Komara Kurdistanê ya Mehabadê, komareke Kurdî bû ku serbajarê wê Mehabad bû.
Komar, di 22'ê çileya sala 1946'an de ji aliyê serokê wê Qazî Mihemed ve hate ragihandin.
Di nava sedsala 20'an de, piştî hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku Şex Mehmûd Berzencî li Silêmaniyê îlan kir, Komara Kurdistanê ya Mehabadê, di warê dewletbûyinê de, ji bo kurdan bû tecrûbeyeke duyem.
Di 22'ê çileya sala 1946'an de, berî 64 salan weke îro, bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê, li meydana Çarçira ya Mehabadê, Komara Mehabadê ji aliyê Qazî Mihemed ve hate îlankirin.
Jina Qazî Mihemed, Mîne Qazî Xanim axiftineke xweda wehe dibêjîtin: ‘Ez wê rojê bi sed salan nagûherim’.
Meydana Çarçira, piştî axaftina dîrokî ya Qazî Mihemed, alaya Kurdistanê bi xwendina sirûda Ey Reqîb hate bilindkirin û bi coşek mezin ji bo axaftina Qazî numayîş hate kirin. Damezirandina Komara Mehabadê, berhemê pêşkevtina fikra neteweyî ya gelê kurd û têkoşîna wan an dîrokî bû. Qazî Mihemed wekî Serokkomar û Hecî Baba Şêx jî wekî Serokwezîr hatin hilbijartin. Piştî çend rojan encumena hikûmeta Komarê hate eşkerakirin:
Serokwezîr: Hacî Baba Şêx
Wezîrê Berevaniyê: Huseyn Xan Seyfî Qazî
Wezîrê Karên Hundir: Muhemed Emîn Muinî
Wezîrê Aborî: Ehmed Îlahî
Wezîrê Ragehandinê: Kerîm Ehmedî
Wezîrê Perwerdeyiyê: Menaf Kerîmî
Wezîrê Reklam û Danasînê: Sidîq Heyderî
Wezîrê Bazirganiyê: Hecî Mistefa Dawûdî
Wezîrê Kar: Xelîl Xusrewî
Wezîrê Çandinî: Mehmûd Welîzade
Wezîrê Avedanî: Îsmaîl Îlxanîzade
Wezîrê Tendurustî: Seyîd Muhamed Eyubiyan
Wezîrê Şêwirmendî: Ebdurrehman Îlxanîzade
Wezîrê Dadwerî: Mele Huseyn Mecdî.
"Bi mezinahiya Xwedê, Rumetiya Kurana Kerîm, li ser Welat û ala min, ez sond diwxim, heta dilopa dawî ya xwîna min û nefesa min a dawî, bi can û Malê xwe, di rêya azadiyê de, ji bo alên me li azamanan pêl bidin, ezê têbikoşim" Qazî Mihemed
Qazî Mihemed ji bo wê roja dîrokî û wergirtina wezîfeya serokkomarîyê weha dibêje: “Armanca min ev e ku ez yekbûna vî milletî bibînim ku îro çar parçe bûye. Serokkomarbûn tu demekê nehatibû bîra min. Lêbelê miletê kurd min layiqî vê wezîfeyê dîtin. Ez jî dixebitim da ku layiqî vî miletî bibim.”
Hikûmeta Komara Kurdistane, herwiha rêxistinên aborî, civakî, edebî, hunerî û rêxistinên leşkerî jî saz kir. Rojname û kovar derketin. Sistema birêvebir ya Komarê jî hate sazkirin. Hewl hate dayîn ku sistema perwerde û ziman were pêşxistin. Zimanê Kurdî bi fermî hate qebulkirin. Şanoya Kurd hate sazkirin. Ji bo jin di aliyê siyasî û civakî de pêşbikevin, di 14'ê adarê de, Yekîtiya Jinên Kurdistanê hate sazkirin. Jina Qazî Mihemed,Mine Xanim , di xebatên jinan de, roleke aktîv leyist. Herwiha hewl hate dayîn ku têkiliyên diplomasî jî werin xurtkirin. Bi kurtahî, herçend temenê Komara Mehabadê kin be jî, Mehabad di vê demê de bû navenda siyaset û rewşenbiriyê
Qazî Mihemed dixwest hemû jin beşdarî faaliyetên civakî û siyasî bibin. Jinên Kurd jî bi serfkirina ked û berhemên keda xwe û bi bexşkirina zêrên xwe piştgirîyê didan komarê.
“Piştî bidawîhatina Şerê Cîhanî yê Duyem û vegerandina leşkerên Rusî û Îngilîzî bo welatên xwe, leşkerê Îranê dest bi livînan kir.” (Mahname, hejmara: 66 ) Bo ji nû ve dagirkirina Kurdistan û Azerbaycanê. Rêvebir û hêzên leşkerî yên Komara Azerbaycanê li ber xwe nedan û di demeke kurt de hêzên leşkerî yên Îranê ketin Azerbaycanê. Piştî hilweşîna Komara Azerbaycanê, Qazî Mihemed digel endamên qabîne û giregirên eşîran berhev bûn, rewşa nuh hate helsengandin û di dawiya gengeşiyên dûr û dirêj de biryara pevneçûnê hate girtin.
Li pey vê biryarê, di şeva 17.12.1946an de General Mistefa Barzanî bi tevî hinek takekes û rêberên Barzaniyan hatin Mehabadê bo hevdîtina Qazî Mihemed. Qazî Mihemed biryara qabîneyê ji Mistefa Barzanî re got. Piştî hevdîtin û guftugoyan, General Barzanî pêşniyaz kir ku Pêşewa Qazî Mihemed digel wî ji Îranê derkeve û weha got:
“Ez niha jî cenabê we serokê Komara Kurdistanê dizanim û hez dikim we deynim ser serê xwe û li her derê di xizmeta we de bim. Mayîna we li Mehabadê hîç sûd ji we re û ji gelê kurd re nayîne. Hûn ji vî gelî re gelek lazim in û mirov bi vê dewleta ha (ji Îranê) hîç ewle nabe.”
Qazî Mihemed ji bo dilovanî û qedirzaniya General Barzanî spas kir û got:
“Cenabê Mele Mistefa! Ez dizanim dewleta Îranê dê tevayiya rik û kîna xwe ji min veke û dê min bi mirinê tawanbar bike û bikuje. Hingê dê bêhna serok û rayedarên dewletê fireh bibe, êdin dibe ku gelê me ji xişm û xezeba wan selamet bimînin. Loma min bi gel re peyman bestiye ku di her mercî de wan bi tenê nehêlim.
Li pey vê hevdîtin û gotinên dîrokî, Qazî Mihemed alaya Kurdistanê ku li ser maseya wî bû, pêça, ramûsa û dirêjî destê Barzanî kir û got:
“Alaya Kurdistanê li bal xwe biparêze! Umîdwar im hûn nehêlin ev alaya hanê bikeve ser axê.”
Li pey hevdîtina dawîn a Barzanî û Qazî Mihemed, roja dî Barzaniyan ji aliyê Nexede û Şinoyê de ber bi tixûbê İraqê ve here- ket kirin. Ji wê gavê şûn de Barzanî wê pêvajoyê weha tîne ziman:
“Em hatin neçarkirin ku bên ser sînorê Yekîtiya Sovyetê û xwe ji ablûqeya leşkerên Îranê rizgar bikin. Em pêşî çûn nav erdê Tirkiyê û ji wê jî hatin ser sînorê Sovyetê. Di mudetê 20 rojên meşa xwe ya heta ser robarê Aras de, di hemî van 20 rojan de daxwaza kevneperestên Îranê ew bû ku me ji holê rakin; lê piştî şerekî giran û xwînî em gihîştin ser sinorê Yekîtiya Sovyetê.”
Ji çûyina Barzaniyan şûn de, di 21ê meha diwanzde (December) de hêzên dewletê bê astengî ketin bajarê Mehabadê. Di wê şevê de Qazî Mihemed û Seyfî Qazî hatin girtin. Piştî girtina Qazî Mihemed û hejmarekî zêde ji rêvebir û karbidestên hukûmeta Komara Kurdistanê, li nav bajarê Mehabadê atmosfera tirs û hovîtî û xwînrijîya dagirkerên Îranê dest pê kir.
Ji çûyina Barzaniyan şûn de, di 21ê meha diwanzde (December) de hêzên dewletê bê astengî ketin bajarê Mehabadê. Di wê şevê de Qazî Mihemed û Seyfî Qazî hatin girtin. Piştî girtina Qazî Mihemed û hejmarekî zêde ji rêvebir û karbidestên hukûmeta Komara Kurdistanê, li nav bajarê Mehabadê atmosfera tirs û hovîtî û xwînrijîya dagirkerên Îranê dest pê kir.
Dadgehîkirina Qaziyan, yek ji bûyerên sîyasî yên herî mezin ê dîroka Kurdistanê ye. Qazî Mihemed di hemû rûniştinê mehkemekirinê de li hemberî dagirkerên Îranê zeafiyetek nîşan nedaye û serê xwe netewandiya, bêtirs û bi serbilindî parastina gelê kurd kiriye.
Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê Seyfî Qazî û birayê wi Sedrî Qazî, li meydana Çarçira ya ku lê Komara Mehabadê hatibû îlankirin, di 31'ê Adara 1947’an da hatine dardekirin.
EY REQÎB
Kurmancî
Ey reqîb her, maye qewmê Kurd ziman
Naşikê û danayê bi topê zeman
Kes nebê Kurd dimirin,
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan!
Em xortên rengê sor û şoreş in
Seyr bike xwîna rîyan me da rijand
Kes nebê Kurd dimirin,
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan!
Em xortên Mîdya û Keyxusrewîn
Dîn îman u ayîman, her nishtîman
Dîn îman û ayîn man Kurd û Kurdistan
Kes nebê Kurd dimirin,
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan!
Çend hezar lawanî kurdî nere şêr
Bûn be qurbanî hemûyan nêjiran
Kes nebê Kurd dimirin,
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan!
Lawê Kurd rabûye ser pê wek shêran
Ta bi xwîn nexshîn bike tacê jîyan
Kes nebê Kurd dimirin,
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan!
Xortê Kurd tev hazir û amadene
Canfîdane, canfîdane, her canfîda
Can fîda ne can fîda, her can fîda!!!...
Kes nebê Kurd dimirin,
Kurd jîn dibin
Jîn dibin qet nakevê ala Kurdan!