Ji Radyoya Erîvanê heya Podcastkurdiyê: Panoramayeke giştî ya podcastên Kurdî
Min di podcasta yekemîn de behsa çend radyoyên wekî Radyoya Bexdayê, Êrîvanê û Qahîreyê kir ku weşana wan a bi Kurdî hebûye.
Piştre ji guhdarên Podcastkurdî re behsa radyo û dezgehên ragihandinê yên navdewletî yên wekî SBS Kurdî ya Awistralyayê, Zayele ango Radyoya Swêdê, Dengê Amerîka, Dengê Rûsya û WDR Cosmo ya Almanyayê kir ku, Dengê Rûsyayê ne tê de, di roja îroyîn de jî beşa wan a bi Kurdî heye ango li ser malperên xwe hin raportên Kurdî wekî podcastê belav dikin.
Hûn dikarin li ser malpera podcastkurdi.com, SoundCloud, Spotify, Apple Podcasts û hemû platformên podcastan guhdar bikin yan jî dikarin awayê nivîskî yê dosyayê li ser malpera Duvarê bixwînin.














