KCK: AKP-MHP Ola Islamê ji nijadperestiya Tik bikar tîn in
Sibe Cejna Qurbanê ye.Alema Misilman amadekariya Cejnê dike.
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê peyamek weşand û cejna Kurdistaniyan û hemû misilmanan pîroz kir.
KCK’ê xizmetkariya Diyaneta Tirk ya ji bo siyaseta şer destnîşan kir û ji Kurdan û Misilmanan xwest ku neçin mizgefetên Diyanetê.
JI KOMÎTEYA BAWERÎ Û GELAN A KCK’Ê PEYAMA CEJNÊ: EM CEJNA QURBANÊ PÎROZ DIKIN Û HÊVÎ DIKIN BI WESÎLEYA ADELET Û AZADIYÊ
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê ji ber cejna Qurbanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û cejna Qurbanê li tevahiya aleme misilman pîroz kir.
KCK’ê girîngiya cejnê ya ji bo gelan anî ziman û got: Em wekî tevger cejna gelên misilman pîroz dikin. Hêvî dikin, cejn di serî de li Rojhilata Navîn li tevahiya cîhanê ji bo alema misilman aştî, adelet û tendurîstî bîne. Dostî, biratî û parvekirina di navbera gelan de xurt bike û bibe wesîleya mezinkirina têkoşîna demokrasî û azadiyê.
Komîteya Bawerî û Gelan a KCK’ê bi bîr xist ku faşîzma AKP-MHP’ê îslamiyetê wekî navgîneke pêşxistina senteza Tirk-Îslam û nijadperestiya Tirk bi kar tîne û wiha got:
JI KOMÎTEYA BAWERÎ Û GELAN A KCK’Ê PEYAMA CEJNÊ: AKP-MHP Û DIYANET ÎSLAMIYETÊ JI BO NIJADPERESTIYA TIRK BI KAR TÎN IN
Herî dawî nimêja înê ya li Ayasofyayê veuherandin showê. Îslamiyetê li dijî gelan, baweriyan û nirxên çandî bi kar tîne. Hewl didin îslamiyetê bikin parçeyeke siyaseta xwe ya şer a li dijî Kurdan û gelan.
Read the full article