"WELAT WELATÊ ME YE TOLHILDAN SOZA ME YE" TOLA ŞEHÎDÊN QEREÇOXÊ YE
New Post has been published on http://www.nuceciwan.com/ku/2017/05/17/welat-welate-me-ye-tolhildan-soza-me-ye-tola-sehiden-qerecoxe-ye/
"WELAT WELATÊ ME YE TOLHILDAN SOZA ME YE" TOLA ŞEHÎDÊN QEREÇOXÊ YE
https://www.youtube.com/watch?v=WcZhxCXnXv0&feature=youtu.be
NC- Pêngava WELAT WELATÊ ME YE, TOLHILDAN SOZA ME YE bi hemû hêza xwe dewam dike.
Ajansa me Nûçe Ciwan di derbarê naveroka hemleyê de bi endama komîteya amadekar ya hemleyê Mîdya Axîn re hevpyevînek pêk anî.
Mîdya Axîn di destpêka axaftina xwe de armanca pêngavê ya sereke weke bersiva êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava – Bakurê Sûriyê nirxand.
Axîn bibîrxist ku dewleta Tirk a dagirker her demê êrîşî şoreşa Rojava dike û planên qirêj dixe meriyetê. Mîdya Axîn wiha dewam kir: Dema dawî ji ber binketina DAIŞ li ser destê hêzên YPG’ê, YPJ’ê û QSD’ê dewleta Tirk neçar me ku bi xwe bikeve xaka Bakurê Sûriyê.
Di derbarê êrîşa dawî ya dewleta Tirk a dagirker de li ser herêma Qereçox endama rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan destnîşan kir ku ev êrîş ne bê agahiyê Emerîka, Rûsya û KDP’ê çêbuye, “ji ber ku dewleta Tirk nikare gav bavêje bê van hêzan” weke ku Axîn destnîşan dike.
Mîdya Axîn axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Emerîka dixwaze hêzên Rojava bixe bin destê xwe de; dikarîbûn bersivên tund bidana, lê ev nekirin. Dixwazin sedsala nû bê kurdan çêbikin”
Endama Komîteya amadekar got ku kurd xwedî çareseriya aloziya Sûriyê û tevahî herêmê ne û ev nakeve berjewendiyên dewleta Tirk.
Di derbarê pêngava WELAT WELATÊ ME YE, TOLHILDAN SOZA ME YE Axîn diyar kir ku ev pêngav tol girtina ji bo şehîdên Qereçoxê hatiye destpêkirin û armancên sereke û rengê çalakiyan destnîşan kir ku hedefê yekemîn Azadiya Rêber Abdullah Ocelan e û ji bo vê yekê ciwan dikevin seferberiyê.
“Pêngav ji bo mezinkirina hêza xwe ya parastinê gavek mezin e” Mîdya got.
Mîdya Axîn herwiha diyar kir ku ewê dest bi hemleyeke civînan bikin ji bo danasîna polîtîkayên AKP’ê, Emerîka û îxaneta PDK’ê pêwîste helwest me ya ciwanan li hember van siyasetan derkeve.
Girêdayî naveroka hemleyê de Mîdya Axîn anî ziman ku ciwan li her derê bi hemû komîteyên xwe ve ketine seferberiyê de û da xuya kirin ku hemle li ser asta Bakurê Sûriyê pêk tê.
Endama rêveberiya YJC’ê herî dawî bang li ciwanên hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê kir ku bi rihê seferberiyê, bi rihê tolhildana şehîdên Qereçox tevlî vê hemlê bibin.
Axîn got: Çiqasî çalakiyên me xurt bibin em ber bi serkeftinê ve diçin, ber bi azadiya Rêber Apo û azadiya Jinê ve diçin; Ji bo vê weke Tevgera Yekîtiya Jinên Ciwan emê bi hemû hêza xwe tevlî hemlê bibin.











