trying on a metaphor
No title available

Origami Around
Cosmic Funnies
Peter Solarz
h

pixel skylines

祝日 / Permanent Vacation

JVL

izzy's playlists!

Love Begins
Keni

blake kathryn

roma★
tumblr dot com
ojovivo
2025 on Tumblr: Trends That Defined the Year

No title available

Kiana Khansmith
TVSTRANGERTHINGS

seen from United States
seen from United Kingdom

seen from United States

seen from Lithuania

seen from Poland
seen from United States

seen from Malaysia
seen from Lithuania
seen from Canada
seen from Bangladesh
seen from United States

seen from Portugal
seen from United States

seen from United States
seen from United States
seen from United States
seen from United States

seen from United States

seen from United States

seen from United States
@brahimemireki
Wey dil.
Song · 4:02 min · 2020
“ We Refugees “
thinkin about my (openly gay) lit professor today saying, “one of my favorite historical anecdotes is the time that Oscar Wilde was in America, at the same time that Walt Whitman was active and writing poems about sticking his tongue down other men’s shirts, and Wilde went to Whitman’s house exactly one time and spent several hours there, and ever since all these historians have been like ‘what could they have been doing???? it’s such a shame we’ll never know...’ and I just.... we know. the only question now is who was the top.”
Gulcemal.
bêndera çandê - 158/165
158. bengîtiya karî
grethe weiser (1903-1970) şanogera efsanewî ya almanî, bedew û fama bû; bengiyê karê xwe bû, rihê wê bi karê wê ve bû û teb‘en ji ber vê bengîtiya xwe serkeftinên mezin qezenç kirin.weiserê dema ku hîn dibe ku aktorekî ku jê hez dike jiyana xwe ji dest daye, gelek li ber dikeve ku ew ne li ser dikê miriye. bi gilî û gazinc wiha dibêje: “çi mirineke bi êş û jan… tenya û bê çepik.” bengiya şanoyê weiser xeyal dike ku wiha koça dawî bike: “dawiya emrê me gişan wiha ye. em dê giş bimirin! lê teqez ez dixwim li ser dikê pêşwaziya mirinê bikim. Dema ku çepikên bê hed ên weke berq û brûskan lê bidin…” hinekî difikire û lê zêde dike: “bêguman, piştî ku perdeya sêyemîn were girtin… bi vî awayî em dê neçar nemînin ku tediye bidin temaşevanan.”
159. sartreyê tîpîk
li parîsê şanoyek tê lîstin. şanoya ku tê lîstin piyeseke jean paul sartre (1905-1980) ye. di perdeya duyemîn de, dik vîkûvala û kêmronî ye… çend xulekan dik û wiha vala dimîne. salamonê ku li lîstike temaşe dike, di guhê hevjîna xwe de bi pistepist dibêje: “ez nema îdare dikim… ez dê biçim tuwaletê û bêm.” qasek bi şûn de salamon vedigere, dik weke beriya niha kêmronî ye û neguherî ye. hevjîna salamon bi dengekî nizm jê re dibêje: “tu dizanî? te li guldanka mezin a li milê rastê yê dikê mîst…” salamon bi kelecan dipirse: “na lê! temaşevanan go çi?” ji wan we re ev jî perçeyekî piyesê ye û gotin, “sartreyê tîpîk.”
160. weke ku hûn jî dizanin, mixabin 29ê hezîranê dawî li weşana spûtnîka kurdî hat. dibe ku sedemên din jî hebin bes bi qasî ku ji me re hat gotin, sedema girtina beşa kurdî ‘tikandina kêm’e lê bi ya min biryar ‘siyasî’ ye. bêşik û bêguman me hemû xebatkaran ji hedê xwe zêdetir cehd kir, hewil da; li gorî dem û derfetên xwe me gişan karên xwe, têra xwe baş kir. lewma em serbilind in û dilê me rehet e. tecrubeyeke baş bû. di maweyê xebata xwe ya nêzîkî salekê de, weku kes, min her hewil da zêdetir nûçeyên çandî, hunerî, edebî; herwiha nûçeyên teknolojî, ekolojî, tenduristî û zanistê amade bikim. ji dil û can spasiya we dikim ku we her tim teweccuhek nîşan da û zêdetir ew nûçeyên han baş hatin xwendin. spas. spas bo hevkar, heval û hogir û xwînerên dilsoz ên spûtnîkê. ez weke berê vegeriyame mal û halê xwe, kitêb û xwendinên xwe; ez vegeriyame strana xwe. ez vegeriyame bloga xwe.
nîşe: ji ber ku spûtnîk kurdistan hat girtin û mixabin niha malper venabe, min axlebê nûçe û hevpeyvînê xwe yên taybet li ser bloga xwe ya şexsî bar kirin, haya we jê hebe, hûn dikarin ji vir bixwînin.
161. john done (1572-1631) dibêje ti kes di rêya sêdarê de ranaze, lê belê em giş ji dema şîrî heta pîrî radizên yan jî xilmaş û mexmûrî ne. em hîşyar nabin û derdekî me yê hişyariyê jî qet tine ye.
* seyîd eliyê findikî (1892-1968) wiha kelimiye heçku bersiv bide vê pirsê:
elî rabe heta kengê tu xafil bî bi vê rengê bişo qelbê ji vê jengê here rêrast di ce'dê da (…) heta kengî tuwê ha bî ji vê razanê ranabî li ser rêka xwe kar nabî heval çûne tu may cî da
162. min kurdolojî nexwendiye. ji bo ku kurmanciya xwe bi peş bixim û bikaribim bixwînim û binivîsim, neçûme tu enstîtû û komeleyan; min ji tu mamosteyî ders jî wernegirtine. ya min serdanpê hewildan û elaqeyeke teb‘î ye. û dîsa bi ya min, heta niha min ji kitêban çêtir mamoste nedîtine.
* heval û hogirê min mamoste rifat çar haîkuyên min li kayy-der a kadikoyê, di dersa kurdî de xwendin. ji ber vê yekê ez gelek gelek kêfxweş bûm.
163. s. zweig (1881-1942) di cîhana duhî: bîranînên ewropiyekî de dibêje, heta sala 1914an serzemîn ya hemû mirovahiyê bû. her kesî dikaribû biçe devera ku dixwaze biçiyê û têra dilê xwe li wir bimîne.
* passport, daxwaza mayînê û erêkirin tine bû (…) berê li ser helbestên baudelaire, bi arezuyeke îdealîst li ser pirs û pirgirêkan me nîqaş dikirin, niha em li ser sîgortayên fermî û belgenameyên desturê diaxivin; em diaxivin bê gelo em serî li vîzeya daîmî bidin yan ya geştyariyê. di deh salên dawiyê de nasîna memûrekî li balyozxaneyê ji dostaniya [arturo] toscianiniyekî (1867-1951 an jî [romain?] rolland (1986-1944) girîngtir bûye. divabû herdem me ev jî bîr nekira, ligel ku em weke mirovekî azad jidayik bûne, em ne obje bûn lê subje bûn êdî û ti tişt ne mafê me bû lê lutfa saziyên fermî bû. tim û daîm em dihatin lêpirsîn, li deverinan dihatin qeydkirin, stîgmatîzekirin û ez weke mirovekî dema azad, ez li dijî van derdiketim. ez ê ku xewna komareke cîhaneke didît û ji min were ku ez welatiyekî wê komarê me; min her mohra li pasaporta xwe, her lêgerîn û her lêpirsîn wek pêpeskirinê/piçûkxistinekê didît.
164. li gorî zanyariyên gulderen boluk, studyoyaya wênegir arif hikmet koyunoglu yeralti fotografhanesi û turk hanimlar fotongrafhanesi ya naciye suman du studyoyên ewil ên mutewazi ên li stenbolê ne. wênegir arif hikmet koyunoglu carinan pereyên wî tine bûn û nekarîbû negatîfên camî bistîne. koyunoglu ji ber ku muşteriyan winda neke, şasiya vala dixist mekîneyê û wiha wêne digirtin û digot berêvarê kerem bikin werin, eger fotograf baş derneketibe û ne bi dilê we be, ez dê car din bikşînim. muşteriyên ku ji ber vê elaqeyê kêfxweş dibûn, êvarî dîsa dihatine fotografxaneyê û wêneyên rastîn jî hingî dihatin kişandin. naciye xanim jî, dema di heman rewşê de dima, weku wêne girtibin ji muşteriyan pere distend û ew pere dida keça xwe nedret ekşigil a ku wê demê zarok bû. nedret xanim bi bayê bezê diçû ba malzemakar û malzemeyên pêwist dikirîn. heta nedret xanim bihata, naciye xanim jî li stuyoyê muşterî miştexul dikirin.
165. ez van kitêb û albumen nû pêşniyaz dikim. yek ji yekê xweştir, yek ji yekê baştir e:
nizamettin ariç, cegerxwîn
siya şevê, li pey siya xwe
mirady, xwelî
jan axîn, zerîba
yunus dişkaya, hesretdefter 1-2
ayfer duzdaş, ji xorasanê heta çorimê newayên kurdên elewî
alî topûz, rû û kûr, avesta
îrfan amîda, şevek şîzofren, lîs
yeqîn h. elîfbêtk, belkî
zulkuf ergun, nerît û helbest, nûbihar
ayhan tek (geverî), hamisiz şair babasiz metin, nûbihar
cegerxwîn, hemû berhem, amadekar: şivanê dêrîkî, lîs
melayê cizîrî, dîwan, amadekar: îlhamî sîdar, ayrinti hezîran/tîrmeh2018bakirkoy
This video is so wild. Wow.