bendê çandê - 125-130
125. rock'n'roll, ferhengoka rockê, anektodek û playlistek
rock: yek ji cûreyên mûzîkê ye. bi gelemperî bi elektro gîtar, bas gîtar û daholan; bi hejandina serî (headbanging) û qîrewîreke bilind tê îcrakirin.
muzîka rockê serê pêşî, li gorî guhdarvan û îcrakarên wê û her wiha li gorî daxwaz û rengên jiyana wan dirûv giriye.
ji ber ku di salên 50î de guhdarvanên rockê têen-ager (13-20 salî) bûn, daxwaz û mijara stranan bêhtir li ser otombêlan, partiyên şêt û şeyda, dans û evînê bûn. bi demê re temenê guhdarvanan û daxwazên wan guherîne û êdî bêhtir kesên nîsbeten xwende û zana guhdariya rockê kirine. teb’en stran û gotinên stranan jî guherîne; tevî mijarên dilîniyê, mijarên weke şer, şerê vîetnamê, fişarên nukleerî ûwd. mijarên protest û navnetewî ketine rockê.
bis: di dawiya konseran de guhdarvan naxwazin konser biqede lewma pir dixwazin hunermend careke din derkeve ser sehnê, ger li ser sehnê be dixwazin straneke din bibêje. ji vê rewşa ku hunermend li ser rica û daxwaza beşdarvana dertên sehnê re ‘bis’ tê gotin. asas bi piranî di ‘bis’an de dê çend stran bêne gotin, kîjan stran bêne îcrakirin, ji berê de diyarkirî ne, hetta guhdarvan jî vê yekê dizanin jî lê dîsa jî kêfa wan tê, heçku wan ew îkna kirine û bi vê yekê kêfxweş dibin.
doktor: di rockê de bo ku mirov bibe doktor hewce nake fakulteya tibbê kuta bike. ‘unvaneke rêzgirtinê ye, ji rockvanên mezin re tê gotin: dr.feelgood, dr.john, dr.skul û dr.gokçe selim..
dinozor: termeke rockê ye, dema ku behs ji muzîka rockê vedibe ji wan komên ku yekser têne bîra mirov re tê gotin: led zeppelin, pink floyd, deep purple, rolling stones, beatles, ciwan haco û wd.
drug (tiryak, uyuşturucu): yek ji sêbareyên (uçleme) bingehîn ên jiyana rockê ye. yên din rock'n'rol û sex in. îro cihê drugsê, alcoholê girtiye û ev sêbare bûye “rock'n'rol, alcohol û sex”
headbanging: hejandina serî, serî kilkirin. ewil ev yek bi mirovî bêwatê tê lê bi demê re mirov germ dike, masûlkeyên qirikê dixebitîne û bi rastî jî mirov pê kêfxweş dibe.
fuck you: her çiqas dijûnek be jî, di jargona rockê de weku gotineke samîmiyetê di navbera muzîkjen û guhdarvanan de tê bilêvkirin. ‘u’ya ‘you’yê tê dirêj kirin. carinan bi bikaranîna zêde ji qaîdê derdixin.
grupi: ew jinên ku li pey komên rockê digerin bo ku têkiliyeke evînî ligel wan deynin, ya jî yên ku halêhazir bi rockeran re radibin û rûdinin re jî tê gotin.
koleksiyoner: di lîteratura rockê de ji bo kesên ku ji dêvla pul û perîstankan kitêb, cd û plakên rockê berhev dikin.
rocker: ji bengiyên muzîka rockê re tê gotin. bi taybetî kesên pordirêj, bi guhar, cilqetiyayî û xerîb re tê gotin. lê rockerên weke min cil û bergên wan maqûl jî hene.
woodstock: mezintirîn û gewretirîn festivala rockê ye. nîv milyon însan tevlî dibin, van rojan li muzîkên evînê û aştiyê guhdar dikin, li derve bi hevre vedixwin û radizên. festîvala ewil 15ê tebaxa 1969an de li bajarokê woodstokê li çewlika max yasgur destpê kiriye, 3 roj û 3 şev dom kiriye, di festîvalê de 2 kes ji dayîk bûne û 3 kes jî mirine. dema festîvalê baran bêrawestan bariye lê disa jî festîvala herî xweş hê jî ew e. bi saloxan hejmara maçkirin û pevşabûnan jî peşkên baranê zedetir bûne. di festivale de 5 plak û fîlmek hatine amade kirin. di festîvalê de gelek rockvanên navdar başdar bûbûn. bo nimûne: jim hendrix, string band, melanie, the who, years after..
anektodek: the beatles a ku di salên 1960î de hatiye damezrandin, bi stranên ku bi hesanî dihatine jiberkirin, gel dawetî aştiyê û evînê dikirin. di wan salan de bi awayekî şêt û şeyda dihatine guhdarî kirin. kêmzêde rewş îro jî wisa ye. beatlesê bi hewildan û helwestên xwe yên radîkal jî bal dikinşand. bo nimûne di konserteke xwe de ku kralîçeya brîtanyayê jî amade ye, solîstê komê john lennon, di mîkrofonê de gotiye “bila bi tenê yên li paş li çepikan bidin, lewra şeqşeqa zêr û zegerên yên li pêş bes û zêde ye” lê endamê komeke wiha girîng piştî paul mccartney li emerikayê yê herî zêde bac (vergî) daye, yanî ew çend dewlemend bûye. ev yek jî têra xwe îronîk e tabî.
dînozorên rocka kurdî: koma wetan, koma rewşen, koma çarnewa. ciwan haco, jan axîn, siya şevê, mirady, rojhan beken, sîmir rûdan, ferec, sîdar, ozan irmak..
playlist: kesên ku ji rockê hez dikin dikarin ji spotfy an jî ji soundcloud a min li listeya min guhdarî bikin.
têbinî: di nivîsandina ferhengokê de min ji vê berhemê îstîfade kirirye: (metin solmaz, rock sozlugu. weşanên pan, 1994)
126. murathan mungan (1955-..) di nivîseke xwe de ku di 9ê tîrmeha 1994an di rojnameya ozgur ulke derçûye û vê dawiyê di kitêba wî ya ceribandinan ya bi navê 60 meskalin draje de, bi kurtasî behsa muzîka rockê û bengîtiya xwe ya rock mûzikê vedibêje. di dawiya gotara xwe de dibêje “hemû komên mezin ên rockê zarokên nifşa hereketa 68a ne. ya ku wan mezin û bêemsal dike ev ba yê 68an e. (..) eger min bi kurdî zanîbûya minê bi kurdî stranên ewil ê rockê binivîsanda. min kêf û rûmeta vê yekê ji kesî re nedihişt.” mungan, xweş dibêje lê hay jê tune ye ku beriya wî komeke rockê bi navê koma wetan (1973) heye, stranên rockê nivîsîne û hetta albûm jî derxistine.
127. li gorî lêpirsineke ku bi 500 pisporên hunerê re hatiye kirin baştirîn û balkêştirîn berhema hunerî ya modern fountain/pisuvar (1917) a marcel duchamp (1887-1968) ê dadist hatiye hilbijartin.
*
îsal, di sala 2017an de şakir gokcebag bo rêz û hurmetgirtina 100. salvegera pisuvara duchamp 'îş'ek amade kir. îş kevirekî tuwaletê ye û eynî mîna îşê duchamp hatiye îmzekirin: R.MUTT 2017
128. serpêhatiyên tom sawyer (tom sawyerin maceralari) a mark twain yekem kitêbe ku bi daktîloyê hatiye nivîsandin.
*
ernst hemingway, nivîsên xwe bi daktîloyê û şipiya dinivîsandin.
*
nivîskarekî din, navê wî nehate bîra min, bi çoş û bikelecan pêlî tûşan dikir, qîza wî jêpirsî, bavo tê xêr e, tu wisa serî serî dinivîsê? bav gotiye ez jî dawiya çîrokê meraq dikim loma.
129. galat-i meşhurek: kurdiya akademik
cara pêşî kî gotiye, kî bikaraniyê, kî xistiye ser zimanan nayê zanîn lê gelek gelek kes bikar tînin. piranî ji bo kurdiya nivîskî an jî kurdiyeke rast û fesîh tê bikaranîn. min bixwe heta niha ne di nivîs û ne di paneleke cidî de ev tabîra 'ucube’ nebihîztiye lewra teqez bizanibin ku kurdiya akademîk tune ye. kurdîya nivîskî heye, kurdiya xurû û paqij heye, kurdiya rast û dirûst heye.
*
“kurdiya akademik mirîşka ziraetê ye, kurdiya gewr mirîşka gundan e.”
bahoz baran
*
“kurmancî ye, sirf e, bê guman e / zêr nîne bibên ku spîdiman e // sifrê me ê sor, aşikar e / zîv nîn e bibên ku kêm 'eyar e”
ehmedê xanî
130. “jiyana hemû însanan kêmzêde weke hev e. mirov dikare vê yekê bi sê çar peyvan bêjê: ji dayîk bû, êş kişand, hêvî kir, mir.”
giovanni papini
01102017 / bahçelievler













