Rê dirêj bû...
seen from Yemen
seen from Malaysia

seen from Nicaragua

seen from United States

seen from Netherlands
seen from United Kingdom
seen from Japan
seen from Germany
seen from Russia
seen from Norway

seen from United States
seen from United States

seen from Australia
seen from Vietnam
seen from United States

seen from United States
seen from United States

seen from Indonesia
seen from Türkiye
seen from United States
Rê dirêj bû...
Dema hesp bigirîn, êşek bêhempa difire ji nav cegera min.. tu dikevî bîra min.. dilê min dibe bîrek kûr.. bîrek tarî.. Dema hesp bigirîn, navê te derbas dibe di wênekêşek kevin de.. Wênekêş dişikê û rûyê te tarî dimîne di lênûska min a bêkes de.. Dema hesp bigirîn, mirîyek wek min bêmiraz radibe ji mezelê xwe yê bê kevir.. Rûdinê ser çokan û digirî ji bo xwe.. Dema hesp bigirîn, ji xewnek sed salî şiyar dibe dilê min ê reben.. Kûr diçe.. Dûr diçe.. û kuderê de biçe jî, dawîyê de tê di xewa te de wenda dibe.. Dema hesp bigirîn, rihistînek digere li ser doşeka min û ji çongê min de dikişê avek zirav.. Ziravên min diqete û ez bêriya te dikim.. Dema hesp bigirîn, qijikek reş tê ser şaneşîna min a şîna wê teze.. Digirî, diqîrî û diya min a reben di bin lihêfa xwe de dibêje 'qijika reş eger xêr e dayîne here, eger şer e hilde here..' Dema hesp bigirîn, dûmana cixarek kevnar simbêla min sor dike.. Neynûka min dişewite.. Keskesorek xwe dixapîne di bin baranek şilope de.. Dema hesp bigirîn, şevek nîvê şevê de dizek dikeve xewna min û te ji dilê min derdixe direvîne.. Dema hesp bigirîn, bajarên ku te rûyê xwe lê gerandî vala dibin û dihilweşin ser laşê min de.. Nema xwîn tê, nema xew tê.. Dema hesp bigirîn, cixarek tehl di nav tiliyên min de dicirife.. Kuxte kuxtek di singa min de dibe wekê hespek şê.. Dema hesp bigirîn, wek derziyek zirav canê min ditevizîne bêrîkirina te.. Mirin tê li ber serê min rudine û çîroka çûyina te vedibêje.. Dema hesp bigirîn, tizbiya destê min dikete û bazina stuyê min dişikê.. Dengê moriyên li ser mermera bin lingê min de, wek dengê çûyina lingê te dikeve guhê min.. Dema hesp bigirîn, morîstang ji qula xwe vedikişin û dikevin ser rêya koçberiya dilê min.. Diçin û her diçin.. Bê dawî.. Bê dem.. Bê xem.. Dema hesp bigirîn, asoyên çavên min tije perperokê mirî dibe.. Li dora çavên min ê kişiyane qula xwe de digerin, digerin û dimirin.. Dema hesp bigirîn, ji welatek dûr û giryan miriyek bê mezel radibe ji gorra xwe û dibêje min ji bîr neke..
Li bajarê xerîbî,
mirov zûtir fêrî bêdengiyê dibe.
Li vir im, Ez hîn xwe digerim.
Buradayım, Hâlâ kendimi arıyorum.
Ciwan Haco - Leyla【Remastered】 (Official Audio)
Şehir sessizdi.
Gece, sevdanın da derdin de nöbetinin tutulduğu zamandır. Herkes uyurken gizli gizli, kendi kendine sevebilmek, dertlenebilmektir gece. O uyurken bile onunla Hasbihal etmektir gece
Gece olunca her şey iki katı
#şev #çay #kulilk (Ataşehir)