SERENCAMA ZİVİSTANEKÊ
Wê sibehe dema ez rabum min ne dixwest tistek bikim. Min sond xwar êdi stranên la minor u di binê 120 bpm nema gohdarî dikim. Di veresandina xwe yi 8'a min xwe negihand tuwaletê u niha bi veresiya xwe ru bi ru me. Di hundir veresiye de; listeya stranên grîyoki, perceyê tutînên dijwar, cixarêyên ji bo ceribandine hatine kisandin u hatine ji birkirin, qehweyen cemidî,cayen sar u xwebuna jihevketî. Ba berê hemu denga ber bi min tîne. Stranek dikeve bin cengen min u min li hemu taxen bajar digerine. Heta ku ez ji hal u mecal dikevim. Ev daxwazîya diyarkirina qeder u kedera xwe yi. Carna ez neheqîyek li xwe dikim ku dile min ji min dixele..









