Ev çendek e ji te re nanivîsim. Min bêriya axaftina bi te re ya ser tumblrê jî kir. Wisa dixwiyê, bo ji te re binivîsim dibê em ji hev dûr bin. Ev deh roj e em bi hev re ne nehat hişê min nameyeke bo te rêkim ji ser vir. Wayê tu çûyî û kirê nivisandinê hat min.
Îro dîsa di xewda mam. Na, ne di xewda mam lê min her alarmê paş ve xist heta saat hat heyşt û nîvan. Bêyî belîfa xwe qat bikim min berê xwe da serşokê û ketim bin avê. Wek tu zanî bêyî dema serşûştinê diranê xwe firçe nakim lê îroj sibehê gelek ketim nav dudiliyan. Min gelek çivan da xwe di hiş de bo firçe nekim û di dawiyê de min firçe jî nekir. Lê bizanibe her roja firçe nakim êş dikşînim.
Bi lezelez min potên xwe li xwe kir û derketim derve. Li bajêr taveke tûj hebû, nedihîşt meriv çavên xwe veke. Bir bi parqa di navbera rê û malê de ye meşiyam. Çawa meriv dikeve nav parqê deh hev cihê rûniştandinê hene. Her sibe li ya heftan keseke rûdinê û rojnameya xwe dixwîne. Na, ne ku dixwîne, ji ber rojnameya ganyanê ye, ya behsa reva hespan dike. Lê ev camêr her li maseya heftan rûdinê. Ez êdî sedma wê dizanim. Çend hefte berê bû, tam ez biketama nav parkê keçikeke navsere jî beriya min ber bi cihê rûniştandinê ve meşiya. Min jî gavên xwe bi nîzamî hêdî kir û da pey keçikê. Tam nêzî maseya şeşan bû destê xwe yê di çenteyê xwe de derxist û bi pereyeke kesk xist nav destê mêrik û bêyî li pişta xwe binêre meşiya. Pereyê kesk, wek tu dizanî bîst tl ye. Lê tişta ecêb ew bû, mêrikê extiyar yê her li ser meseya heftan li rojnameyê dinêre, bêyî li pişta xwe binêre hîs kir ku ew keçik hat û destê xwe dirêjê pere kir. Ez her mêrik dibînim li ser difikirim; gelo ew keç çiyê mêrik e. Keça wî? Na, ger wisa ba dê bisekiniya silaveke lê bikira. Hebe hebe naseke wê yê berê ye. Tişta din a meraq diim ew e ka mêrik qet pere ji ganyanê qezenç kirî ye an na.
Ji mêrik derbas bûm û li nava parqê çend kesan betaniyê qirêj avêtibûn ser xwe û di xew de bûn. Li milê çepê keçikeke ku ji dûr ve gelek xweşik dixwiya dîsa wek her sibehên din taştêya xwe dikir. Îro cileke ku pişta wÊ vekirî bû li xwe kiribû.
Min dîsa li kêleka rawestgeha otobêsê nanê “tam buğdaylı” stend. Dîsa çûm paşiya otobêsê û îja jî min romana Gardiyan ya Bûbe Eser xwend.
Ev meheke di kolana cihê karê min de tiştek guherî ye, na du tişt guherî ne. Yek ereban dîskokî vekirine, heta nava rojê dimtisa mûzîkê ye û car caran jinên qelew ên singê wan li devre jê derdikevin. Ya duyem jî jineke extiyar e ku li ser pepelûkeke sînemayê rûdinê û rojnameya xwe dixwîne. Ev meheke her ez dikevim kolan hal ev hal e. Jinik hebe hebe paqijiya wan deran dike û ez texmîn dikim sibehê zû tê.
Min li kar rîçala me bi hev re çêkiribû taşt kir û dû re min bêriya te kir.
Dugelawêjanjîtebaxduhezarûhevdeh