tevziya xist canê min spas. Ka ronahiyê veke ez biçim mala xwe. "Pişta min gelekî êşîya" Di qûna min de jî derman nema, ez tişt dibêm? Çi yanî, sûcê min e? "Ya bibore, min zehmetî da te." Eez dibêm çi, min nizanibû ez ewqas qirdik im. Zehmetiya çi, te çiqas pere dabe min jî ewqas pere deye. Ez rûneniştama baştir dibû.
Ez biaxivim ya na? Keçik ewqas cihê xwe da min. Qe nebe çend gotinan jê re bikim. Ka ev qelebalixî derkeve. Ez nefeseke bistînim. Bimeşin. Li pey min tê? Ha wisa were em li derve biaxivin. Ox, ronahî çi xweş e. Li ku ma ev keçik? Ha tu hatî. "Merheba, navêt min 'delalîka ber dilê te'" oho, hizli giriş. "Merheba, navê min jî ji bîra min çû." Çi xweş dikene. Diranê wê sipî ne, yên jêrê hineke ji hev çûne. Bejna wê yekûşêstûpênc e. Yanî bi texmînî. Bes e ji bo keçeke. Montê ji çerm li xwe dike. "Tu dikarî çenteyêd min bigrî ez montêd xwe li xwe bikem." Çima nikarim. Memikên wê jî mezin dixwiyê, ger tişt nexistibe binî?
Ev bû deh peyv bi kar tîne û hê jî derbasê qanala tirkî nebûye. Welleh serkeftinek e. "Em çayeke vexwin?" Îja dora min e. Her ew naaxive qey. Qebûl neke, qebûl neke. Bêje karê min heye, bêje dereng bû. Bi qurbana te wisa bêje, ez nikarim çend qurişên di bêrîka min de mane bidim çaya kevn, him jJî bi zikê birçî. Dengê xwere xwera zikê min nayê te? "Em vexwin, ka were pêşî em di vê eyneya qirêj de wêneyên xwe bigrin. Nabe?"
Delalîka ber dilê min. Kesê/a reşkirinên jor bixwîne dê bêje qê çîrok e an jî beredeyîtiyê min e. Na, rastiya te bi min daye jiyandin e. Rastiya sandelyeyê ye. Rastiya destpêka çîroka me ye. Spas ji bo şanoyê ku sandelye kêm danî û keçikeke got were em bi hev re rûnên. Sipas ji bo piştêş û qûnêşiya roja yekem, ji bo zikbirçîbûn û feqîriya roja yekem. Spas ji bo wê cixareya wê şevê bi min re hevaltî kir û dît ez çawa bi kêfxweşî û rûkenî li tawanê jor dinêrim ku ji ber nemê boyaxa wê hatî xwarê.
bîstûneh.berfanbar.2017 01:26