YCR: WELAT WELATÊ ME YE, TOLHILDAN SOZA ME YE
New Post has been published on http://www.nuceciwan.com/ku/2017/05/16/ycr-welat-welate-me-ye-tolhildan-soza-me-ye/
YCR: WELAT WELATÊ ME YE, TOLHILDAN SOZA ME YE
NC- Koordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava YCR’ê di derbarê pêngava xwe ya di bin slogana Welat Welatê Me Ye, Tolhildan Soza Me Ye daxuyaniyek da çapemeinyê.
Koordînasyonê di destpêka daxuyaniya xwe de bibîrxist ku Rojhilata Navîn di demeke girîng a şoreşa Gelan de derbas dibe û diyar kir ku ji ber tirsa ku ketiye dilê hêzên neyar, faşîst û dagirker bi hemu hovîtiya xwe êrîşî destkeftiyên me dikin û anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker her demê hebûna xwe li ser qirkirina gelan domandiye ji ber ku li ser bingehê şer û qirkirinê hatiye avakirin.
Koordînasyona YCR’ê êrîşên dewleta Tirk li hember berxwedana Bakurê Kurdistan û destkeftiyên Bakurê Sûriyê weke çuyîna ber bi mirinê ve bi nav kir.
XETA XIYANETÊ LI ROJAVA PDK’Ê Û ENKS’Ê NE
Di derbarê îxaneta hêzên hevkar ên bi dewleta Tirk PDK’ê û ENKS’ê re Koordînasyonê diyar kir ku ev hêz plansaziyên xwe yên qirêj li ser Rojava bi dawî nakin û got ku wan xwe bi dagirkeriya Tirkiyê ve kirine yek û 24 sa’etan kar dikin çawa dikarin zerar bidin şoreşê. YCR’ê ev got: “Xeta xiyanetê li Kurdistanê PDK/ENKS ye“.
WEKE CIWANÊN APOYÎ BERSIVA ME TOLHILDAN Û BERXWEDAN E
Koordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojava weke helwest diyar kir ku weke ciwanên Apoçî bersiva wan a li hember hemû êrîşan Tolhildan û Berxwedaniye û destnîşan kir ku ewê di vê yekê de bi îsrar têbikoşin û li ser şopa şehîdan ber bi serkeftinê ve bimeşin.
WELAT WELATÊ ME YE, TOLHILDAN SOZA ME YE
YCR’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku ew li ser van bingehan dest bi hemleya xwe di bin slogana WELAT WELATÊ ME YE, TOLHILDAN SOZA ME YE dikin û wiha berdewam kir: Bi awayekî berfireh em ê ji Dîclê heya Firatê, ji Dêrik, Qamişlo Hesekê, Kobanê û Minbic heya Şehba û Efrînê li dijî dagirkeriya çeteyên Erdoğan, ji bo tolhildana şehîdên Karaçoxê û avakirina jiyanekê azad derkevin seferberiye.
Koordînasyonê di dawiya daxuyaniyê de bang li ciwanan kir ku bi xurtahî tevlî hemleya nû bibin û woha bidawî kir: Hûn li ku derê bin, yekîneyên xwe yên parastinê avabikin, xwe rêxistin bikin û li ser kolanan, li gund û bajaran rabin û bêrawestandin heya em bi hev re tola şehîdên xwe hilînin.
Werin! Em ê xwîna keç û xortên welatê me ku bi canê xwe bûne mertalên gelê xwe li erdê nehêlin!
Serkeftin a me ye, binkeftin a dijmin e!