bêndera çandê - 118/124
118. referandûma serxwebûna kurdistan
25ê vê mehê malum referanduma serxwebûna kurdistanê heye. gelê başûr dê biçe ser sindoqan û biryara xwe bide bê ka serxwebûnê dixwaze an na. ez weke kurdekî bakur, weke xwendevan û bloggerekî kurd vê biryarê gelek gelek girîng û tarîxî dibînim. heke dengekî min hebûya teqez dê belê bûye. çimkî serxwebûn, xewn û xeyala bav û kalên me bûye. serxwebûn, xwen û xeyala me ye jî. bere bajarek be, bere gundek be, bere yê me, bere serbixwe be.. lewma bêyî ku dudilî bibim dibêm “belê” belê, belê hezar car belê. bo serxwebûna kurdistanê belê. kurdno merdino.. pir xweş e serxwebûn..
119. 15. bienala stenbolê
bienala îsal a ku bi navê “cîranekî baş” tê li dar xistin û kuratoriya wê hunermend elmgreen & dragest dikin 16ê îlonê dest pê dike heta 12ê cotmehê dê dewam bike. bienala stenbole yek ji girîngtirîn û balkêştirîn bienalên dinyayê ye. hemû çalakî belaş in û ji tevahiyê hunerhezan re vekirî ne.
mekanên bienalê ev in û nêzîkî hev in: istanbul modern, galata özel rum ilkokulu, pera muzesi, ark kultur, kuçuk mustafa paşa hamami û sanatçı sutudyosu ne. di bienala ku li van mekanên navborî tê li dar xistin de, tevî pêşangehan, bernameyên filman, panel û gutugo jî hene.
*
bo agahiyên berfirehtir, bo destpêkê hunera hevçerx: term û têgeh, çavkanî û çend hunermendên kurd binere ‘‘bêndera çandê xala 60î’’
her wiha hun dikarin li vê malperê binerin: http://15b.iksv.org/tr
120. di dîrokê de jevrenivîsîna herî kurt
bi qasî ku tê zanîn jevrenivîsandina herî kurt di sala 1862an de di navbera victor hugo (1802-1885) û weşangerên wî de derbas dibe. dema ku sefiller weşiyaye hugo di seyahatekê de be bûye û meraq kiriye bê ka elaqa gel bo kitêba wî çawayê. lewma telgrafek şandiye. di telgrafê de tek qerekterek hebûye: “?”
weşanger jî bi heman şêweyî bersiv daye û xwestiye bibêje elaqe û teveccuheke zêde bo kitêbê heye. lewra bersiv tek qerekterek bûye: “!”
121. li vê darê dinyayê..
herî zêde min ji bavê xwe hez kir. can yucel *
herî zêde min ji diya xwe hez kir. abdulkadir budak *
herî zêde min ji xwe hez kir. baki ayhan t. *
herî zêde min ji kurman‘ciya’ xwe hez kir. m.o
122. ji qinyata dilan re hikyatek:
yalçin kuçuk radigihîne: li mulkiyeyê (navê wê yê niha bûye ankara uni. sbf) salên xwendekariyê.. li mulkiyeyê şev û rojên helbestê dihatine li dar xistin. carekê gazî şair ilhan berk kirine. ilhan berk di gotûbêja xwe de got ‘kevir ket’ ne helbest e ‘kevir firî/bi firê ket’ helbest e.. hetta polis tên ji yalçin kuçuk dipirsin “ev arqaaş dibêje kevir mevir firîn filan.. ew komunist e gelo?”
*
gelek ji me bûne ew şa‘irên ku dibêjin ‘kevir ket’ mixabin û ji me kêm kêm kesan li awayekî din ên ve/gotinê geriyan/digerin. helbûkî edebiyat ji zêdekirin û geşkirina derfet û şêweyên nû yên ve/gotinê pê ve çi ye?
123. fanzîna biçûkêd kurmancan
biçûkê kurmancan fanzineke helbestê ye. yekê îlonê hejmara xwe ya yekem belav kir. bi qasî ku em ji pêşgotinê hîn dibin fanzîn, bi hevkariya çar kesan derdikeve: tozo refîkzade, peyameddîn mikemmelij, teyrik oksîcan û meyra cîmeylê.
*
helbestkarên biçuked kurmancan di pêşgotina xwe de destnîşan dikin ku “helbesta ku îro tê nivîsîn zêde statîk û stabîl e û ewçend jî dîdaktîk e.. ti nîşane, ti hewildan, ti dînamîzm, ti heyecan tê de nemaye .. qîma xwe asta edebî a heyî nayênin û ew ji vê yekê muzdarîb in lewma ew dest pê dikin kovarokekê wiha derxin.” bi qasî ku dibînim daxwaz û armanca helbestnivîsîneke din dikin. helbestên di fanzînê de wekû nîşaneya vê yekê bin. helbestên kovarokê piranî îronîk û tinazker in, ceribîner, nûjen in, bêperva û wêrek in. her çiqasî beriya wan fanzîn derketibin jî, biçuked kurmancan, di rastiya xwe de fanzîna ewil a kurmancî ye bi ya min: çimkî bi rihekî amator û samîmî derdikevin. bi îddiayekê û mîsyonekê derdikevin ku ev mîsyon nûjenî ye. bi awayekî serîhildêr û hilweşîner derdikevin, qîma xwe bi rewşa niha nayênin. tevî vê yekê weke gelek fanzînan li ser netê belaş têne xwendin.. ew dê çiqasî bi ser bikevin nizanim lê ez ji hewildan û teşebbusên wiha hez dikim. ez ji biçûkêd kurmancan yên wiha wêrek û jixwebawer hez dikim. ez ji xebatên wiha experimental (deneysel) û nûxwaz hez dikim. hêvîdar im ku aksiyonekê bîne helbesta me. bi meraq li benda hejmarên dî me. ez li ser navê xwe, weke xwendevan û xemxwirekî helbestê kêfxweş bûm bi vê hewildanê.
*
mirov dikare biçuked kurmancan ji vir bixwîne: https://issuu.com/bicukedkurmancan/docs/bkrupel
124. pêşniyarî
redur dîjle, kesek, lîs
elîxan loran, dinozor, lîs
dîlber haco, emîna, avesta
mihemed ronahî, kûçikîstan, avesta
hişyar aydin, mehtok, belkî
bahoz baran, ferhenga bişaftinê, wardoz
03092017










