| Serê vê sibehê zû rabe, Ezê bimirim Ger dengê min negihe li te Ezê bimirim Li himbêza sibehekî sor Zû rabe ji xewa giran Bes e! Dereng nemin Bêj!.. Bes e! Ez dimirim Bes e! Tu dimirî Bes e! Em dimirin Zû rabe! Ne bi xêr e xew ji me re Bipirs!.. Çima ez dimirim Çima tu dimirî Çima em hê dimirin Ger qêrîna min dilê te neêşîne Ezê vê sibehê bimirim. Bes e bêdengîya te Dengê min bibihîz Ger canê te neêşîne jana min Rast e xorto! Emê hîn bêtir bimirin Ger jana te gelê te neêşîne Emê bimirin û hîn bêtir bêtir bimirin De îcar jî min nebihîze, ger tû min nebihîz’i Wê min li bin siya bêdengiya te de daliqînin Rica û minnet Wujdan û merhamet Bes e! Min bibihîz! Ji çavên te diradmîsim Min bibihîz Naa ne ji bo min Tenê ji ber ku bila êş nekeve lorîka daykamin Anha şênahî, anha bihar, anha havîn… Min bibihîze kû bila berf nebare rûyê bavemin Ger tû min nebihîzî Wê pêt bi pêt har bibe eşa canamın Ezê ji qehra bimirim Ger tû min nebihîzî Wê Hemberî bê dangîya te min daliqînin Ezê Bê deng bimirim. Dem nema min bibihîz… Helbest û Gotin: Azad Penaber @azadpenaber 🍁 #RaminHosseinPanahi'ye atfen . İran’da 23 Haziran 2017 tarihinde işkence tutuklanan ve işkence edilen 24 yaşındaki Kürt aktivist Ramin Hossein Panahi, mahkeme kararı ile 4 Eylül 2018 (Yarın) idam edilecek İran rejimi idamlarla insanlık suçu işlemeye devam ediyor! İdam kararının verilmesinden sonra yeğeni Niștiman Panahi kendini asarak yaşamına son verdi kamuoyu tepkisi nedeniyle idamı erteleyen İran tekrar idam kararını gündeme getirdi. Bu zulme sessiz kalmak, bu zulme ortak olmaktır! . . #StopIran! #raminhosseinpanahi #raminpanahi #freeraminhosseinpanahi #sosraminhosseinpanahi #katiliran #idamahayır #i̇dami̇nsanlıksuçudur #kurds #kurd #kurdi #iran #AzadPenaber (Sina, Tehran, Iran) https://www.instagram.com/p/BnQx9Izn3A5/?utm_source=ig_tumblr_share&igshid=1uchifgy18ipz












