Reşo - Jazz
RMH
Misplaced Lens Cap
trying on a metaphor

izzy's playlists!
NASA
h

JBB: An Artblog!
"I'm Dorothy Gale from Kansas"

Andulka
hello vonnie
Show & Tell

No title available

No title available
YOU ARE THE REASON

祝日 / Permanent Vacation
Alisa U Zemlji Chuda

⁂
noise dept.
Sade Olutola

Discoholic 🪩

seen from Germany

seen from United States

seen from Türkiye
seen from Czechia

seen from Singapore
seen from India

seen from Malaysia

seen from Germany
seen from Serbia

seen from United States
seen from United Kingdom
seen from Singapore
seen from United Kingdom
seen from United States

seen from Malaysia
seen from Nigeria

seen from United States

seen from United States

seen from United States
seen from United States
@teyr
Reşo - Jazz
Dewra Ehmedê Xanî û Kurdewariya Wî
Ahmedê Xanî, herwekî tê zanîn, şair, alim û mutefekkirê herê pêşin ê Kurd e ku bîr û baweriyên Kurdewerî pêşkêş kirine. Baweriya xwe li ser rewşa Kurdan a dema xwe, sedemên vê rewşê û riya çareserkirinê diyar kiriye. Bi vî awayê xwe, ew mu'tefekkirekî siyasî yê Kurd e.
Lê bi dîtin û pêşniyariyên siyasî nemaye, hundurê fikrên xwe yên siyasî dagirtiye. Bi xwe dibêje ku bi zanebûn Mem û Zîn bi zimanê Kurdî nivîsiye, heta qehremanên xwe bi zanebûn ji nav civaka Kurdan hilbijartiye. Ev destan bi mîr û maiyeta xwe, bi hukumet û xelkê xwe, bi evîndarên xwe, bi qehreman û fesadên xwe, bi dawet, şer, nêçîr, kêf û şahî, xem û zilm û zîndanên xwe civakeka Kurd a pir alî derdixe holê û Ahmedê Xanî ev rê bi zanebûn daye ber xwe:
(Xanî.... ) Safi şemirand, vexwarî durdî Manendê durê lîsanê Kurdî înaye nîzam û întîzamê Kêsaye cefajiboyê a 'mê Da xelq nebêjitin ku "Ekrad Bêmarîfet in, bêesl û binyad Enwa 'ê mîlelxwedan kitêb in Kurmanc tenê di bêhesêb in " Hem ehlê nezer nebên ku "Kurmanc Işqê nekirinji bo xwe amanc Têk da ne talib in ne metlûb Vêkra ne muhibb in ew, ne mehbûb Bêbehre ne ewji isqebazî Farixji heqîqî û mecazî" …..... Sazê dilê kul bi zîr û bem bit Sazendeê işqê Zîn û Mem bit Şerha xemê dil bikimfesane Zînê û Memê bikim bahane Nexmê weji perdeê derînim Zînê û Memêji nû vejînim Malûl bûyîn hebîb û asiq îrohe wekî tebîbê haziq Derman bikim ez ewan, dewa kim Wan bêmededan ji nû ve rakim …..... Ev meywe eger ne abîdar e Kurmancîye ew qeder li kar e Ev tifle eger ne nazenîn e Nûbar e bi min qewî sêrîn e Ev meywe eger nepir lezîz e Ev tifle bi min qewî ezîz e Mehbûb e, lîbas û gûsîwar e Milkêd-i min in, ne mustear e Elfaz û meanî û îbarat însa û mebanî û îsarat Mewzû ' û meqasid û hîkayet Mermûz û menaqib û dîrayet Uslûb û sifat û mane û lefz Esla nekirin meyekji wan qerz Bîlcumle netaicêd-ifikr in Dûşîze û nû 'erûs û bîkr in
Ahmedê Xanî, bi alimiya xwe ya dînî, bi dersdariya xwe, bi hînkariya xwe ya ji bo zarokên Kurdan, bi hunermendiya xwe ya şairî, bi mutefekirî ya xwe ya felsefî, dîrokî û stêrnasî cihekî bilind digre. Helbet sedemê vê yekê ew e ku ew kesekî zîrek ê bikêrhatî ye, têgihîştin, aqil û xîreteka mezin li ser heye. Ji eserên wî gellek xweş diyar dibe ku wî, li gor dema xwe, xwendin û tedrîsatek gellek tekûz û piralî jî dîtiye. Xwendinek welê bi serûber û piralî ku di zanyariyên dînî de, di dîrok û felsefa îslamiyetê de, di şerîetê de, di zimanên Farisî, Erebî, Osmanî û Kurdî de, di kultura îdarekirinê û ya dîwana mîrî de, di nasîna adet û teqalîdên civaka Kurdewarî de, di cografya û stêrnasiya wê demê de kûr çûye û bûye otorîte ku bi serbestî bîr û bawerî, qenaet û zanînên xwe di van waran de diyar kirine. Ev yek, pirtir destekê dide wan îddîayan ku dibêjin ew li gelek bajar û welatan geriyaye, wî li gelek medresên sewiyebilind xwendiye. Bi alim, mîr û dewletmendên wê demê re rabûye û rûniştiye, ketiye sohbet û munaqeşên dînî, zanyarî, bîr û baweriyên wê demê yên dunyewî. Ev zanîna piralî ya Ahmedê Xanî ji alî din ve fikrekê li ser sewiya hîn karîya medresan ya wê demê dide me. Nexwe wan medresên ku Ahmedê Xanî û yên ku seyda û hevalên wî tê de xwendin û pişt re dersdarî kirin, ne medresenî bê îmkan û sewiyenizm bûn.Mirov nikare îddîa bike ku Ahmedê Xanî zanayekî bi tenê yê îstîsna yê dewra xwe bû. Helbet ne bi awayekî berfireh û kutlewî be jî, bi mahneya zumreyeka elît a serdest a teng be jî, ew di nava civatekê de dijiya, xwediyê hemdemên xwe bû. Loma jî hem dema Ahmedê Xanî, hem jî hem demên wî muhtacî wê yekê ne ku bi lêkolînên piralî û hûr û kûr bên ronahîkirinê. Dewra ku ew tê de jiyaye, çi herêmî û welatî be, çi jî cîhanî be, tesîrek mezin li ser wî hiştiye. Di şikilgirtina fikrên wî de rol leyistiye. Ahmedê Xanî, di nîvê paşîn ê sedsala huvdehan de jiyaye. Tarîxa ji dayikbûna wî 1650-1651, ya mirina wî 1707-1708(?) e. Di 1664-65 an de dest bi nivîsînê kiriye. Mem û Zîn a xwe ya şaheser di 44 saliya xwe de temam kiriye. Dewra Ahmedê Xanî, dewreka welê bû ku dest pê bûbû, dinya Rojhilat ji ya Rojava pêşdetir diket. Awrûpiyan ji mêj ve ji xwe re riyên din ên çûna Asyayê dîtibûn. Vasco da Gamayê Portekîzî, teqrîben du sed sal berî nivîsîna Mem û Zînê; di 1497'an de li dora Afrikayê zîvirî û gîhaşt peravê başûrê rojavayê Hindistanê. Her di wan salan de Kristoff Colombus jî Amerika keşif kir û îspanyoliyan berê xwe dan vê qitaya nuh. Piştre hin Awrûpî yên din jî li pey Portekîziyan xwe gîhandin Asyayê, li hin peravan kolonî danin, di bazirganiya deryavaniyê de bi portekîzîyan re ketin reqabet û şerî jî. Gava destpêka sedsala 17'an hat, hin welatên din ketin pêşiya Portekîziyan. Herçî ji ber ku îspanyoliyan pirtir berê xwe dabûn dinya nuh (qita Amerîkayê) li Asyayê zêde bela xwe di Portekîziyan nedan, lê Hollandî û îngilîz ne di vê rewşê de bûn. Deryavanê Hollandî Abel Tasman di 1643'yan de Awusturalya keşif kiribû. Di nîvê duduyê vê sedsalê de Portekîzê kontrola Okyanûsa Hindî ji dest xwe derxist, xist destê îngilîz û Hollandiyan. Evan jî bi riya bazirgan û leşkerên xwe yên deryavan, têkiliyên piralî li gel mîr, xaqan û mehracên Hindistanê, Moxolistanê, Çînê û Japonyayê danîn û di bazirganiya Asyayê û ya navbera Asya û Awrûpayê de pêşve çûn. Vê yekê bi awayekî xerab tesîr li riya Baharatê û jiyana îqtisadî û tîcarî ya wan welatên ser vê riye kiribû. Kurdistan, yanî welatên mîrayetiyên Kurdan ji vê yekê para xwe wergirtin. Ewrûpiyan li Afrikayê, li Amerikayê û li Asya Dûr kolonyalîzma xwe pêşde birin. Êdî ne bi eşkereyî be jî şerqîyan pêşketina xerbiyan qebûl dikirin, rexbet ji mal û pereyên wan re pirtir bû. Çewa îro li şerqê dolar di ser hemî peran re ye, wê demê jî Florinên Holandî pir bi qîmet bûn. Ahmedê Xanî di Memû Zînê de pesnê Florînê zêrîn dide:
Mîrê ku bi navê Mîreza ye Mehza nezera wî kîmîya ye
Qelbêd-i zexel diket belorî Pûlêd-i dexel diket florî
Ronesansa Awrûpayê ku di eslê xwe de tevgera burjuwaziya Awrûpayê ya li hemberî arîstokrasiya feodal bû, ji du sed salan bêtir berî Ahmedê Xanî dest pê kiribû. Gava Ahmedê Xanî Mem û Zîn dinivîsand, ronesansa ku fikrên humanîzmê, şikjêbirinê û ferdiyetiyê bilind kiribûn, gihaştibû qonaxa xwe ya herî bilind û kemilî. Tevgerên reformasyonê sed û pêncî sal berê destpê kiribûn. Li Ewrûpayê şer û têkilheviyên siyasî û fikrî hebûn. Galileo Galilei (1 564-1642) yê îtalî, berî ku Ahmedê Xanî were ser ruyê erdê dîn û ilim ji hev veqetand û iddia kir ku dinya li dora rojê digere. Fîlozof û zanayên wekî Francis Baconê (1561-1626) îngilîzî, Renê Descartesê (1596-1650) Firansizî derketibûn qada fikrî û ilmî. Isaac Newton (1642- 1727) hemdemê Ahmedê Xanî bû. Nicolaus Copernikusê (1473-1543) Polonî sed û pêncî sal berî Xanî got ku ne ku dinya lê roj merkez e, hîv li dora dinyayê, dinya li dora xwe digere. Johannes Kepler (1571-1630) bi alîkariya lênêrînên xwe yên li stêran û ya Danîmarkî yê bi navê Tycho Brahes (1546-1601) Copernikus tesdiq kir û got ku planet li ser besteka elîpsî digerin.
Tevî vê jî, dewr li Awrûpayê dewreka wisa bû ku dêrê 70 sal piştî mirina Copernikus; di I6l6'an de ew afaroz kir. Di 1633'yan de Galilei hat mecbûrkirin ku dev ji wê îddîa xwe berde ku digot dinya li dora rojê digere. Li îngîlterê, li Unîversîta Oxfordê, di 1670 'yan de pişt li felsefa skolastîk hat şikandin. Li Harvardê, telebên dînî û teologan ev pirs girtin destên xwe. Lê li îspanya û koloniyên wê, di 1633'yan de ev fikir hatin qedexekirin. Vê rewşa han heta nîvê sedsala 18'an ajot. Li Polonya û Macarîstanê û her wiha li Rûsyayê fikrên wiha di sedsala 18 ' an de peyda bûn û eynî di wê demê de jî di riya mîsyoneran re gîhaştin Çînê. Fikrên Copernikus, 200 sal piştî mirina wî di sedsala 18'an de li Awrûpayê serbest bûn. "Principia"ya Newton di 1687'an de tenê çend nusxe çap bûn. Çapa duduyan ma heta sala 1713 'an. Ev eser, cara pêşîn di 1729'an de bû îngilîzî û di 1759-'an de bû Firansizî. Salekê berî ku Ahmedê Xanî çêbibe, li îngilterê Cromwelî kral şikand û hat ser hukum. Li hin welatên Ewrûpayê şerê terefdarên kraliya mutleqî û yên kraliyên meşrûtîyan jî yên cumhûriyetçiyan çê dibûn. Li hin welatan her çendî parlamento, merkezîyan jî mehellî hatin avakirin jî, dem bi dem cumhûriyetçî hatin ser hukum jî, lê vê yekê gellek neajot, cumhûriyetçîtî û parlamenterîstî di demên gellek kurt de hildiweşiyan. Fikir û hukmên kraliyeta mutleqî li hemû Awrûpayê serdest û di rewacê de bû. Osmanî hatibûn dawiya debdeba xwe ya mezin. Erê hukmê şûrê wan hîn li ber deriyên Wiyanayê bû, lê Awrûpiyan li vir destpêkiribûn zora wan dibirin. Gellek şer li ber deriyê Wiyanayê çêdibûn, Osmaniyan êdî dest pê kiribûn ji Awrûpayê vedikişiyan. Ev yek li paytext dibû sedemên bê îstîqrariyan. Wezîr li pey weziran dihatin ezilkirin an îdamkirin. Yenîçerîyan gav bi gav serî hildidan. Di serayan de entrîkayan Sultanan dadixistin û radikirin. Rewşa bêîstîqrarî, vekişiyana ji rojava û Awrûpayê,şikestina di şeran de, daxwaz û tadeyiyên hukumeta merkezî ji bo esker û bac û xeracê, li ser Anadoluyê û Kurdistanê girantir dikir. Barê xelkê girantir dibû, nerazîbûn, acizî û tevlîhevî di nav xelkê de pirtir dibû. Kurdistan di rewşeka ecêb a balkêş de bû. Rewşa Kurdistanê jî piçekî dişibihiya ya Osmaniyan. Kurdistan ji aliyekî ve di yek ji wan qonaxên tarîxa xwe yên herî bilind de bû. Herwekitêzanin, di 1514'ande piştî ku mîrên Kurdan Sefewiyan ji erd û bajarên xwe derxistin, bi navbêncîtiya îdrîsê Bedlîsî bi Yavuz Sultan Selîmê Osmanî re li hevkirin. Hin mîrîtî bûn hukumetên nîv serbixwe, hin jî hatin girêdan bi hukumeta merkezî ya Osmanî ve. Herçî di 1514'an de piraniya Kurdistanê ket bin baskê Osmaniyan, lê li ser erdên Kurdistanê hîn ji sed salan zêdetir misêwa şer di navbera Osmanî û îraniyan de hebû. Ev yek bi giranî, 11 sal berî çêbûna Ahmedê Xanî, di 1639'an de bi Peymana Qesrê Şîrîn rabû û hudûdên diyar li navbera Osmanî û îraniyan hatin kêşan, şerrawestiyan, aramî û îstîqrar zêdetir ket Kurdistanê. Mîrên Kurdan ên ku xwedan hukumet bûn, di nav xwe de serbest bûn, hakimî dikirin û welat bi dezgeyên xweyên herêmî, li gorî qanûn, adet û teqalîdên xwe idare dikirin. Vê dihişt ku Kurdistan di vê dewrê de ji alî îqtîsadî, ticarî, ziraî û kulturî ve bi pêş keve. Li vê derê em ê tesbîtên hin gerokan li ser du bajarên mezin ên Kurdistanê; Diyarbekirê û Bedlîsê bidin diyarkirin ku di dema Ahmedê Xanî de çûne li Kurdistanê geriyane û gerrên xwe nivîsîne. Xwendevan, gava van tesbîtan bixwîne wê fikreka zelaltir di heqê Kurdistana dema Ahmedê Xanî de li serê wî peyda bibe. Sîmonê Polonî yê ku di sala 1612'an de hatibû Diyarbekirê di seyahetnameya xwe de wiha dinivîse: "Bajar, herwekî di tevayiya dewra dîrokê de, îro jî navendeka dîn û îrfanêye... Zêrker,zernîşancî,kêrsaz, papûçsaz, cîzmesaz û erbabên zenaatên din hene û hemtayên wan bes li îstenbolê tên dîtin. Gava meriv dikeve hundurê xaniyên Diyarbekirê, meriv nema dixwaze derkeve derva. Ev,wekî xaniyên Helebê koşkên zarîf û taqbinexş in. Xelkê wê jî mirovinî gellek nazik û murefeh in, di dema xwarinê de ne ku serxweş bibin û zimandirêjiya bikin, di hemdê xwe de sakin û biedeb dimînin. Çimkî hemû jî mirovinî xwenda û zana ne, çi di sohbetan de, çi jî di kirrîn firotinê de be bi zeka û nezaket dilivin û bi zimanekî edebî diaxivin." Tavernier ku di nîvê yekê yê sedsala 17'an de hatibû Diyarbekirê, pesnê sinaiya wê dide û dinivîse ku: "Marokenên Diyarbekirê hem bi reng hem jî bi deqên xwe di seriya hemû berhemên şerqê yên ji vî cinsî re ne. Li vê derê hindî maroken tên çêkirin ku ji çaran yekê xelkê bajêr debara xwe bi vî karî dike. Ewliya Çelebiyê ku di nîvê sedsala 17 ' an de li gellek deverên Kurdistanê geriyaye û ev yek bi awayekî fireh û ûslûbek balkêş nivîsiye, di Seyahetnameya xwe de bi wê uslûba xas bi xwe pesnê şûr, mertal, rim, tîr, xencer, kêr û tiştên din yên hesinîn û polayîn, zîvkarî û zêrkariya wê (van Bruinessen, Martin and Boeschoten Hendrik -Evliya Çelebi in Diyarbekir 1988 r. 170), tevnevaniya wê ya pembo û hevrîşm, goşkariya wê yaku pêlav, cîzme, papûç, meshên sextiyanîn ên rengîn, bazar û dikanên bajêr dipesinîne. Poulletê ku di 1660'an de hat Diyarbekirê wiha dinivîse: "Çarşî û bazara Diyarbekirê mezin û hinde sipehî ye ku li Tirkiyê mirov neşêrastî hemtayeke wê were. Hejmara bazirganên ku ji îranê, Moxolîstanê, Polonyayê û Moskovayê tên û hevrîşm, pembo û awe sextiyanên xweşik û fêwqelade dibin wdatên xwe gelek in." Di tevnan de qumaşên ku ji wan re qutnî, xezeliye û mantin dihate gotin, pûşî, çitarî, manûse û cawên pembo dihatin tevinîn. Xalî, kilîm, cîcim, şal, kulav û sextiyanê rengîn ê Diyarbekirê bi nav û deng bûn. Ji sifrê Erxeniyê û ji şûşê gellek awe eşya dihatin çêkirin. Cawê pembo yê xîvetanyêkujêre "Dirbakirkirbasi" dihat gotin bi kalîta xwe bêhemta bû. Ji bo lazimiyên eskeriyê dihat çêkirin, ku zêde bimana jî bes bi îzn dikarîbû bihata îxrackirin. Ewliya Çelebî di Seyahetnameya xwe de cih dide jiyana ilmî û kulturî ya wan bajarên ku çuye wan; di vê çarçevê de pesnê şairên Diyarbekirê dide û dibêje: "Li Diyarbekirê bi sedan şu'erayên kamil ên fesîh û belîx hene ku her yek ji wan ji mîsala Rûhî û Fuzûlî ne."Ewliya Çelebî bi pesindayinek mezin behsa camî, medrese û tekyayên Diyarbekirê jî dike, yek bi yek navên camiyên nava bajêr dijmêre û pişt re vedigere ser medresan û xwendina ilim: "Li her camiyên ku me li jorê binavkirin, yek, du medreseyên tehsîla ilim hene. Li Camiya Mezin, Medresa Mercaniye... Li nav aliman rûmeteka wê ya bilind heye. Muderrisê wê li wê derê digihîje mewlewiyetê. Muderris û feqiyên wê hene. Weqfên wê gellek xurt in, wezîfeyên diyar ên hucrên wê lehmiye û şem'iyeyên (istihqaqa goşt û çirayan) wê daîmî ne. Ji bilî wê li dervayî mihraba Şafiî, Medresa Şafiî, ev ji avadan e. Medresa Camiya Pêxember, feqiyên wê gelek in. Yekî ku li vê derê dest bi tehsîlê kiribe tu carî mehrûm nemaye. Medresa îpariyê medreseyeka meşhûr e ku li vê derê ilmê beyan tê xwendin. Loma jî feqiyên wê di demeka kurt de bi navûdeng dibin û dibin xwedan meqam. Piştre li DeriyêMêrdînê, Medresa Xusrevîye; li vî cihê ilim ilmê kelam tê xwendin. Ji ber hindê feqiyên wê gellekî sererast û rewan diaxifin. Medresa Şarûlîzade; li vê derê ji ber ku ilmê fiqih tê xwendin xelîfên wê gelekî feqîh in. Piştre MedresaŞêx Rûmî [Urmiyeyî] asîtaneyeka mezin e. Şagirtên wê bi tesewif û tewhîdê meşxûl in. Piştre Medresa........ [ev nav di destnivîsa Seyahetnameyê de nehatiyex wendin n.m.] Li vê derê jî ilmê tefsîrê; Tefsîra Cerîr Taberî û Tefsîra îbn-î Mes'ûd û Tefsîra Ebu'l-Leys û Tefsîra Baxawî û Tefsîra Qazî û Tefsîra Deylemî û Tefsîra Feyzullah Hindî û Tefsîra Ebû's-Su'ûd tên xwendin ulemayên musennif ên fuzelayên mufessîr û mudeqqiq hene." Di Seyahetnameya Ewliya Çelebî de mirov rastî gellek agahdariyên fireh di heqê Mîrekiya Bedlisê jî tê. Li gor agahdariyên di vir de, xwiya dibe ku Xanê Bedlîsê, xwediyê nufîizeke mezin bû. 70 eşîr di bin destan de bûn. Ji wan, dikarîbû 70. 000 esker bi civandana. Merkezamîrîtîyê, Bedlîs, yek ji bajarên şêntirîn û binavtirîn ê demaxwe bû. Her çendî bi çiya û berên xwe, ji bo çandiniyê ne lihev b.û jî 10.000 bax hebûn, baxê Avdel Xanî bi xwe wekî Baxê îrem bû, tenê xurme, mûz û servî tê da nebûn. Yan ne hemî awe darên din û qesrên bilind di nav vî baxî de habûn, baxçevanên wê ji îsfehanê, Tebrîzê û Naxîcewanê hatibûn anîn. Kanî û fiskiyên ku li yê derê hebûn li diyarê Rûmê li çu cihî nebûn. Li dora her hawuzekê ji berên hûr ên biqîmet mermerên wisa hatibûn raxistin ku weki karên sedefîn ên Hindî bûn. Li dora hawizan kaniyên ji serê şêran û ejderhayan hebûn ku avên heyatê qasî gewriya mirovî qalind tê ra diherikîn. Ava bexçan yan bi çerxan (dolaban) an jî bi amanên gir ên girover wekî kundiran dihat hilkişandin ji bo jorê. Li Bedlîsê pîşekariya destan di qonaxa xwe ya herî bilind de bû. Di karê boyaxê û sextiyan çêkirinê de gellek li pêş bûn. Bi taybetî wê demê nexişandina sextiyan gellekî muhîm bû ku Awrûpiyan hê ev yek nizanîbûn. Ev, dihatin ixrackirin ji bo Awrûpayê. Xusûsiyeteka din jî ew bû ku boyaxeka "esperek" a rengzerîn dihat bikaranîn ku ji gul û gîha dihat derêxistin. Wekî boyaxçiyên Bedlîsiyan hesinkarên wan jî bi nav û deng bûn. Şûrên Şêxanî, Makrawî û Ziverzînî yên ku li Bedlîsê dihatin çêkirin li tu cihekî din ne dihatin durustkirin. Wekî van tîr û kevanên wan jî layiqî pesinandinê bûn. Çuxayên ji hiriyasafîyên ku li bal terziyan dihatin dirûn, hinde zarîf bûn ku meriy nedizanî kii hatine dirûn. Li bazara Bedlisê ya kargîr, 1200 dikan hebûn. Hemû qumaşên buha, tiştên xwarin û vexwarinê diviya biçûna ser qentara bazarê. Buhayê her malekî hatibû diyarkirin. Yaqûbîyên Xiristiyan bazirganî di destê xwe de digirtin. Ewan bi îran û Gurcîstanê re tîcaret dikirin.... Gellek xan û serayan bajar dixemiland. Ev hemû yên xanê Bedlîsê bûn. Bendên ku av dianîn nava bajêr û 41 kaniyên ku hatibûn çêkirin di xizmeta xelkê de bûn. Ji bilî vê li der û dora bajêr 11 pir hatibûn avakirin. Avdanî û dezgehên avê, wan gerokên ku sedsalên buhurî diçûn li vê derê digeriyan mit û mat dihiştin. Xanê Bedlîsê bendek li ber Ava Neqlebanê ava kiribû û evder kiribû golek bendavîn ku kelek li ser digeriyan. Ewliya Çelebî, behsa camî, mescid, medrese, mekteb û tekyayên Bedlîsê jî dike û dibêje ku di van medresan de hedîs û tefsîr tên xwendin.... 70 mekteb, 20 tekyayên neqşîbendî, Gulşenî, Bektaşî hene....Çelebî dinivîse ku alimên Bedlîsê yên deqên esrê xwe hene û dibêje ku "yên em dinasin ev in: Molla Hesen Efendiyê Yekçeşm, Molla Zeynuddin, Mollazade, Molla Ebubekir, îmamê Şerqiyê, Ali Efendiyê Molla Mihrabzade, Molla Cebrail, Molla Mûsa Hekkarî, Molla Israfîl, Molla Muhtanî, ji hekîm û doktorên wan; Molla Mîsî, Molla Ramazan, Kara Seccah, Gencî Alî, Sarîhzade.. ustadên bêhemta ne. Piştî şikestina Evdal Xanê Mîrê Bedlîsê, li gel gellek tiştên ku tên serê wî û xanedaniya wî, yek jê jî ew e ku mal û mulkên wî, çekên wî, kitêb, tablo û eserên neqaşiyê yên wî, li mezatê tên firotin. Ewliya Çelebî, navê hin ji van kitêban dide. Emê li vir hinekan bi navbikin da xwendevan bikaribin bibînin ka eserên ku wê demê dihatin xwendin çi bûn: Futûhat-î Mekkiye; destnivîseka Muhiddin Arabî, Fusûs; Muhiddini Arabî - şerha Fusûsê, telîfa Sari Abdullah Efendî; destnivîs, Futûhat-î Mekkiye: Qutbiddînê Hanefî, Fetihname-i Misir: bi destê Sultan Selim, telîfa katib YûsufCan; Milel ve Nahal, TelîfaNûh Efendî, Menaqiba Şêx Ebû îshaq Karzûnî, Saadetnameya Aşiq Paşa, Menasîk-ul Hac, Menaqib-î Ewliya,Tarîxa Salih Efendî, Cami-ul Hîkayat, Tarîxa Mîrhand, Luxeta Lamiî, Cerîdet-ul Acaîb, Mîr'atê Kaînat, Tarîxa Teberî, Qanûnnama Latifî Paşa, Tarîx-î Xazawat-î Sultan Mûrad Xanê Rabi', Tarîxa Peçewî, Rîsale-î Aqaîdî Kemal Paşazade, Şerha Kûsûnîzade, tercuma Mîr'at-î Kaînat,Taqwîm-ul Buldan, Tarîxa Sukkerî, Tarîxa Misrê ya Şahab Çelebî, Futûhatê Misir a îbn Abdulhalîm, Fezail-î Misrî ya Amrul Kebedî, Kîtab-î îbn-î Dolak, Kîtab-î îbn-î Yesîr, Kîtab-î Mesalîk a îbn-î Fadlullah, Kîtab-Î Menahicul îber, Siyerê Nebî ya Nûh Efendî, Siyerê Nebîya Weysî Efendî, Waqianame ya Weysî Efendî,Tarîx-î Sahabe, Tecrd-î Sehabe ya Zehebî, El Asabe fî'l Marîfet-u s 'Sahabe, Kîtabul Huffaz a Zehebî,Tabaqat-i Şafiiye, Tabaqat-ul Malikiye ya îbn-ul Ferhûn, Tabaqat-i Şaranî, Tabaqat-ul Hanefiye, Mîr'at-îZeman, Kîtab-ul Bedayî ya îbnî Kesîr, Camî ya Kebîr, Camî ya Sexîr, Enwar-ul Aşiqîn, Tuhfet-ul Ebrar û Kelîle û Dimne. Lê mixabin xwiya bû ku êdî Kurdistan hatibû dawiya vê qonaxa bilind. Çimkî Osmanî ji ber paşdekerîn û şikestinên xwe yên di şeran de, dest pê kiribûn pirtir bela xwe di mîr, paşa û xelkê Kurdistanê didan. Çimkî statuya ku hebû, nedihişt ku Osmanî li gor kêfa dilê xwe dest deynin ser dewlemendiyên Kurdistanê, esker, xerac û vêrgiyan û dewlemendiyên ser erdê û yên bin erdê ji bo xwe bibin. Loma jî dixwestin statuya ku di 1514'an de hatiye danin biguherin. Ji ber vê hindê jî hem li bahanan digeriyan û hem jî dawa tiştên zêde dikirin. Demaku Ahmedê Xanî êdî xortekî ciwan bû, êrîşên paşayên Osmaniyan jî êdî li ser mîrên Kurdan gurr dibûn. Di 1655'an de Melik Ahmet Paşa, mîr û paşayên der û dora Mîrîtiya Bedlisê jî da dora xwe û hucûmek bir ser Evdal Xanê Mîrê Bedlisê. Mîrşikest, reviya, kurê wî li şûnê bû mîr. Gerçî piştî salekê Evdal Xan cardin hat ser hakimiya Bedlisê lê statuya Mîrîtiya Bedlisê di 1670 'yan de bi temamî hat rakirin. Statuya Mîrîtiya Hekariyan jî di 1688'an de hat rakirin. Berê hukumetek bû, hat guhertin bû "ocaklik".Tavernierê gerrok, di demagerra xwe da dibe şahidê bûyerekê ku bi vî awayî neqil dike: Paşayê Erzurûmê, wan 12.000 leşkerên ku Padîşah ji bo şerê Qandiyayê daxwaz kiribû, neşandibû. Kapûciyê ku fermana îdamawî li gel xwe anîbû, ya îdama paşayê Qersê jî anîbû ku 6000 esker neşandibû. Ez li gundekî rastî Kapûcîbaşî hatim ku vedigeriyaîstenbolê.Wî herdu serên wan paşayan nîşanî min da ku di çenteyekî de dibir ji padîşahî re. Buyerên bi vî awayî, neliheviya mîrên Kurdan, bikaranîna wan li hemberî hev, destpêbûna berfirehbûna têkilhevî û bêîstîqrariyan, şopa xwe li ser fikrên qewmî û civakî yên Ahmedê Xanî hiştine. Ahmedê Xanî, gava Mem û Zînê dihûne xwiya ye ku li Bayezîdê ye. Bayezîd ji destpêka 1514'an sancaqek e ku girêdayî bi Mîrê Mîran ê Wanê ve ye û mîrê wê jî tum ji alî hukumeta merkezî ya îstenbolê tê tayinkirin. Gerçî pirê caran ev mîrekî Kurd e lê ne hukmê wî, ne jî mafên wî qasî yên wan mîrên xwedan hukûmet nabin. Bayezîd bivî awayî heta sala 1828'an geh girêdayî bi eyaleta Wanê geh jî bi ya Erzurumê welê diçe. Bayezîd sancaqek serhedî jî ye ku gellekî dibe şahidê şerê navbera Osmanî û îraniyan. Ahmedê Xani, li gellek deverên Kurdistanê; wekî tê gotin li Bedlisê, Xelatê, Ruhayê û Cizirê jî maye, çûye Misrê û hecê. Kurdistanê ji nêz ve bi tevayî nas dike. Ev buyer, hemîdibin hevîrê fikrên Ahmedê Xanî. Ew, rewşa dema xwe wiha dibîne:
Xasma di vê esrê da ku himyan Masûq û hebîb e bo me hemiyan
Yanîji timayê dirav û dînar Heryekji me ra we bûne dildar
Ger ilmê temam bidî bipûlek Bifrosî hîmmetê bi solek
Kes nakete meyterê xwe Camî Ranagiritin kesek Nîzamî
Ew, miletê Kurd miletekî bindest dibîne:
Emmaji ezelXudê wisa kir Ev Rûm û Ecem li ser me rakir
...
Ez mame di hîkmeta Xudê da Kurmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechê mane mehrûm Bilcumleji bo çi bûne mehkûm
Wan girtî bi sîr şehrê suhret Tesxîr kirin bîladê himmet
Her mîrekî wan bi bezlê Hatem Her mêrekî wan bi rezmê Rustem
Bifikirji Ereb heta ve Gurcan Kurmancîye buye subhê burcan
Ev Rûm û Ecem bi wan hesar in Kurmanc hemî li çar kenar in
Her du terefan qebîlê Kurmanc Bo tîrê qeza kirîne amanc
Goya ku li serhedan kilîd in Her taîfe seddek in sedîd in
Ev qulzemê Rûm û behrê Tacik Hindî ku bikin xurûc û tehrîk
Kurmanc dibin bi xûn mulettex Wanjêk vedikin mislê berzex
Ahmedê Xanî sedemê vê rewşa xerab jî bi vî awayî nîşan dide:
Cwamêrîyû himmet û sexawet Mêrînî û xîret û celadet
Ew xetmeji bo qebîlê Ekrad Wan dane bi sîr û himmetê dad
Hindîji seca 'etê xeyyûr in Ew çendji minnetê nefur in
Ev xîret û ev 'ilûwî himmet Bû maniê hemlê barê minnet
Lew pêkve hemîse bêtifaq in Daim bi temerrud û sîqaq in
Ahmedê Xanî berpirsiyarê vê rewşê Mîr û rêberên Kurdan dibîne:
Tebeiyyetê wan egerçî 'ar e Ew 'are li xelqê namdar e
Namûs e li hakim û emîran Tawan çi ye sair û feqîran?
Ahmedê Xanî tenê rewşê diyar nake, li gorî xwe çareyan jî nîşan dide:
Ger dê habûya me ittihadek Vêkra bikira me înqîyadek
Rûm û Ereb û Ecem temamî Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Tekmîl dikir me dîn û dewlet Tehsîl dikir me ilm û hikmet
Temyîz dibûnji hev meqalat Mumtaz dibûn xudan kemalat
Rabitji mejî cîhan penahek Peyda bibîtin me padîsahek
Şîrê hunera me bête danîn Qedrê qelema me bête zanîn
Derdê me bibînitin îlacê Ilmê me bibînitin rewacê
Ger dê hebûya me serfirazek Sahibkeremek suxennewazek
Neqdê me dibû bi sikke meskûk Nedima wihe bêrewac û me§kûk
Her çendî ku xalis û temîz in Neqdeyn bi sikke ezîz in
Ger dê hebûya me padîsahek Layiq bidîya xudê kulahek
Te'yîn bibûyaji bo wî textek Zahir vedibûji bo me bextek
Hasil bibûyaji bo wî tacek Elbette dibû mejî rewacek
Xemxwarî dikir li meyetîman Tînane derêji dest leîman
Xalib nedibû li ser me ev Rûm Nedibûne xirabeyê destê bûm
Mehkûmê Elîyye û sealik Mexlûb û mutîê Turk û Tacik
Riya serketinê jî li gorî wî ev e:
Herçî bire sîrî destê himmet Zebt kirji xwe ra bi mêrî dewlet
Lewra ku cîhan wekî erûs e Wê hukum di destê sîrê rûs e
Lê eqd û sîdaq û mehr û kabîn Lutfû kerem û e'taû bexsîn
Pirsîji dinê min ev bi hîkmet Mehra te çi? Gote min ku himmet
Hasil ku dinê bi sîr û îhsan Tesxîr dibitji bûyî însan
Heke dewlet, serdar û muesese tunebin, medeniyet, hedaret û kultura meriv qîmetê nabîne:
Ger dê hebûya mejî xudanek Alî keremek letîfe danek
Ilm û huner û kemal û îz 'an Şiir û xezel û kîtab û dîwan
Ev cins biba li bal wî me 'mûl Ev neqd biba li nik wî meqbûl
Min dê elema kelamê mewzûn Alî bikira li banê gerdûn
Bînave ruha Melê Cizîrî Pê hey bikira Elî Herîrî
Keyfek we bida Feqihê Teyran Hetta bi ebed bimaya heyran
Lê Ahmedê Xanî gellekî xemgîn e ku xan û dewlet nînin, loma jî qîmeta hunerê wî û yên wekî wî nayên zanîn, bi keserekmezin dibêje:
Çi bikim ku qewî kesad e bazar Nîninji qumasê ra xerîdar.
Gula Deviya / Ruşen Alkar
Helbest: Sergo Egîd, Mûzîk: Ciwan Haco
Ey Gula Deviya Gulek wundaye nav darên bilind Çûkek ber danî Pirsa xwe jê kir Çima tu li jêrî tu mayî li bin Ev darên mezin rê li te girtine Ava te vedixwin ronîji te dibin Ger tu bimînî jar û lî vir winda Wê rojek bê te reng ji te bibin Nav vê deviyê pir mabûn bê hêz Lê her bilind dibûn û cihê xwe girtin Tu jî weke wan bejna xwe hilde Ta ku stêrk û roj ber xwe bikevin De îro rabe ey gula sîrîn Bi hêz û bi zor. Her biçe berjor.
Êş - Hesenê Metê
Xwezî anuha ev gotinên min bihatana nivisandin! Xwezî di pirtûkekê de berhev bibûyana! Bi pênûseke hesinî, bi qurşûnê Li zinaran bihatana kolanê ko her û her bimana. (»Tewrat«, Hz. Eyûb, XIX: 23–24)
Prolog
Ji bo ko ev çîroka ha were nivisandin, wî bi bêjingan titûn ne kişand, bi kûpan şerabên kevnesalan venexwar, gund bi gund ne geriya û mijar berhev ne kirin, bi dehsalan li ser ne sekinî û lê hûr ne bû, wekî mirîdan çavên xwe ne girtin û guhdariya aliman ne kir, li civatên eşîran rûnenişt tizbî di nava tiliyên xwe de li ba ne kir û mîna dengbêjan ne lorand. Bi gotineke din, Darînê Daryo, Darîn î lehengê vê serpêhatiyê ev çîroka ha ne nivisand.
Û wê şevê, dema ko wî qelûna pêşîn ji titûnê dagirt, dema ko agir berdayê û dûman bi ser xist, ko ez ne li ba wî bûyama, a di wê gavê de ko ez ne bi wî re bûyama, bi du hezar û du caran ez sond dixwim ko anuha ev çîroka ê ne di destê we de bûya. Lê dîsa jî, dîsa jî ez dizanim ko kesek ê bi van gotinan bawer neke lê... wek ko min got, di wê gavê de li ba wî deng tune bû, ronahî tune bû, wext tune bû, Xwedê tune bû, dunya li dora xwe çerx ne dibû. Û ev hat malê. Monolog M aleke weke gelek malên bêyî jin û zarok e. Ji ode û aşxaneyeke piçûk pêk hatiye.Ji dîwarên vê odê, dîwarê hember bi çend refikên pirtûkxanê hatiye nixumandin û di ser pirtûkxanê re jî portrekî Ahmedê Xanî dardakirî ye. Li dîwarê hêla rastê jî portrekî mîr Celadet Alî Bedirxan ji profîlekî çepê ve hatiye dardakirin ko çav û awurên wî li pirtûkên refikan e. Li rasta odê, di navîna du sandaliyan de maseyeke piçûk heye. Çend name û rojnamên ko diyar e hîn venebûne, qelûneke xwar û kevnar tev lepek titûna raxistî li ber kîsekî dermanan li ser vê masa rasta odê ne. Li quncikekî jî maseyeke karê nivisandinê bi pênûs, bi defter, bi makîne û bi gelek tiştên weke van tiştan dixuye. Darînê Daryo, Darîn î lehengê vê çîrokê tev salên xwe î çelî, tev potîn û qapûtê xwe î payizî anuha li ber vê masê rûniştiye. Ji vê tevgirêdana wî jî baş diyar dibe ko hîn nû ji derve hatiye. Bi hêrseke vekirî, bi daxwazeke wusa veşartî makînê tilî dike û dikute ko meriv dibêje qeyê li ber berhemeke giran rûniştiye, meriv dibêje ji bo hemû dewr û dewranan dinivisîne, meriv dibêje herkes ê rabe ji xwe re lezet û maneyekê jê derxe. Lê na, piştî rêzekê duduyan kaxizê ji ber devê makînê derdixe, lê dinêre, bi hêrseke bilindtir di nava destê xwe de diguvişîne û wê jî davêje selika kêleka xwe. Piştî çend carên weha çeqîn û çilpîna makînê hêdî hêdî giran dibe, tenik dibe û deng jê tê birîn. Selika li kêleka wî ji kaxizên guvişandî tije dibe û di dawiya dawîn de wan tiliyên xwe yên bi huner dide ber eniya xwe, di ser makînê de xwar dibe û diponije. Bi qasî çend hilman bi vê rewşê dimîne, dû re ji nişka ve serê xwe radike, pêşiyê bi tirs û paşê jî bi hêrs ji ser sandaliyê radibe, makîna xwe radike û li erdê dixe. Mîna yekî har û çavsor vê carê bi nefrîn li dora xwe dinêre û di wê gavê de ew çavên sor li portrê mîr asê dibin. Bi wê hêrsê, bi wê tirsê ji nişka ve xwe radikêşe portre, ji dîwêr dadixe, di destxwe de lê dinêre, mîna ko pê henekan bike devê xwe jî lê xwaromaro dike ”Zilamek û zimanek”(*) dibêje, dengê xwe berztir dike û di ser de diqîre: — Ev çi rê bû te da ber xelkê, mîrê min, ev çi ilm û îrfan bû! Xwendin û nivisandina bavê min tune bû... di dema wan de dunya ne gilover bû, di dema wan de dunya li dora xwe ne dizivirî lê... lê dîsa jî bextiyar bûn! Bi van gotinên xwe re dest û lêv lê dilerizin, çavên wî di kortalên xwe de dilîzikin, portrê mîrê xwe li erdê xweş dike û dike ko wî jî weke makîna xwe li erdê bide. Lê tavilê poşmaniyekê digire ser, hêrsa wî dibe diltenikiyek û li ruhê wî belav dibe. Mîna ko doza lêborînê jê bike vê carê jî portrê mîr dide ber ruyê xwe, bi xemgînî û çavên avî bi ciyê berê ve dizeliqîne, bi rewşeke jihevketî sandaliyê li xwe diguhere û tê li ber masa rasta odê cî dide xwe. — Nabe, mîrê min, nabe... ne bi sitran û ne jî bi gotinan, dibêje, herdu destên xwe ber bi perçên makîna xwe dike û bi bêhneke feretir û bi dengekî nermtir dîsa didomîne: Her cara ko ez li ber vê kambaxê rûdinim, tu dibêjî qeyê ez li ber kewara mozan rûniştime, mîrê min, ez dibêm qeyê ez bi dengekî bilind derewan dikim û herkes jî dibîne, herkes dibîne û guhdariya min dike. A wê çaxê jî... wê çaxê jî bêhna min teng dibe, mejî li min ditevize, dest li min giran dibe, şerm, tirs û hêrs li min peyda dibe û ez nikanim. De ka ji bona Xwedê tu riyekê bide ber min, mîrê min... xelk çawa dinivisînin, çima ew hîkmet û ew cesaret li ba min tuneye? Darînê Daryo, Darîn î lehengê vê çîrokê qelûna xwe ji titûna raxistî dadigire, agir dike, dûmanê bi ser xwe dixe û giran giran dibêje: — Ez dizanim, mîrê min... ez dizanim anuha tu ê mereq bikî û bibêjî: tu çima dixwazî binivisînî, te çima dest bi vî karî kiriye? Pirseke weha, rasterast pirseke weke vê pirsa cenabê te min jî ji yekî wekî xwe kir. De îcar tu dizanî ka bê bersiv çi bû, mîrê min? Digot: «— Min dest bi pirtûkekê kir ko ez bixwînim. Piştî ko min pêşgotina pirtûkê xwend, hîs û baweriyeke wusa li min peyda bû ko ez binivisînim, min jî êdî dest pê kir.» De îcar ji kerema xwe re destûrê bide min, ez ê anuha ji te re wan gotinên pêşîn bixwînim, mîrê min, gotinên ko tavilê merivan dike niviskar, dibêje, radibe ji refikekê pirtûkekê derdixe û li ser lingan dixwîne: »Binivisîne! Îllam binivisîne! Şerm neke, netirse. Edebiyat xweş e, binivisîne!... Divê tu binivisînî. Nivisandin baş e. Çi dinivisînî binivisîne. Hemû tiştên nivisandî baş in. Li ser çi dinivisînî binivisîne. Ji ber ko hemû tişt ji bo nivisandinê hatine afirandin. Li ser nivisandina hevalê xwe binivisîne, pesinê dostê xwe bide, pesinê niviskariya wî bide. Divê em pesinê hev bidin, divê em pesinê hev bidin ko em bilind bibin. Pesin xemla mêran e...« Li vir destê xwe li ba dike û bi tinaz, bi enirîn di ber xwe de: Bi qurbana mêrê xwe bim, dibêje, bi hêrs û dilverişîn tev wan gotinên pêşîn pirtûkê ber bi quncikekî odê davêje, hêdî hêdî qapût ji navmilên xwe dike, li aliyekî sandaliya xwe datîne, di rûniştinê de li portrê mîr jî dinêre û dibê: — Ev tiştên weha rasterast şîretên Ptahhoteps(*) in, mîrê min, te got çi? Çar hezar salan beriya nuha ciwamêr li ser çerm û keviran lîteratureke weha ava kir û xuyaye di wan deman de maneyeke xwe jî hebûye. Lê ko tu ji min bipirsî, piştî evqas salan meriv rabe û di roja îroyîn de jî ji bo pêş û paşiya pitûkan gotinên bi vî rengî bibêje, meriv ê edebiyateke zorgayî peyda bike. Tenê edebiyateke zorgayî û ne tiştekî din. Zorga dibêjim.... ilmê te fere, zimanê te xurt e, mîrê min. Li ba me dema ko nogin ji wexta xwe dereng dikevin, em ji elêta mangeyeke biga tînin di dawa noginê re didin û paşê em conegan lê dicivînin. Li vir em wan conegan dixapînin û navê vî kerametî jî bi zimanê me gundiyan zorgayî ye, te got erê? De îcar anuha em vegerin ser pirsa te û nivisandina min. Ev çîrokek dirêj e, mîrê min, çawa bibêjim. Dibêjin ko tu keran li ba keran girêdî ji hev hînî tir û fisan dibin. Lê ez bi xwe ne li ba wan bûm, mîrê min, ez ne di nav wan de bûm. Û hîn jî ez û vî karê nivisandinê ji hev dûr in. Beriya ko daxwazeke weha li min çêbe... û ez ji mîrê xwe re bibêjim, daxwazeke weha jî tucarî li min çênebûye ko ez jî navekî niviskariyê bi pey xwe bixînim, pê bifirim û xwe bilind bikim. Bi gotineke rastir, beriya ko ji naçarî dest pê bikim û bixwazim binivisînim... (destê xwe ber bi wê selika kaxizên xwe dirêj dike) beriya ko ez bixwazim tiştekî weha bikim, ez çel carî bi bapêşê ketim, ez çel carî bi zikêşê ketim, bi ewqas carên din lingên min şemitîn û ez li erdê ketim. Li vir xwarî benê potînên xwe dibe, vedike, ji lingên xwe derdixe, li kêleka xwe datîne û di ber xwe de didomîne: — Vêca... çima min xwe daye karekî weha, çima ez dixwazim binivisînim, ez ê anuha ji te re çîroka vê çîrokê bibêjim, mîrê min. Dûmaneke tîr û tarî di dev û pozê xwe re dike der, bi awurên hişk li mîrê xwe dinêre û: — Wê çaxê... di wan deman de cenabê te tune bû, dibêje, destê xwe ber bi hêla portrê Ahmedê Xanî bilind dike û didomîne: — Cenabê seyda jî li vir tune bû. Mîna yekî ko radest bibe vê carê herdu destên xwe bilind dike, serê xwe li rast û çepê xwe dizivirîne: — Lê wekîdin hertişt, hertiştê vê malê wê çaxê jî... sê sal berê jî wekî xwe î anuha bû, dibêje, wan destên xwe li hev siwar dike, dide binê argûşa xwe, hinekî difikire, kesereke bêwext vedide û li gotinên xwe zêde dike: Cenabê te jî dizane ko dûrketina ji mal û warekî bav û kalan çawa ye. Piştî êşa dûrketineke bi qasî şanzdeh salan ez û birayê xwe î mezin, em digêhîjin hev. Roj û êvar... dîsa roj û êvareke weke anuha ye, mîrê min. Darînê Daryo, Darîn î lehengê vê bûyerê xwe li êşa hundurê xwe germ dike, hêdî hêdî dikeve ber û ji mîrê xwe re vedibêje: — Piştî ewqas salên dûrûdirêj, bi qasî saetekê heye ko min birayê xwe î mezin dîtiye û min ew ji balafirgehê haniye mala xwe. Wek ko min got, mîrê min, mala min jî dîsa ev mala ye, ev ode û ev aşxana piçûk e. Di vê saeta ko ez û birayê xwe bi hev re ne, min jî weke herkesî li ser lingan tenê tiştên sivik û berborî jê pirsîne. Bi gotineke din wek çîrokbêjekî çikos ez dixwazim hindik hindik jê bipirsim û bi qasî bîst û yek rojan guhdariya wî bikim. Her cara ko ez li ser van tiştan difikirim, tiştên ko ez ê jê bipirsim û ew ê jî bibersivîne, pêjnên dûr û nêzîkî aqilan li min peyda dibin, wan bergehên beriya ewqas salan tînime pêş çavên xwe, bi dilekî tenik, bi bêrî û bi hezkirin ji hêla aşxanê dizivirim ser aliyê odê ko li birayê xwe î mezin binêrim û gotinekê jê bibîhisim. Birayê min li ber vê pirtûkxana oda min sekinîye, herdu destên xwe çeperast li ser sîngê xwe girêdane, bi kêf û mereqdarî li pirtûkên van refikan dinêre û dema ko hay ji min dibe, serê xwe jî bilind dike û bi qedir û qîmeteke bilind dibêje: — Te pirtûxaneyeke dewlemend heye. — Erê, dibêjim, ez jî yekî wusa me ko... çi pirtûk bi dest min bikeve ez ê bixwînim û dû re jî ez ê di dereke vê pirtûkxanê de bi cî bikim. — Ev xwiyekî te î berê ye, Darîn. Wê çaxê jî te ji defter û pirtûkan hez dikir, hîn di wan deman de jî min têderdixist ko tiştek ê ji te derkeve. Em herdu jî bi qedrê hev dizanin. Ez qedrê wî dizanim ji bo ko ew birayê min î mezin e û ew jî... êdî Xwedê dizane bê ji ber çi rûmetê dide min. Birayê min destên xwe ji ber hev derdixe, destekî xwe ber bi hêleke pirtûkxanê dirêj dike û didomîne: — Ev hêla bi tirkî ye, xuyaye ev hêla jî bi zimanê vir e... Ji pirtûkxana xwe wan refik û aliyên mayî jî ez bi wî didime zanîn û dibêjimê: — Ev aliya jî bi zimanê malê... bi kurdî ye, keko. De îcar te ne dît lê di wê gavê de ez dibînim, mîrê min. Bi wê peyva kurdî re ez dibînim bê çawa çavên birayê min dibiriqin, çawa ken û kêf jê difûre û xwe bêtir ber bi wan refikên hêla kurdî dike. Yekê jê derdixe û bi dilpekîn çavên xwe di ser de mezin dike. Bi min wusa tê ko di wê gavê de lêdanên dilê wî xurt û zêdetir dibin û ez jî dibîhîsim, mîrê min. — De kerem bike, keko, dibêjim... min nan û penîr daniye, tu kerem bike em tiştekî bixwin û hêdî hêdî ji min re behsa wan deran bike. Lê tiştên ko ez dibêjim kekê min nabihîse. Mîna yekî kwîr destê xwe jî di berga wê pirtûkê re dide û ez dibînim bê çawa pê şa dibe. — Erê, dibêjim û didomînim, tu ê dû re ji xwe re yek bi yek lê mêze bikî û bixwînî... û ko te bivê hinekan jî bi xwe re bibe. Ma te xwe hînî xwendina kurdî kiriye, keko? Birayê min leztir dike. Ji refikên pitûkxanê yekê derdixe, yekê dikiyê û bêyî ko li min binêre di ber xwe de dibêje: — Na, ez hinek tîpan ji hev dernaxim... lê ne pêwîst e ko meriv bixwîne. Bi rastî jî hûn li van deran karên hêja dikin û ev têra me dike. Bi serbilindiyeke veşartî di dilê xwe de dibêjim: «Çi maqûlên têgêhîştî û hêja ji mala me derketine.» Dû re ez wan gotinên xwe ducar dikim û dîsa dibêjim: — De kerem bike, keko... kerem bike bila çaya me sar nebe. Lê kekê min dîsa kerem nake, mîrê min. Ew her meşqûlî pirtûkan e û karê xwe dike. Yekê ji derekê dikişîne, lê dinêre û dîsa dixe şûna wê, yeke din derdixe dîsa wusa dike, yeke din û yeke din. Mîna ko li tiştekî bigere li berg û rengên van pirtûkan dinêre. Ji kêfxweşiyekê lêvên wî dilerizin û li ser hev direqisin, lê ez nizanim bê ji ber çi ye. Dû re bi pişirîn, bi hêvî, bi bextiyarî berê xwe bi min de dike û dibêje: — Navê te î li vir çi ye, Darîn? — Navê min, dibêjim, navê min î li vir jî Darîn e, keko. Birayê min bi rûkenî, bi dilpekî vê carê herdu destên xwe jî ber bi refikên pirtûkxanê vedigire û dibêje: — De ka tu bi xwe tiştekî xwe derxîne ez lê binêrim, lo! — Tiştê çi, keko? — Pirtûk, pirtûkên ko te nivisandine. Li vir ez pêşiyê hinekî sar dibim, dû re şerm dikim û Xwedê dizane di jiyana xwe de ev dibe cara pêşîn ko ez dikevime rewşeke wusa teng, mîrê min. Lê bêyî ko ez vê sar û şermê li xwe bidime der tavilê dibêjimê: — Pirtûkên çi? Min pirtûk ne nivisandine ko... Ez nanivisînim, keko. Ez dibînim ko baweriya kekê min bi van gotinên min nayê, mîrê min, ez dibînim ko naxwaze pê bawer bike. Herdu çavên xwe ber bi min piçûk dike, dinêre û bi dengekî zuwa dibêje: — De qeyê tu henekan dikî, lo!... Lê ez bi awayekî bêguman pê didime zanîn ko ez henekan nakim, ev kara ji min nayê, dibêjim û dû re jê daxwaz dikim ko em li ber textê xwarinê rûnin, ez jê daxwaz dikim ko ew têkeve ber û hêdî hêdî ji min re behsa wan deveran, behsa dê û bavê min, behsa malbata me bike. Lê ez dibînim bê di wê gavê de çawa ew dilpekî û rûkeniya bi gavekê berê li ser ruyê birayê min wenda dibe, mîrê min. Ez dibînim bê ew lêvên wî yên ko bi gavekî berê dilerizîn anuha çawa daketine. Bêdil û bi rewşeke jihevketî ber bi aşxanê tê û di ber xwe de dibêje: — Ez ne birçî me. Li ba me, mîrê min... li ba me dema ko meriv li mala yekî nan nexwe, tê wê manê ko meriv sil bûye. Lê bêyî ko ez vê tevgera wî eşkere bikim jê re dibêjim: — Tu çawa ne birçî yî, keko? Ez dizanim we tenê di balafirê de nan xwariye û ew jî ji nîvro de ye, ne wusa? — Nizanim, dibêje, lê anuha mîna ko tew dilê min naçe xwarinê. — De kerem bike, keko, dibêjim, kerem bike em bi hev re bixwin û ji min re jî behs bike, behsa malbatê, çêlî eşîrê bike û bibêje ka kî miriye û kî maye. Birayê min bi wê rewşa kêfrevîn: — Na, dibêje, şikir ji Xwedê re tiştekî wusa ne qewumiye ko tu pê xemgîn bikevî. Mala me jî û ez dikanim bibêjim hemû endamên eşîrê jî baş û silamet in. Lê çav û hêviya herkesî jî li te ye. Bavo... bavo digot, jê re bibêje bila me rûreş û şermesar dernexîne. Bi van gotinên xwe re birayê min li ber textê xwarinê rûdine û bi mirûzekî tirş piyala çayê ber bi xwe dikêşe. Di wê gavê de gumanek li min jî çêdibe, mîrê min. Gumanek li min çêdibe ko hinek xêrnexwazan tiştina li hev hanîne û bi wan ragêhandine. An ne, ma bavê min ê çima bi min bide zanîn ko ez wan rûreş dernexînim. Bi mitûmatî li birayê xwe dinêrim û dibêjim: – Ka raweste, keko, ev çi gotin e! Rûreşiya dê û bavê min gunehkariya herî dawîn e ko ez li vê dunyayê bikim. Û dema ko ew gava jî were, divê ez êdî bimirim û viya dê û bavê min bi xwe jî dizanin. De ka anuha ji min re bibêje... ma ez ê çi bikim ko pê dê û bavê xwe rûreş derxînim, keko? Birayê min bêdil çaya xwe li hev dixe, bi min dide zanîn û dibêje: — Dayê û bavo jî bi vê yekê dizanin. Loma... loma digotin hêviya me ji Darîn heye. Hêviya me heye ko ne tenê yek û dudu, ew ê gelekan binivisîne. Ez bi pirs, bi tirs lê dinêrim û dibêjim: — Çi binivisîne? — Pirtûkan, pirtûkên qelew binivisîne ko me jî û... wusa bike ko me jî û tevayiyê eşîrê jî pê serbilind bike. Ku ez li xwe mikûr werim û bibêjim, ji van tevger û gotinên birayê xwe ez tiştekî fam nakim û tiştek nakeve serê min, mîrê min. Birayê min ji bo min dibe kewareke devgirtî û nizanim bê çi tê de heye. Mitûmatiya min dikeve rengekî din û jê re dibêjim. — Na xwe ji bo vê yekê ye ko bavo gotiye: bila me rûreş dernexîne? — Belê, dibêje, ma ev hindik e... bi îsrar digot: Jê re bibêje, heta nuha jî me nav û dengekî wî ne bihîstiye, digot bila ji me re bişîne, bila binivisîne, bila werîne. Bi van gotinên wî re bêhna min tê ber min, mîrê min. Ew tirs û gumana naxoşiyê ji ser min radibe, baweriya min li min xurtir dibe ko min tiştekî naxoş ne kiriye, min tiştekî naxoş ne kiriye û pê bavê xwe rûreş dernexistiye. Ji bo ko bêtir têbigêhîjim ka çîrok çi ye, ez bi mereqdarî jê re dibêjim: — Birayê min î ezîz, ez tênagêhîjim çima pirtûkan binivisînim, çima serê eşîran di ber pirtûkan de bilind dibin. Eşîrên ko ez dizanim ji bilî pirtûkên pîrozwer navê pirtûkan ne bihîstine û em hemû jî pê dizanin ko xwendina wan jî tuneye. Mîna ko bi serhişkekî re bipeyive birayê min li vir destê xwe jî li ba dike û: — Erê erê... dibêje, lê ne pêwîst e ko xwendina meriv hebe. Ez ji te re dibêjim, îro li ba me nivisandina pirtûkekê ji bo malbatekê serbilindî ye. Kêmasiyeke pir mezin e ko êdî ji malbatekê yek ranebe û pirtûkekê lêneke. — Ya sitar, dibêjim. — Belê, dibêje, apê Gurgîn digot, em li bendî Darîn in, em li bendî ne ko pirtûkek qelew binivisîne. Ez dîsa zîq li çavên vî birayê xwe î mezin dinêrim û dibêjimê: — Bi rastî jî ez tênagêhîjim, keko. — Çawa tênagêhîjî, malava! Apê Gurgîn digot, em li bendî wî ne ko pirtûkekê, yeke qelew binivisîne. Xwezî te apê min î Gurgîn bidîta, mîrê min, ko te ev apê min bidîta te ê baştir bi vê kula dilê min bizani bûya. Ez li birayê xwe vedigerînim û dibêjim: — Baş e, lê tu çi dibêjî? — Ez jî wusa dibêjim, dibêjim binivisîne û bila em ji xelkê ne kêmtir bin. Ne ez... ne tenê ez, meta Xanê jî digot jê re bibêje em li bendî wî ne, digot bila tev pirtûkên xwe ew jî were û ji me re, ji xelkê re behs bike. De îcar... ko ez ji te re çêlî vê meta xwe bikim, çîrok ê pir dirêj bibe, mîrê min. Lê ko ez ji mîrê xwe re bi kurtî bibêjim, ev meta min ji herdu çavan jî kwîr e. Loma ez hinekî jî bi enirîn li nava çavên birayê xwe dinêrim û: — Binêre, keko, dibêjim, tu birayê min î mezin û roniya herdu çavên min î. Lê bi rastî jî ez tênagêhîjim bê çima we karûbarên xwe berdane û hûn bi pey tiştên vala, bi pey pirtûk û nivisandinê ketine. ko we pere, mal û milk ji min bixwesta, ko we bixwesta ez jî nola hinekan bibim xwediyê mal, jin û zarokan... ez ê wê çaxê têbigêhîştama. Lê ez dinêrim ko tu hîn jî dibêjî pirtûk û binivisîne. — Belê belê... wek ko min ji te re got, li welêt êdî xelk behsa pirtûkan dikin. Amoja bavfile digot: Ji Darîn re bibêje, ma bi qasî lawê mala Garût jî nabe. Lawê mala Garût hatiye, çêlî pirtûkan kiriye, çêlî niviskariya xwe kiriye, pesinê rûpelên pirtûkên xwe daye û gotiye: «Meriv li wan deveran pir baqil dibe.» Dayê jî li wir bûye. Dayê jî bihîstiye ko lawê mala Garût serî her rûpel û her pirtûkek xwe çiqas pere girtiye. Li vir ez êdî dibînim bê birayê min çawa daye nav û dibêje. Û ez serwextî tiştekî din jî dibim, mîrê min. Serwext dibim ko bi rastî jî pirtûk û nivisandin bûye mijar û ketiye nava xelkê, bûye benîşt û di wan geriyaye. Lê dîsa jî ji bo ko zêdetir serê xwe di ber van tiştan de neyêşîne, ez li birayê xwe vedigerînim û jê re bi kurtî dibêjim: — Binêre, keko... kî hatiye, çi gotiye, ew bi min û we ne ketiye. Niviskarî ne karê min e û tiştekî weha jî ji min nexwazin. Wek ko min got, ko we pere ji min bixwesta, min ê biçûya deyn bikira... min ê biçûya bidiziya û ji we re bişanda. Lê nivisandin û pirtûk... meriv nikane van tiştan deyn bike, meriv nikane bidize jî. Ji min nayê, ez çi bikim... Mîna ko ez bi van gotinên xwe gunehkariyekê dikim, birayê min zûzûka peyvê li min dibire û dibêje: — Wusa mebêje, Darîn, çawa ji te nayê. Ji bona Xwedê me rûreş dernexîne. Bi Xwedê dayê digot jê re bibêje: ko ew pirtûkekê nenivisîne ez ê şîrê xwe lê helal nekim. Ev cara pêşîn bû, mîrê min... cara pêşîn bû ko diya min şîrê xwe li min heram dikir. De îcar te diya min bidîta, mîrê min. Diya min a reben, diya min a şîrpak... dilovaniya diya duwanzdeh pêxemberan li ba diya min hebû, mîrê min... û wek ko tu dibînî anuha jî rabûye ji bo nivisandina pirtûkan şîrê xwe li min heram dike. Li ser van gotinên birayê xwe ez tiji dibim, sîng li min diwerime, dengê min bi hêrs bilind dibe û ez jê re dibêjim: — Nivisandin çima dikeve navîna min û şîrê diya min! Ez û nivisandinê ji hev dûr in, tiştekî wusa ji min nayê û ez nikanim. Birayê min jî bi hêrseke qasî hêrsa min li min vedigerîne û dibêje: — Çawa ji te nayê, Darîn! Mebêje ez nikanim, wexta ko tu li wir bûy, me digot merivekî mezin ê ji te derkeve. Xalê Berot digot jê re bibêje: Bila ji bîr neke ko şeref û hêviya me di destê Xwedê, di destê wî de ye. Bila ji bîr neke dema ko dixwend, di her çûyîna bajêr de min li ber dîwarê dibistanê du panotên hesinî didayê... digot, bila ji bîr neke ko wê çaxê min ew panotên hesinî ji bo rojeke weha dida wî. Mezinî... li ba me mezinî tiştekî pîrozwer e, mîrê min. Em bi simbêleke nûkurkirî dernakevin pêş mezinekî xwe, li pêş mezinekî xwe nabe ko em titûnê bikêşin... (hilmeke dawîn ji titûnê dikêşe hundurê xwe û qelûnê di ser xwelîdankê de derxûm ditepîne) nabe em bi deng bikenin. Lê bi van gotinên wî re bêyî ko bibêjim ev birayê min î mezin e... li vir kenekî wusa ehmeqane bi min digire ko heta nuha jî li pêş mezinekî malê ez bi vî rengî û bi vî dengî ne keniyame, mîrê min. Dû re li ruyê wî dinêrim: — A ji te re, dibêjim, de were safî bike! Xuyaye tevayiya eşîra me gotinên xwe kirine yek û bi te re şandine vir. Deng ji birayê min nayê. Ez bala xwe didimê ko di her hevok û gotineke min de gwînê wî bêtir divemire û rengê hêviyeke şikestî lê zelaltir dibe. Mîna ko ji xwîna bavê xwe vexwe, di her firek çayê de jî ez dibînim bê çiqasî bêdil e. Ez baş têdigêhîjim ko ev daxwaza wî û nivisandina min ji dilekî pak e. Û ne tenê ev, dema ko ez jî ji dilê xwe î pak û bêhenek pê didime zanîn ko tiştekî weha li dor min, li ber min tuneye, a wê çaxê... wê çaxê ez dibînim bê çawa parî di gewriya vî birayê min î mezin de dimîne, wek zarokekî ko ji gotinên bavê xwe bişikê pêşiyê çav lê şil dibin û dû re jî av jê tên. ko yekî din bergeheke weha ji min re bi du hezar û du sondan bigota, min ê dîsa jî bawer nekira, mîrê min. Di wê gavê de dilekî min pê dişewute, dilekî min jê hêrs dibe, dilekî min jî dibêje ka hûr hûr têkeve vê dunya wî û nas bike, nas bike ka bê çi dunyayeke seyr e. Ez jî wusa dikim, mîrê min. Ez bi gotina dilê xwe î dawîn dikim û vê carê bi bergerîn jê re dibêjim: — Baş e, keko, ma ez ê bikanim çi binivisînim. Bêyî ko kekê min li min binêre bi nermikên herdu zendên xwe ava çavên xwe paqij dike, ava pozê xwe dikişîne jor û di ber xwe de dibêje: — Tu çi dikanî binivisîne, Darîn. Ez ketime bextê te û Xwedê! Tu çi dikî bike, çi dikanî binivisîne, lê min destvala neşîne malê. Ez têderdixim ko li ba me, di nava eşîra me de babetê nivisandinê ne girîng e, lê dîsa jî ez xwe nadime ber vê yekê û dibêjimê: — Ez nikanim tiştekî binivisînim ku. Birayê min bi wan çavên şil wusa pûç û vala li min dinêre, mîna ko ez dîn bûme û loma nikanim binivisînim. Ez van gotinên xwe piçekî diguherînim û dibêjimê: — Ez nikanim, nivisandin jî hunerek e, hewesek e... lê ev tiştana li ba min tunene, keko. — Ma tiştên weha li ba xelkê hene, çima li ba te tunene, Darîn? Bejna te bi qasî du kesên mala Garût e! Ez zorê didime xwe ko hêrsa xwe, nerihetiya xwe binixumînim û nedim der, mîrê min. Lê ez têdigêhîjim ko xeta xwar di lawê mala Garût an jî di lawê mangeyekê de ye. Dixwazim ji nêzîktir binasim û jê re dibêjim: — Çima tu hertim lawê mala Garût didî ber pozê min, ka wî çi kiriye ko min ne kiriye. Birayê min du tiliyên xwe jî ber bi min bilind dike û dibêje: — Du pirtûk nivisandine. Mîna ko min hay jê nîne, ez dibêjim: — Pirtûkên çi nivisandine? — Nizanim, dibêje, tu li vir î û tu baştir dizanî. Wusa digotin... digotin, du pirtûkên pir hêja ne. Digotin ji bo heryekî jî bêjingek pere girtiye. Xelkê digot ji wan peran pêncsed panotên vir jî daye Keldan î dengbêj ko pirtûka wî ya dawîn ji ber bike. Keldan î dengbêj bi minetdarî pê daye zanîn ko jiberkirina pirtûkê ji bo wî şerefeke mezin e. Keldan î dengbêj gotiye: «Ez ê ji ber bikim û bi tevgirêdaneke derwêşan gund bi gund bigerim, ez ê bigerim û mîna destana Memê Alan bibêjim.» Dayê digot ji ber van jîriyên lawê xwe, diya lawê Garût pir pozbilind bûye. Li ser kaniyê pozê xwe bilind kiriye û tew li dayê jî ne pirsiye. Dayê pir li ber xwe ketiye. Digot jê re bibêje... dayê digot ji Darîn re bibêje: ko ew du pirtûkan nenivisîne û nede ser hev, ez ê jî van herdu guliyên xwe ji binî ve jêkim... digot, ez ê jî porê xwe kur bikim û di nava xelkê de wusa bigerim. Digot diya lawê Garût ji capûnekî sipî tûrikek çêkiriye, bi rîsên rengîn neqişandiye, veçinîye, pirtûka lawê xwe tê de bi cî kiriye, weke pirtûka pîrozwer bi dîwarê oda mêvanan ve darda kiriye. Li vir ez biryara xwe didim, mîrê min, biryara xwe didim ko ez jî êdî du gotinan ji birayê xwe re bikim. — ko ji destê min bihata, dibêjim, min ê binivisanda. Min ê binivisanda û hinekan jî bixwenda. Lê wek ko min got, ev karê ha ji min nayê û min dil jî nîne ko ez ji bo xatir û pesinê dê û meta xwe rabim dest bi nivisandina pirtûkan bikim. — Ne tenê ji bo xatirê dê û meta xwe, ji bo xwe, ji bo navûdengê xwe bike... bike ko bila xelk behsa te jî, behsa navê te jî bike û em jî pê serbilind bibin. — Ji bo ko hinek behsa meriv bike, meriv karê nivisandinê nakin, keko. Ev yek. Ya duduyan jî, ma serketina karekî weha bi pesinê dost û nasiyê, bi hukmê pere û siparîşa mitribiyê nabe ku! Ev karê ha jî huner û hewesekê divê, pîvan û daxwazekê divê. De îcar ka ew tişt tuneye ku! Mîna ko ev gotinên min nekevin serê birayê min, bi enirîn herdu destên xwe jî ber bi min vedigire dibêje: — Pîvanên çi tunene? — Ez çi dizanim, dibêjim... pîvanên ko ez binivisînim û yek jî bixwîne. — Ew çi ne? — Ma ez û tu ê çi bikin ko ew çi ne, keko? Pîvanên nivisandinê, pîvanên xwendinê ne... pêwîstî, hêjayî, xwendin û xwendevan e... û ji bo van hemû tiştan jî bal û hayeke pêwîst. De ka bibêje ma kî heye ko van tiştan... Ev gotinên min dîsa nakevin serê birayê min, dîsa bi enirîn berê xwe li hêlekê çerx dike û dîsa dibêje: — Çawa kes tunene! Lawê mala Garût gotiye, pirtûka min bûye xwê, bûye wek xwêya ko tu bavêjî ber bizinan. Herkes... gotiye, herkes lê digerin. — Ya sitar, dibêjim û bi tinaz dipişirim, jê dipirsim û didomînim: Ka ne gotiye bê ev bizinên wusa bêxwê li kuderê bûne? — Bi vî halê xwe tinazên xwe bi xelkê meke, Darîn. Qaşo tu jî li vir î. Çima herkes dizane, tu nizanî? Mêrik... lawê mala Garût ji herkesî re gotiye. Dibêjin diya wî jî derî bi derî geriyaye, bi pesin û pis behsa lawê xwe kiriye, behs kiriye û gotiye: «Ku meriv wî bibîne têra meriv û jiyanê dike. Tiştê ko nizane tuneye. Hertişt, hertiştê vê dunyayê li ba wî heye. ko meriv guhdariya wî bike, erd û asiman jî tê de mîna ko meriv her çar aliyê vê dunyayê bîbîne. Meriv pê baqil dibe. Xwediyê ruhekî dunyayî û yekî asimanî ye...» A ji te re, mîrê min, de îcar te dît bê destan çawa li hev tên, mîtolojî çawa ava dibin, Xwedê çawa têne çêkirin! Li ser van gotinên wî, ez bi êş, bi tinaz û bi devê gundiyên dema me ji birayê xwe dipirsim û dibêjimê: — Êêê... dêmax êle. De ka bibêje bê diya wî wekîdin çi gotiye? — Ez çi dizanim, diya wî hîn gelek tiştên din jî gotiye û anuha êdî herkes jî bi vê yekê dizane... herkes pê dizane û li her deverî jî qala wî dibe. Xelk li bendî pirtûkên wî ne. Ji te re dibêjim navûdeng daye û ji îro û pê ve lawê mala Garût... Nizanim bê çima, mîrê min, lê piştî van gotinan êdî ez nabêjim ev ezîza birayê min î mezin e, ez hurmet û qedrê biratiyeke mezin ji bîr dikim, bi hêrseke vekirî gotinên wî di devê wî de nîvçe dihêlim: — Anuha tu dev ji lawê Garût û mangeyan berde, dibêjim, min hay ji van tiştan û rewşa wan heye. Bi kêmanî wek xwendevanekî û ji we bêtir, dibêjim, destê xwe jî ber bi van refikên pirtûkên kurdî dirêj dikim û didomînim: Tiştên ko hatine nivisandin ev in... û Xwedê dizane ew xwêya ko lawê mala Garût jî behs kiriye ev e. De fermo ev xwê û ez û tu jî bizin. Û ez dîsa ji birayê xwe re bibêjim: Min ne nivisandiye, ez nikanim û newêrim. Mîna ko li nava çavên min bixe birayê min destê xwe jî ber bi min li ba dike û dibêje: — Xelk çima dikanin, xelk çima diwêrin? Ez xwe tûj dikim nabe. Ez xwe nerm dikim nabe. Ez dinêrim ko ez çi dikim nabe, mîrê min, nakeve serê birayê min ko karê nivisandinê ji min nayê. Di dawiya dawîn de radibim bi rewşeke narihet, bi rewşeke westiyayî pê didime zanîn û dibêjimê: — Min û xelkê nede ber hev, keko, ji bona Xwedê bes min û xelkê têke qayîşekê. Dema ko ez dibêjim, ez newêrim, nayê wê manê ko ez teresek im. Mêrxasî di karê nivisandinê de tuneye. Ji min nayê û dilê min naxwaze. Dema ko dil nexwaze û çavê meriv ji tiştekî nebire... ew ê bibe nimûna tajiyê, tajiya ko tu bi zorê berdî nêçirê. Meriv bi ser nakevin, te got erê? — Erê, erê... lê wa ye xelk bi ser jî ketine. — Gelek lawê bavan bi ser ketine... lê ji bona Xwedê vê yekê ne ji min re û ne jî ji xwe re bikin serêş. Ev serêşa we nakeve serê min. Heta derengî şevê birayê min ji min re behs dike û ez jî pê hêrs dibim, pê dêşim, pê digirîm, pê dikenim û dixwazim têkevime xewê. Lê serêşek bi min digire û xew nêzîkî min nabe, mîrê min. Ji tiştên dûr û nêzîkî aqilan serê min giran dibe û ez difikirim. Difikirim û ji nav dernakevim ko dê û bavê min çima serê xwe di ber min û vê nivisandinê de êşandine. Ji ber ko tu jî û ez jî, mîrê min, em hemû jî pê dizanin ko li ba me dengbêjek ji kîmyagerekî bêtir navûdeng dide, qedir û rûmeta sofiyekî ji peykertiraşekî zêdetir e û... û ka te got çi, mîrê min? Û di rewş û rastiyeke weha de meriv werin ji yekî mîna min daxwaza pirtûk û nivisandinê bikin. Ya sitar û ya sitar, mîrê min! D arînê Daryo, Darîn î lehengê vê serpêhatiyê awurên xwe li portrê mîrê xwe xweş dike, ji kela dilekî tenik sîngê xwe dinepixîne û dibêje: — Min xwendine, mîrê min. Yê me î malê jî tê de bi zimanên ciyê, bi babetên ciyê, ji niviskar û pênûsên ciyê min pirtûk xwendine û min lezeta wan hemûyan guvişandine nava ruh û hundurê serê xwe. Bi aheng û harmoniya helbestên wan ez bûme bayekî payizî û bi pêlên avên çeman re herikîme, her girangotineke wan di devê min de bûye şekirekî şerabî û ez pê sermest bûme, mîrê min. Bi romanên wan re ez derketime zozanên bilind, li binê kon û reşmalan rûniştime û ez li wir bûme bengiyê dîlberên koçerî, mîrê min. Bi trajediya lehengên çîrokên wan min çavên xwe tije av kirine û dilop bi dilop di ser balîvên şevên nîvê şevan de rijandiye, mîrê min. Heta ko zik li min hişk bibe ez bi komediyên wan, ji dêla xwe û gelek kesên din ve weke ehmeqan keniyame, mîrê min. Bi hukmê huner û afirandina fantaziya wan ez derketime bilindciyên ruhanî, li wir min destê xwe di navik û nermeciyên perîzadeyên asimanî re daye û min av ji xwe berdaye, lê anuha... anuha êdî dilê min ji pirtûkan li hev dikeve û ez dixwazim verişim, mîrê min. Wê şevê ne tenê pirtûk û pênûsên bi hunerên xweş, bawer bike ew hemû pirtûkên pîrozwer jî, ew pirtûkên bi gotinên Xwedê jî li ber çavên min reş û tarî bûn. Û di tariya çendê wê şevê de ye ez nizanim, mîrê min, lê ez dengê bavê xwe dibîhisim. Dengê wî tê min ko li yekî hêrs dibe û dibêje: «— De tu ê anuha bibînî!... Tu ê bibînî bê lawê kê mêr e!» Ez dibînim ko ez, bavê min, Kamîran î gundiyê me û kurê wî Zade, em li berwarê çiyayekî bilind in. Li gel ko em çiyayî ne jî, heta nuha min çiyayekî wusa kûvî bi çavên tazî ne dîtiye, mîrê min. Çawa bi lêv bikim... ji ber lingên me û berjor, heta ko çavên meriv dibîne, bilind û bilind hildikişe. Meriv dibêje qeyê ne ji vî çiyayî be, asiman ê hilweşe xwarê. Di wê gavê de ez têdigêhîjim ko Xwedê çiqasî mezin, an jî ez çiqasî piçûk im. Ez nizanim bê ji kuderê dest pê dike, lê bavê min û Kamîran î gundiyê me dikevine pêsîrên hev, yek dibê heft û yê din dibêje heyşt. Bavê min dibêje kurê min û ew jî dibêje yê min. Ji nişka ve ez dibînim ko em li ser zinarekî bilind û bilind in. Di binê zinêr de jî asêgeheke wusa kwîr, wusa kwîr... Ji xwe newêrekiya min û Zade, an jî mêraniya bavê min û Kamîran î gundiyê me ê jî di vir de diyar bibûya. Ya rastî ez naxwazim serê te jî bêşînim, mîrê min, lê peyv hatiye ser peyvê loma dixwazim ji te re bi lêv bikim. Bi kurtî bavê min dibêje lawê min mêr e û diwêre xwe ji zinêr de bavêje xwarê, Kamîran î gundiyê me jî dizivire ser lawê xwe û dêbêje: «— De ez te bibînim, Zade! Bavê xwe rûreş dernexîne!» Lê Zade bi hîskîn û bi girî xwe ji ser keviya zinêr vedikişîne û bi tirs direve. Ji keviya zinêr, ji min, ji bavê min û ji bavê xwe direve. Bi vê reva wî re ba li tûlika wî dixe û ew porê wî yê zaroktiyê li nava hev dikeve. Ew bergeha hîn jî li ber çavê min e, mîrê min. Heta ko jê tê devê xwe î piçûk jî ji hev dike û diqîre: «— Hewar û hewar!...» Dengê vê hewara wî li zinarên çiyayên hember olan dide û bi du sê dengan dîsa li me vedigere. Ew deng hîn jî di guhên min de diçinge, mîrê min. Di wê gavê de ji nêzîkî me şîrqîna tivingekê radibe û pêl bi pêl belav dibe. Tev dar û kevirên çiyayî, ez û bavê xwe jî li hawurdora xwe dizivirin û em li ciyê şîrqîniya deng digerin. Dû re em dibînin ko dûman ji devê lûla tivinga Kamîran î gundiyê me bilind dibe. Ez dergûşê heftsale di ciyê xwe de sipûsar diricifim. Wê şevê min zaroktiya xwe jî dît û ez dîsa pê jiyam, mîrê min. Paşê em ber bi laşê Zade dibezin. Bi zikê xwe î piçûk girtiye û li ser kêlekê ketiye. Hîn ne miriye, lê bimira çêtir bû, mîrê min. Bi çavekî tirsonek û ruyekî xemgîn mîna ko daxwaza dilovaniyekê bike, destê xwe î bi xwîn û piçûk dirêjî bavê xwe dike: «— Ez tirsiyam bavo...» dibêje û bêdeng, bêguneh çavên xwe dide hev. Di wê gavê de te bidîta bê wî bavê min çawa li min dinêrî, mîrê min. Ji awur û mirûzên wî, ez têdigêhîjim ko ji min re dibêje: «Li gor peymana min û Kamîran, û li gor berbora çiyayên me, divê tu xwe ji zinêr bavêjî, an ne...» Ez jî bi ya bavê xwe dikim. Li gor peymana wî û Kamîran î gundiyê me, li gor berbora çiyayên me, ez jî bi tirs û şerm ber bi kendalê asêgehê diçim, lingên xwe ji erdê hiltînim û xwe ji zinêr davêjim. Lê beriya ko ez li erdê, li zaga asêgehê bikevim... ez ji nava nivînan diveniciqim, mîrê min. Û ez bi xwe dihesim ko ez li vir, a li vê derê di nava lihêfên xwe de û birayê min jî li kêleka min e. Li saetê dênêrim, deh kêm çarê şevê ye. Ew serxewiya ko piçekî di çavên min de maye, ez bi nermikên zenda xwe wê jî ji xwe dûrdixim, radibim ser xwe, hêdîka di ber nivînên birayê xwe re diçim aliyê vê aşxanê, derî li ser xwe digirim û li wir bi axîn, bi titûn, bi qahwe dikevime ramanan. Di dawiya dawîn de ez biryara xwe didim û dixwazim li ser gotina bav û birayê xwe, li ser daxwaza mal û eşîra xwe ez jî dest pê bikim û binivisînim, mîrê min. Lê kaxiz û pênûs di dest min de... dikim û nakim ez nikanim, mîrê min. Wê şevê ez nikanim tiştekî binivisînim, şeva li pey dîsa welê, şevtira din, yeke din û gelekên din, mîrê min. Û di van şevan de birayê min li ber min digere, bi min de dikeve û xwe davêje bextê min ko ez binivisînim. Ji min daxwaz dike ko bi kêmanî di van sê heftan de ez ji mala me re nameyeke dirêj lêkim, weke pirtûk bi hev xînim û bi wî re bişînim, bi gotina wî ez wî destvala neşînim. Çi serê te bêşînim, mîrê min, di van sê heftên serlêdana wî de ev mijara nivisandinê di navîna min û birayê min de... heşa ji te, dibe gû. Li ser vê yekê serhişkiya me di hev digere û em ji hev xirabtir dibin. Bi kurtebirî wê çaxê birayê min destvala vedigere û bi qasî sê mehan piştî wê vegera xwe û welêt ji min re nameyekê bi rê dike. Xwedê dizane li wir jî wî dîsa xwe havêtiye bextekî û ev nama xwe daye nivisandinê. Darînê Daryo ji ser sandaliya xwe radibe, ber bi refikek pirtûkxana xwe diçe, radihêje dosîyerekê, dîsa tê li ciyê berê rûdine, rûpelên dosîyerê li hev diqulibîne û di ber xwe de dibêje: — Ka raweste, mîrê min, ez ê anuha ji te re bi deng bixwînim, lê bila di navîna min û te de bîmîne. A va ye nama ciwamêr li vir e, guhdar bike, dibêje û ji mîrê xwe re bi deng dixwîne: «Birayê min î hêja, Darîn, bi xemgînî dibêjime te ko xwezî me şanzdeh salên din jî hevdu nedîta û bila ez van rojên îro nejiyama. Dema ko ez ji ba te vegeriyam, te bi xwe jî dît bê ez di çi rewşê de bûm.» Rewşeke pir xirab bû, mîrê min. Lepek ma bû. Te digot qeyê meriv giloka dunyayê xistiye tûrekî û ew tûra di milên wî de kiriye. Mîna ko bi nexweşiyeke bênav bikeve, mîna ko tu hêviya wî û jiyanê nemîne, helisî bû, hişk û zuwa bû bû, hustuyê wî dirêj û ev herdu milên wî jî daketi bûn jêr. Çavên wî di kortalên xwe de çû bûn xwarê û ji te re sond dixwim, mîrê min... sond dixwim ko her kortalek jî mistek xwelî diketê. Ne dûrî rastiyê ye ko ez ji te re bibêjim di van sê heftan de gelek kîlo jê kêm bû bûn, mîrê min. Ne dipeyivî, li min mêze ne dikir, dema ko min ew bi rê kir, bi min wusa hat ko nizanî bû xatir jî ji min bixwesta. Bi ruhekî vala, bi serekî vala, bi awurên vala berê xwe da min û di deriyê balafirgehê de wenda bû. De ka tu raweste ez ji te re tevayiyê nama wî bixwînim, mîrê min. Belê... «Ez nikanim wê rewşa xwe û wê rojê bi gotinan vebêjim. Lê ew şop û birînên ko wê hevdîtina me li min hiştine, ew ê li darê dunyayê qet ji bîra min neçe. A bi wê rewşê, bi wî ruhî ez hatim malê. Pêşiyê min kir ko ez vê kêleka bi rêx veşêrim. Min xwest ko ez hinek tiştan li hev bînim û rastiyê ji kesekî re nebêjim... û nemaze ji bavo re. Lê bavo zana bû, tavilê ji vê rewşa min derxist û dunya li ber çavên wî reş bû. Piştî ko min rastiya xwe û te jê re vekir, ji min jî xirabtir bû û kete nivînan. Heta heyşt rojan beriya nuha jî di nava nivînan de bû. Anuha nivînên wî vala ne. Di ber sekratê de jî weke hemû kesan ji Xwedê ne tirsiya, ji mirinê ne tirsiya, destê xwe li ber pêxemberan venegirt û daxwaza şefaetê ji wan ne kir. Weke hemû kesên li ber mirinê av ne xwest. Gotinên ko digot ev bûn, digot: ”Ling bidin ser Darîn û jê re bibêjin... bibêjin bila pirtûkekê lêke.” Peyvên xwe yên dawîn û nîvçe jî ji bo pirtûkê bi kar hanî û got: ”Pirtûk, pirtûk... pirt...” Belê, got pirt û çavên xwe dan hev. Rebena dayê jî xwe li hev şaş kiri bû, wê jî digot: ”Bazdin mala seyda... bazdin û jê re kitêba miqedes bînin.” Lê anuha te jî fam kiriye ko mebesta bavo ne kitêba miqedes bûye. Dilê wî pêt bû û xuya bû hîn jî hêviya wî ji te û lêkirina pirtûkekê hebû. Ez naxwazim ev nama min, te xemgîn bike û ji xwe ji bo tiştekî wusa jî ez ji te re naşînim. Tenê min xwest ko ez weke wesiyeta bavo, van gotinên wî yên dawîn bi te ragêhînim û te hay jê hebe. Xwedê te salîh bike û bide ser riya rast. Bi silavên biratiyê têm herdu çavên te. Birayê te Sadûn Bîstûpêncê payiza pêşîn Not: Dayê silavan li te dike û dibêje: weke her dayikekê, weke diya lawê mala Garût... min jî Darînê xwe bi qasî neh mehan di zikê xwe de gerand, min jî dergûşê xwe bi dilovanî mijand û bi delalî mezin kir. Dayê dibêje: şîrê min jî weke şîrê dayikên xelkê sipî bû.» Darînê Daryo, Darîn î lehengê vê çîrokê nama birayê xwe li hev radipêçe û li pêş xwe datîne ser masê. Mîna ko anuha nû dê û bavê wî ev gotinên xwe kirine namê û jê re şandine, di wê gavê de êşa dilekî tenik xwe li kirtika pozê wî dide der, li gewriya wî belav dibe, bi çavên tije av li portrê mîr dinêre û dibêje: — Tu dizanî, mîrê min... tu dizanî ez ne merivekî wusa dilpêt im. Li ser vê yekê ez gelekî li ber mirina bavê xwe ketim. Herçiqas ev xwestina wî li ba min tiştekî pûç û vala, daxwazeke dûrî rastiya min bû, lê dîsa jî ez pê êşiyam ko min çima bavê xwe bi çavên vekirî, bi destên vala şande gornê. Heta demekê jî ez ji bandora mirina bavê xwe û van gotinên wî ne filitîm. Pirî caran bêyî daxwaza xwe ez diketim ramanan. Min xwe dûr berdida û ez dûr diçûm, mîrê min. Di her carên weha de min xwe di quncikên şikeftên reş û tarî de didît. Min didît ko ez dadidim nînoga vê tiliya xwe ya pêşanekê, dikêşim û bi qasî sê movikan dirêj dikim, dîsa bi wê tiliya xwe ez qulekê di defa sîngê xwe de vedikim, nînoga xwe ya dirêj di xwîna dilê xwe de dikim û li ser tiştekî tiştina lêdikim. Nizanim bê min çi lêdikir, mîrê min. Ez nizanim bê min bi kîjan ziman û kîjan elfabê jî dinivisand. Di wê gavê de tiştê ko ez li ser dinivisînim jî ez nizanim bê çi ye: ez nizanim bê dar e, kevir e, çerm e, kaxiz e. Lê min tiştekî wusa dinivisand ko... bi min wusa dihat ko heta nuha jî tiştekî wusa evda-î alemekî ne xwendiye û tucarî jî ew ê nexwîne. Piştî nivisandinê jî min lez dikir, min ew nivîsên xwe li hev berhev dikir û ez diketim riya goristanê. Hîn jî ez nizanim, mîrê min... ez nizanim bê ji herdu goristanên me bavê min di kîjanê de kirine erdê, ez nizanim bê gorna wî li kîjan aliyî dikeve û bi çend keviran bilind kirine, ez bi wê jî nizanim. Lê ez diçûm ser gorna bavê xwe, min kêla ber serê wî bilind dikir, min ew nivîsa xwe dadihanî ber serê wî û min bi sê dengan banî wî dikir, mîrê min... min banî wî dikir û digotê: «— Bavê min î maqûl, bavê min î delal, bavê min î dilovan!... ji bo wan gotinên te, ji bo wê hêvî û wê daxwaza te va ye ez bi bêhna tariyê re hatim ba te. De ka tu serê xwe rake, rabe li pêşberî min rûne û ruyê min bibîne... ruyê min bibîne bê ez di çi rewşê de me, bavo.» Min li bavê xwe dinêrî wekî xwe î berê ye: bi kincên berê ye, bi şekalên berê ye, bi koloz û simbêla berê ye, bi salên berê ye. Û ya sitar, mîrê min! «— Ez hîn li vir im,» digot, «ez hîn bi rê ne ketime, ez li bendî te û pirtûka te me.» Di wê gavê de bi van gotinên bavê xwe re ez ji wir bi qasî sê hezar û pêncsed salên beriya îro dûr diçim û li wir ez xwe di nava xelkekî wê demê de dibînim. Dibînim ko xetên nivisê di nava wan de jî pir pîroz e. Ew kesên li ber mirinê teşt û beroşên xwe derdixine firotanê, rez û pezên xwe hûr dikin û dikine zêr, jin û keçên xwe davêjine mezatan, pêşkêşî aliman dikin, xwe davêjine bextên wan û wan bertîl dikin ko ew ji wan re çend rêzan lêbikin. Ez dibînim alimên nivîsmend li ber dîwarê goristanekê rûniştine, li ber her yekî jî gurzeke pênûsên zîlîn, girozên papîrus û çermên gamêşan li ser hev in. Çawa bibêjim, mîrê min, rasterast weke van arzûhalciyên dema me ne. Li pêşberî wan jî meriv ketine rêzê û tiştina didine nivisandinê: ji diya xwe re, ji kalê xwe re, ji xwe re... De îcar bi tirs û streseke çawa, bi hêvî û daxwazeke çawa, mîrê min! Ji wan mişteriyan yek gelekî bala min dikişîne, ne mişterî bi xwe lê keça li ba wî, a ew pir bala min dikişîne. Ez nizanim bê keça wî ye an destirmana wî. Lê ez baş pê dizanim ko... ji bo ko tiştekî bide nivisandinê mêrik ew keçika bi xwe re haniye û pêşkêşî nivismendekî dike. Keçik jî... çawa bibêjim, mîrê min... berzewaceke li ber kewna xwe ye. Xeftanekî mîna çerm li navmilên wê ye. Laşê di binê xeftan de ez nabînim lê ruyê wê gelekî lihevhatî ye. Alim î nivismend ji ciyê xwe radibe, wî xeftanî ji nav milên wê dide alî û keçik şilf tazî li pêş wî ye. Ne tenê li pêş wî, li pêş herkesî ye, mîrê min... herkes dibîne û bi min wusa tê ko herkes jî dikane bibîne. Û ez jî dibînim. Ez dibînim ko du pêsîrên nîvgilover li ser sîng û gerdeneke genimî wek du felqên hinaran hişk dixuyin. Li jêra wan jî navikek... û li jêra wê navika gunehkar jî pirçeke firk, pirçeke heram nû girtiye dora ranên wê. Hêdî hêdî li dor keçikê difitile... ew î alim hêdî hêdî li dor laşê keçikê difitile, ji jêr û jor ve li bejnûbala wê dinêre, bi zimanekî tiştina jê re dibêje, bi du tiliyan devê wê ji hev dike, li hundurê çavên wê mêze dike, destê xwe di ser pirça berzika wê re dibe û tîne, kulêmeka wê saxî dike û ditepîne, paşê jî destê xwe li pêsîrên keçikê dipelîne û di mista xwe de diguvişîne. Pêşiyê bi mana erê serê xwe dihejîne, dû re li ber çermekî gamêşan rûdine û tiştina lêdike. Heta ko ew î alim vî karê xwe diqedîne, ez jî bi mereq temaşa vê rewşê dikim. Ew mişteriyê ko êdî tu jî pê dizanî, a ew jî wî çermê nivisandî dide bincengê xwe, tev wî laşê ter û ciwan keçikê li wir dihêle û bi gavên bextiyar, bi gavên ewle, bi gavên bêşerm ji ber dîwarê goristanê dûrdikeve. Ez dibînim ko ew tirs û stresa bi qasekî berê bi mêrik re ne maye. Mereqdarî li min zêdetir dibe û ez bi pey mêrik dikevim. Ez dixwazim bixwînim û bizanim ka çi hatiye nivisandin, mîrê min. Ez dixwazim bibînim ka çawa hatiye nivisandin. Lê mêrik serê xwe li ba dike û ez wusa têdigêhîjim ko merivên vê dunyayê nikanin bixwînin. Xwe bi xwe, ew ji bo wan ruhên dunya aliyê din e, dibêjim. Û wek ko min got, mîrê min, a ji wê rojê û pê ve ev bergeh, ev raman car bi car li min bû mêvan û hîn jî em ji hev ne dûr in. Ez nizanim ka bê bavê min hîn jî li bendî min û pirtûkekê ye an ne, lê min ne xwest diya min jî bi hesreteke weha biçe û gotinên weke wan gotinên bavê min li pey xwe bihêle, mîrê min. Min ne xwest diya min şîrê xwe li min heram bike û biçe, loma... loma piştî vê namê, piştî van xeberên naxoş û piştî van hemû tiştên ko min ji te re gotin, êdî min jî biryara xwe da, mîrê min. Anuha tu jî bi kerem dizanî ko... li vir ev dibe cara duduyan ko ez biryareke welê didim. Belê, min biryara xwe da ko ez jî ji diya xwe re pirtûkek weke wan pirtûkan, pirtûkek mirinê(*) binivisînim, mîrê min. Darînê Daryo, Darîn î lehengê vê çîrokê dest davêje darê qelûnê, sê tilî titûna nû didewusîne serika wê, agir pê dixe, tev gepeke dûman wê jî ber bi portrê Ahmedê Xanî radike û didomîne: — Dîsa gotin hatiye ser gotinê, mîrê min... sêsed sal, bi qasî sêsed û çend salan beriya nuha dibêje: «Da xelk nebêjitin ku: ekrad bê marîfet in, bê esl û binyad; enwaî milel xwedankitêb in, kurmanc tenê di bê hesêb in.» û ez jî... ji mîrê xwe re bibêjim, anuha êdî cenabê te jî bi kerem têderxist bê min ji bo çi xwest ez dest pê bikim û binivisînim. Lê beriya ko ez dest pê bikim, min xwest ez rewşa lîteratura zimanê malê ji nêzîktir, pir ji nêzîktir ve bibînim, mîrê min. Ji ber vê yekê jî ez bêtir ketim nav pirtûkan, ez ketim nav pirtûk û niviskarên wan. Û ev dibe sê sal ko ez bi wan re digerim, bi wan re radibim, bi wan re rûdinim û ez guhdariya wan dikim. Heta vî danê sibê jî ez di nava wan de bûm, mîrê min. Mîna ko anuha gotinên Darînê Daryo, gotinên Darîn î lehengê vê çîrokê biqedin û tiştên ko ew ji mîrê xwe re bibêje nemîne, bi qasî du hilmên qelûnê bêdengiyek çêdibe, dû re awurên wî li kîsê dermanên ser masê asê dibin û bi dengekî nizm: — Nabe, mîrê min, nabe... dibêje, devê kîs lê vedike, yek bi yek wan dermanên tê de derdixe, lê dinêre, nivîsên li ser bi deng dixwîne û dîsa datîne ciyê berê. Dema ko pakêta dawîn derdixe, li portrê mîr dinêre, keserekê vedide, pakêtê jî ber bi wî bilind dike û didomîne: — Antî depressiv. Ilmê te fere ye, têgêhîştî ne wusa, mîrê min... a îro jî... te dît ko ez bi gavekî berê hatim, min ji te re got ko heta vî danê sibê jî ez di nava wan de bûm, dibêje, wê pakêtê jî di kîsê vekirî de datîne ber wan dermanên din, bi keservedan xwe bi palgiya sandaliya xwe ve dizeliqîne û dibêje: — Yê min jî... va ye êdî tu bi xwe jî dibînî bê çawa ye, mîrê min. Ez li nexweşxanê bûm, ez dibêjim nexweşxane lê tu bibêje tîmarxane. Îro... vî danê sibê li ser edebiyatê komcivîneke entellektuelan hebû. Ji xwe çi bû di wê komcivînê de bû, mîrê min. De îcar te bidîta û te bibîhisiya, mîrê min, ma çi ne digotin ku! Li vir destekî xwe li ba dike, ji sandaliyê radibe ser xwe, ber bi aşxanê diçe û di ber xwe de bi pilepil dibêje: — Bi destûra te, mîrê min, ez hinek av bînim... ez hinek av bînim û ji mîrê xwe re bibêjim. Tiştên seyr in! Diçe piyaleke av tîne, datîne ser masê, li ser lingan ji wan pakêtan yekî vedike, du heban jê derdixe û di ber re jî her dipeyive û ji mîrê xwe re dibêje: — Ya rastî doktor ev tiştên ha li min qedexe kirine. Ji min re got: «— Ji mijar û ramanên weha dûrkeve û heta ko ji te tê li ser van tiştan nekeve heftûheyştê.» Ji xwe ez jî ne merivekî wusa me ko bi hinekan re têkevim heftûheyşta van tiştan. Ez dizanim, mîrê min... ez baş jî dizanim ko tiştên wusa pere nake. Li ser lingan wan heban dide ser zimanê xwe, ji nîvê ava wê piyala ser masê devê xwe tije dike, di gewriya xwe de berdide, bi tiliyan devê xwe paqij dike, wek wan qumarçiyên ko bi hêrs qeremaçên xwe li erdê didin, ew jî binê piyala xwe li masê dide, wan gotinên xwe yên jorîn dubare dike: — Pere nake, mîrê min, dibêje û rûdine. Piştî bêdengiya çend hilman destê xwe li ser wan name û kovarên ser masê digerîne, radihêje çendekan û lê dinêre, bêyî ko veke dîsa datîne û dîsa berepaş xwe bi palgiya sandaliya xwe ve dişidîne. Mîna ko anuha êdî piçekî rihet kiriye, bi pişirîn li portrê mîr dinêre û dibêje: — De îcar min ji te re çîroka vî danê sibê ne got, mîrê min. Ji semînerdarên komcivînê, pêşiyê yek rabû... yekî çawa bibêjim... ez nas nakim, ji nêzîk ve nas nakim, lê ewqas tişt li ser vî ciwamêrî hatine gotin ko êdî herkes pê dizane. Herkes pê dizane û dibêjin xwediyê navûdengekî qelew e... dibêjin ji navê Xwedê bêtir ji vî navê xwe hez dike. Xêr û guneh li hustuyê wan be, lê dibêjin ko tu bi qasî bêhna cixarekê li ba wî rûnî, tu ê baş bibînî ko rasterast nexweşê nav û mezinbûna xwe ye. Ez newêrim bibêjim, mîrê min, lê ez bawer im rastiya van gotinan jî heye. Bi min jî wusa hat. Mêrik rabû û yekser weke bûkan behsa xwe kir û got: «— Edebiyata me... binêrin dema ez ji bo konferansekê li Helsîngforsê bûm, ji min pirs kirin ka edebiyata me di çi rewşê de ye. Ew tiştên ko min li wir ji wan re gotin, ez dixwazim anuha li vir ji we re jî bibêjim. Edebiyata me di erdekî hişk de kulîlk e, giya ye, nîsk e, nok e û jê re av divê. Pêwîstî bi avdanê heye. A ez jî... heta ko ji min tê ez jî van nokan avdidim. Barê min giran e. Karê min giran e. Pir dijwar e. Ez bi tenê me. Ez dizanim. Lê dîsa jî bi her awayî, bi her celebî, bi her rê û metodê, bi şev û bi roj ez avê dikêşim ser vî erdê hişk ko ew nokên ter û şîn hişk nebin...» Bi van gotinên wî re ji guhdaran yek rabû û... Xwedê dizane ji deştê bû, mîrê min, rabû û gotê: «— Ya maqûl, meriv nokan avnadin ko...» Nizanim çima, mîrê min, lê li ser van gotinên ew î deştî semînerdar kurt lê vegerand û bi enirîn gotê: «— Tu nokan avnadî, lê ez avdidim!» Ew î deştî dîsa pê da zanîn û gotê: «— Ne ko ez avnadim, ezbenî. Min ne got, ez avnadim. Min got, nok nayêne avdanê!» Semînerdar bêtir tengijî, destê xwe jî li ba kir û gotê: «— Tu fam nakî. Wek ko min got, dema ko min ev gotinên xwe di konferansê de gotin, pencsed kesan ji min re li çepikan xistin, hezar dest li hev ketin û ji bo van gotinên min deng derxistin. Û anuha ev deng li her deverê belav bûye. Lê tu... tu tênagêhîjî.» Ew î deştî dîsa danexwar, mîrê min, gotinên xwe dubare kirin û dîsa gotê: «— Kê ji te re dest û lingên xwe li hev xistine ew tiştekî din e. Ez dibêjim nok nayên avdanê û çima nayên avdanê ez ji te re bibêjim: Dema ko nok bi qasî bihustekê bilind dibe û baçil pê dikeve, bi gotina te, ter û şîn dibe... bi zimanê me gundiyan şoraviyek digire ser. Tiştê ko nokan dikin nok jî ev şoraviya wan e, te got erê? Û ko tu rabî nokan avbidî, tu ê bişewutînî, te dîsa got erê? De îcar tu rabûyî ji me re behsa destên helsîngforsiyan dikî... ma ew çi dizanin bê nok çi ne! Ew hêj nizanin ka bê nok bi dar an bi giyan ve tên...» Semînerdar vê carê destê xwe jî ber bi ew î deştî dirêj kir û gotê: «— Tu jî hîn nizanî bê ez behsa çi dikim. Li vir ez bi zimanekî edebî dipeyivim. Ez dixwazim behsa edebiyatekê bikim... ne gundî û nokên wan!» Li ser van gotinên wî, ew î deştî rabû ser lingan û gotê: «— Anuha tu behsa çi dikî bike, lê ez dibêjim dema ko tu nimûnên xwe didî, bila ne ji dunyayê der be, bila ne dûrî aqilan be. Bibêje, edebiyata me kundir e û ez jî avdidim. Wê çaxê... a wê çaxê gotinên te ê ciyê xwe bigirin.» Semînerdar enirîna xwe kir hêrs, hêrsa xwe bilind kir, dengê xwe bilind kir, destê xwe bilind kir û dîsa ji ew î deştî re got: «— Tu nuha dev ji kundurê xwe berde, tu fam nakî. Binêre, ez hunermendek im. Ez niviskar im. Ez edebiyat û zimanekî çêdikim, zimanekî nû... ji vî zimanî re bi fransî dibêjin: une langue nouvelle. Îro di gelek kovar û rojnaman de li ser vî zimanê min, li ser kitêbên min, li ser niviskariya min, li ser huner û jîriya vî tiştî dinivisînin û ji min pirs dikin ka çima ez li ser gundiyan nanivisînim. Ez li ser maqûlên wusa dinivisînim ko... ez dibêjim dema lehengê min bimire bila xwendevan li pey bigirî. Ez naxwazim xwendevanê min li pey lehengê min bibêje: »De gundiyek bû û mir bila bimire!« Ez van tiştan bi zanîn dikim. Ev zanîna min jî berhema niviskariyeke bîst û pênc salan e. Ez lehengên xwe hildibijêrim. Ez gotinên xwe hildibijêrim. Ez hevokên xwe hildibijêrim. Ev hunerek e. Nokên ko ez behs dikim, nokên nû ne, nokên edebî ne. Biçe lê bigere û bi xwe bibîne bê çawa behsa meziniya vê hunera min dikin. Ma ez ê rabim piştî van hemû tiştan ji te hîn bibim ka ez ê çi bibêjim ko gotinên min ciyê xwe bigirin! Şerm e! Ez ne gundî me. Tu gundî yî, wê çaxê tu jî biçe karê xwe bike!» Gundî jî karê xwe kir, mîrê min. Bi hêrs rabû pênûsa di destê xwe de şikand, dîsa bi wê hêrsê li erdê xist, ji salona komcivînê derket û careke din jî venegeriya hundur. Dû re ji min re gotin ko ev herdu serî hevdu baş nas dikin. Dibêjin ev ne cara pêşîn bûye ko ev herdu zatên ha ketine pêsîrên hev. Careke din jî wusa bûye. Dîsa tiştekî wek vê noka bêyom di navîna wan de bûye sedem ko rabin hev. Dibêjin wê çaxê jî dîsa ev deştiyê ha ji ciyê xwe rabûye û li ruyê wî gotiye: «— Tu gotinên pûç û vala li ber hev rêz dikî! Mîna ko ev jî marîfeteke mezin be, tu dixwazî meriv ji bo van gotinên te li çepikan bixin... lê ez newêrim tiştekî weha bikim. ko meriv bi çewtî ji te re bibêje: dirûvên Homerosekî bi te dikeve, ji bo ko xwe bişibînî Homeros tu ê rabî rahêjî kevçî û çavên xwe derxînî... tu dixwazî rengê xelîfekî edebiyatê bidî xwe û xutban li ser navê xwe bidî xwendinê. Mîna ko hukmê lîteraturê di destê te de be, tu ji xwe re li pey koloniyên edebiyatê digerî û hew.» Xwedê dizane bê çima, lê mêrik rabûye ji vî semînerdarî re gotiye: «Tu mytomanekî mezin î!» rasterast gotiye, «tu nanê bêxwê dixwî, tirên şor dikî.» De îcar em ji çîrokê... em ji komcivîna vê sibê dûrketin, mîrê min. Piştî ko ew î deştî derket û çû... semînerdarê helsîngforsiyan, bi gotina ew î deştî, vî mytomanê mezin behsa hinek tiştên din jî kir. Bi zimanê xwe î nû, bi gotina wî, bi une langue nouvelle behsa edebiyata me kir, behs kir û got: «— Dar hildikişe. Dar qalind dibe. Dar bilind dibe. Dar mezin dibe û dibe darek siltanî.» De îcar Xwedê dizane bê wî dixwest bi van gotinên xwe çi bibêje. Lê ko ez li xwe mikûr werim û bibêjim, min tiştek ji vê dara wî dernexist, mîrê min. Ya rastî min xwest ez rabim vê tênegêhîştina xwe pê bidime zanîn û bibêjim: Bi van daran tu dixwazî çi bibêjî, lê ez ranebûm û min ne gotê. Min nexwest ez jî bibim deştiyekî duduyan, mîrê min. Û piştî van heftûheyştan dor hate yekî din. Şaîrekî kevin bû, mîrê min. Nizanim çima, lê bi hêrseke mezin bû. Dema ko dipeyivî kef bi devê wî diket û... digot: «— Hûn behsa çi dikin bikin... hûn çi dibêjin bibêjin. Lê lezet di helbestên we û îro de tuneye. Weke wan firingiyên ko meriv di kayê de sor bikin, helbest li vir çênabin. Li van deran...» digot, «mijar tuneye ko meriv li ser binivisîne. Ez helbestên we dixwînim, dinêrim ko li ser êş û xaça Îsa ne, li ser şiv û fermanên Mûsa ne. De îcar werin li welêt binêrin. Şikir ji Xwedê re bi sedan Îsa û Mûsa derketine. ko em bixwazin em dikanin Xwedayan jî çêbikin. Îro li dunyayê, li ba me bi sedan gund dişewutin, bi hezaran meriv têne kuştin, bi mîlyonan meriv koç dikin. Divê meriv van mijaran bibînin, berhev bikin û binivisînin.» Min xwest ko ez rabim û jê re bibêjim: Ya seyda, edebiyat afirandin e, edebiyat nayê berhevkirin, lê min ne got, mîrê min. Min ne xwest ez jî têkevim heftûheyştekê. Lê ji guhdaran yek rabû... ciwamêrek rabû û gote wî: «— Heyfa wan bajar û gundan e ko ji bo helbesteke xweş dişewutin.» Li ser van gotinên guhdêr, şaîrê kevin jî hêrsa xwe mezin kir, av û kef bi devê xwe xist, tiliya xwe jî li wî ciwamêrî bilind kir û gotê: «— Binêre, Melayê Cizîrî bûyerên xelkê xwe, li ser tahtên welatê xwe dinivisand û weke helbest dîsa li ser wan tahtan dixwend. Dema ko xwendina helbestên xwe diqedand û radibû diçû, ew tahtên ha ji hukmê helbest û xwendina wî mîna sêlekê disincirîn û jin û bûkan jî diçûn hevîrê xwe pê ve didan. Lê tu tênagêhijî ku!» Li vir jî herdu seriyan ji hev gazin dikirin, mîrê min, gazin dikirin ko yê hember tênagêhîje. Dû re ji semînerdaran yekî xort rabû ser kursiyê. Yekî çawa bibêjim, Xwedêyo... yekî wusa ko nayê gotinê, mîrê min. Cil û bergên li ser wî ne tiştên şaîran bûn. Cotek potînên bêcir di lingan de, parkekî ji van rengên leşgerî li navmilên wî bû, ya sitar! Bi zincîr, bi xelek, bi bêrîk û bi gelek tiştên seyr bû. Meriv digot qeyê nû ji leşgeriyê reviyaye. Şêla şaîran pê ne diket. Rabû weke gamêşê ko bîna avê bike hustuyê xwe dirêj kir, serê xwe rakir, awurên xwe li jor li dereke zikê salonê asê kir, çavên xwe dan hev û dest pê kir. Bi min wusa hat ko... ne tenê bi min, ez bawer im ko hespan jî ev rewşa wî bidîta û guhdariya wî bikira, ew ê bigota ev maqûlê ha ji aqil û kîsên hinekan dipeyive. Belê, pêşiyê navê gelek çem û çiyan, navê gund û bajaran, navê deşt û çolan bi lêv kir û da zanîn ko wî ji wan deverina ji me re silavên germ û agirî hanîne. Dû re li gotara xwe zêde kir û da zanîn ko divê meriv ji bo tiştên mezin kar bikin, divê pênûsên niviskarên me mezin bin ko pê roman û dîwanên mezin werine nivisîn, bi pênûs û serên piçûk çîrokên kurt jî nayêne nivisandinê, divê meriv zimanê xwe mezin û fere bikin... digot: «— Kê gotiye ko zimanê me têr nake û naşêrîn e! Zimanê me zimanekî wusa ye ko dema meriv guhdarî dike, meriv dixwaze bajo ser kozikên dijmin!...» Li vir jî min xwest ko ez rabim û bibêjimê: Wê çaxê ew hemû teresbavên ko li vê dunyayê najon ser kozikên dijminên xwe, divê pêşiyê zimanê me hîn bibin. Zimanê me hîn bibin ko biwêrin bajon ser kozikan... Lê dîsa min dengê xwe ne kir, mîrê min. De îcar ciwamêr ev gotinên xwe jî bi tirkî digot... digot û didomand: «— Geniş düşünmeliyiz, büyük düşünmeliyiz, large düşünmeliyizki ölümsüz eserler yaratal›m. Bunun da tek yolu ordulaşmadan geçer: yazarlar ordusu, sanat alayalar›, kültür taburlar› yaratmak gerek. Kalemimiz silah, silah›m›z kalem olsun!»(*) Ez nizanim, mîrê min, lê piştî axaftina van ciwamêran baweriyek welê li min peyda bû ko... Ez dibêjim, ko meriv bixwaze yekî bixapîne divê meriv bi tirkî bipeyive û ko meriv bixwaze xwe bixapîne divê meriv bi kurdî bipeyive, te got çi? Li vir jî min kir ko ez rabim û jê re bibêjim: Ya maqûl, şêrîniya vî zimanê me î şêrîn çima tu bi zimanê me î şêrîn nabêjî... çima edebiyateke wusa eskerî û bi unîform! Lê weke hertim min ev gotinên xwe jî di hundurê xwe de nixumand û ne gote wî. A wê çaxê... ji xwe çi bû a wê çaxê bû, mîrê min. Di wê gavê de min generalên helbestan dîtin, min kapîtanên novel û romanan dîtin, min çawîş û onbaşiyên nivisên bi babetên ciyê dîtin... bi kurtî hemû qumandarên lîteraturê bi meşeke leşkerî di ber min re derbas bûn. Ji vê bergehê ken û girî di hundurê min de li hev ket, keliya, kef da û di kaniyên çavên min de dan der. Berê çavên min reş bûn, dilê min li hev ket û wekî din jî... wekî din jî tiştek nayê bîra min, mîrê min. Min çavên xwe li nexweşxanê vekir. Darînê Daryo, Darîn î lehengê vê çîrokê bi qasî çend hilman serê xwe dixe ber xwe, mîna ko anuha bi raman li tiştekî asê bibe, bi awurên vikûvala li kîsê dermanên xwe dinêre, dû re bi nîvşerm û nîvxemgînî vedigere ser portrê mîr, bi herdu destan serçavê xwe mist dide û bi rewşeke bêxew dibêje: — Doktor hat paş serê min, mîrê min, li paş serê min nav û paşnavê min pirsî... Mîna ko hay ji çewtiyeke xwe bibe, li vir bi tevgereke bêçare herdu destên xwe jî ber bi portrê mîrê xwe vedigire û dibêje: — Tu bi xwe jî dibînî, mîrê min, tu dibînî ko hiş di serê min de ne maye. Min ji bîr kir ko xwe bi te bidime naskirinê. Gerçî ne girîng e, lê weke edet... ez dibêjim edet lê tu bibêje weke nexweşî. Belê, tiştekî wusa jî derxistine ko divê meriv çêlî xwe bikin. Ne tenê çêlî xwe, di roja îroyîn de radibin behsa gelek tiştên din jî dikin. Behsa tiştên wusa dikin û tiştên wusa dibêjin ko anuha ez şerm dikim ji te re bi lêv bikim, mîrê min. Ji nişka ve û bi hêrs radibe, ji ser masa nivisandinê radihêje pirtûkekê(*), dîsa bi wê hêrsê li ser lingan rûpelan lê diqulibîne, bi dengekî nizm ji dereke wê tiştina dixwîne, dû re li mîrê xwe vedigere û dibêje: — Li gor gotinên mêrik... mêrik behsa jiyana xwe dike, mîrê min, xêr û guneh li hustuyê wî lê li gor gotinên wî: hîn di piçûktiya xwe de xwediyê kultureke kevnare bûye, bala wî li ser şexsiyetên mezin bûye, çavên wî hertim li ciyên bilind bûye. Ev tiştên ha jî di pêçekiya wî de dê û pîrika wî, bav û kalikê wî... her yekî ji alîkî ve di guhên wî de gotine û ew kultura me ya bi qasî pênc hezar salan kevin kurisandine hundurê serî wî. Li Diyarbekirê ew taxa ko di wextekê de mala Cemîl Paşayê bapîrê Qedrî û Ekrem Cemîl Paşa lê bûye, anuha mala wan jî li wir, li wê taxê bûye. De îcar di şeş saliya xwe de dest bi niviskariyê kiriye. Berhemên wî yên çapnebûyî gelek bûne... li gor ko mêrik dibêje, ji dusedî zêdetir berhemên wî hene û hemû jî anuha di serê wî de ne, mîrê min. Pirtûkê davêje ciyê berê, rûdine, radihêje qelûna xwe pê dilîze, dikêşe û dibêje: — De îcar em vegerin ser pirsa xwe û ez ji mîrê xwe re bi kurtî bibêjim: Ez ne xwediyê jiyaneke wusa rengîn im. Navê min Darîn e... Darînê Daryo dibêjine min. Ez ji gawestiyên malên Cemaldînên serhedî me û anuha ji wan deverina dûr ez jî li vir dijîm. Vir, dibêjim... nizanim bê te ji serma wê derxist an ne, mîrê min, pir sar e. Lê dîsa jî... yekî ko di çelê zivistanê de jî ji ba me were vir, ji te re sond dixwim beriya ko bi bapêşê bikeve ew ê bi bayê vê niviskariyê bikeve. Çiqas ji vê rengdêrê hez dikin! ko meriv ewqasî ji Xwedê hez bikira, meriv ê ji buhuştê ciyê herî xweş bi dest xwe bixista. Ne ko ez tiliya xwe di çavê xwe re dikim û dibêjim bila ji nava me dernekevin, lê streseke nivisandinê bûye nexweşiyeke têgerîn û li van deran digere, mîrê min. Li van deran baweriyeke wusa şîn bûye ko divê meriv pirtûkekê binivisîne... mîna ko yek pirtûkekê nenivisîne ew ehmeq e, mîrê min. De îcar mîna ko ji van pirtûkan (destê xwe ber bi dolabeke binê refikên pirtûkxana xwe dirêj dike) yek têr nake, mêrik radibe ya duduyan jî dinivisîne. Wusa dike ko meriv jî jê re bibêje, a îcar jî tu bûy yekî ehmeqtir. Û ne dûrî aqilan e ko ez ji mîrê xwe re bibêjim di van çend salan de ji hemû şaxên lîteraturê me pirtûk hene û zêdetir jî. Zêdetir dibêjim... bi gotineke din ji vê hingema ha şaxên seyr, tiştên ewqas seyr û nû derketine ko ez ne bawer im îro li ba îngilîzan jî navekî jê re peyda bikin. Na, ne gengaz e ko ev şaxên wusa di zimanekî din de hebin, mîrê min. Bi van gotinên xwe re dîsa radibe ser xwe, destê xwe ber bi refikên pirtûkxana xwe dirêj dike û: — Binêre, mîrê min... de îcar ne tenê evqas in jî, wek ko min got li vir jî hene, dibêje, diçe destê xwe davêje kersega dolabeke binê refikên pirtûkxanê û bi kenekî manedar didomîne: Ev yên ha... ya rastî min dixwest ez wan bişewutînim. Lê dû re min nêhirî ko bi şewatê nabe, mîrê min... min got ew ê rûmeta van û wan hemû pirtûkên ko di wexta xwe de bi şerefmendî şewutîn tevlihev bibe. Min ne xwest mikro û makro li nav hev bikeve, min ne xwest çê û xirab têkeve nav hev. Loma min ev yeka ha ne kir, mîrê min. Min ew agir ne kirin. Min got ew ê rojekê teresbavek rabe navê min û Amr ibn al-As(*) tevlihev bike. Ji ber vê yekê ye, mîrê min, a ji ber vê yekê ye ko min ew havêtine paş vê kilîtê. Anuha tu ê mereq bikî û bibêjî ka gunehkariya van pirtûkan çi ye? Ber bi masa xwe diçe, ji çavikekê kilîtekê digire, li kersegê tîne, dolabê vedike, pirtûkekê jê derdixe, ber bi portrê mîr nêzîk bilind dike, du sê caran dihejîne, mîna şanogerekî hêdî hêdî li rasta odê digere û dibêje: — Ko jinek ne bi dilê meriv be, meriv dikane çavên xwe bigire û dîsa jî wî karî bike. Lê... lê ko pirtûkek ne bi dilê meriv be, meriv nikane çavên xwe bigire û bixwîne. Û dibe ko mezintirîn hustuxwariya pirtûkekê jî ev be... te got çi, mîrê min, dibêje, wê pirtûkê davêje ser masa rasta odê, ji dolaba paş kersegê yeke din derdixe, bi mirûzekî tirş li pêş û paşê wê dinêre, li kefa destê xwe dide, her bi wê hunera şanogerekî di odê de diçe û tê, ji nişka ve li portrê mîr dizivire û dibêje: — Ko ji niviskarekî re zarokek çêbe û ew zarok seqet be, bêyî dest û pê, bêyî poz û goh be... niviskar ê riyekê bibîne, ew ê kêmasiya zarok bavêje ser Xwedayekî û ji nav derkeve. Lê ko di pirtûkek wî de seqetiyek hebe... a wê çaxê divê hinekî li ser bihizire. Te got çi, mîrê min? Li vir yeke din ji paş kilîtê derdixe, lêvên xwe bi hev ve dişidîne, bi hêrs û bêhêvî davêje ser masê dîsa li mîrê xwe dinêre û dîsa dibêje: — Heta nuha pêwîstiya min ji Xwedê ne bûye ko ez destê xwe li ber vegirêm, mîrê min, lê anuha ez destê xwe li ber wî jî vedigirêm û dibêm: Xwedê, heta mirineke bi destê te bila haya ev yên ha ji hunera xwe nebin, lewra wê roja ko wan hay jê bibin, wê çaxê ne bi destê te, ew ê xwe bi destên xwe bikujin û têkevin ber xwîna xwe! Piştî çend tiştên weha bi hêrs dadide wan pirtûkên li ser masa rasta odê, li ber dolaba binê refikan çog dide erdê, bi hêrs davêje ciyê berê û dîsa bi hêrs kilîtê li derê dolabê dixîne. Di rabûna xwe de destê xwe jî ber bi wê kersegê rep dike û dibêje: — Ya rastî diviya bû meriv xwediyên wan bavêtana paş deriyan û ji wan re bigota... Na, mîrê min, ez gotina xwe nabêjim. Ez newêrim bibêjim. Ma tu ê ji kê re bibêjî ku! ko tu ji yekî re tiştekî bibêjî, ew ê tev hêrs û enirîna xwe tiştekî din jî li te vegerîne û ew ê ji te sil bibe. Ew ê di newrozan de jî di ber te re derbas bibe û silavan li te neke, mîrê min. Ez şerm dikim, mîrê min, ez şerm dikim ko ez di dem û dunyayeke weha de dijîm. Dibêjin li dunyayê tenê du tişt hene ko meriv pê dikevin rewşên teng û naxoş: yek jin û yek jî zimanê meriv. Lê anuha ez tiştekî din jî lê zêde dikim û dibêjim, bêpîvaniya karê nivisandinê jî. Lê eva sisiyan... Di wexta xwe de ûris nîvê dunyayê bûne û ji wî nîvê dunyayê Trdeyakovskiyek(*) tenê derketiye, lê diyar e ko wusa bidome ji van Trdeyakovskiyan em ê gelekan derxin. De îcar tîpên wusa... tîpên ko tiştekî ji hev dernaxin, tîpên ko diya xwe di fîstanekî din de bibînin nas nakin... tîpên ko meriv di ber de bêşin, di ber de bişewutin, di ber de şerm bikin ne yek û ne dudu ne, mîrê min. Dema ko ez li ser van hemû tiştan dikevim ramanan û lê hûr dibim, a wusa... dilê min li hev dikeve û ez dixwazim verişim. Xwezila min bi wan deman, wan demên ko ez ji van tiştan dûr. Û hîn gelek tişt hene, mîrê min, gelek gotinên min hene ko ez ji te re bibêjim. Lê wek ko min got, ez naxwazim serê te jî pê bêşînim, mîrê min, ez naxwazim bêhna te pê deng bikim û... û doktor ji min re got bêhna xwe teng meke, got tu çawa rihet dikî wusa bike. Diçe ji derekê radihêje perdeyeke reş, bi aliyekî pirtûkxana xwe ve dike, dixwaze bikêşe pêşiya tevayiya wê û di ber re jî bi pilepil dibêje: — Ez ê jî êdî nekim ko tiştekî binivisînim, mîrê min.Bila diya min li min bibore. Min destê xwe ji şîrê diya xwe şûştiye. Min dixwest... min pir dixwest ko ev gotinên min... wek ko hezretî Eyub dibêje: ”Xwezî anuha ev gotinên min bihatana nivisandin! Xwezî di pirtûkekê de berhev bibûyana! Bi pênûseke hesinî, bi qurşûnê Li zinaran bihatana kolanê ko her û her bimana.” Lê ez nikanim, mîrê min. Mîna ko tu jî êdî têderdixî, ez nikanim û nivisandin ji min nayê, ez ji te re sond dixwim ko êdî ez nikanim bixwînim jî. Ez ê nexwînim, dibêje, wê perda reş dikêşe berê pirtûkxana xwe, bi xemgînî û bi dengekî bilindtir didomîne: — Bila li min biborin, bila ew hemû niviskarên ko vekişiyan şikeftên bêhntengîn, şevên nîvê şevan jiyan li xwe herimandin û jidil xwe sipartin hunerên xwe, ew niviskarên ko rûreşî ne kirin, ew niviskarên ko derew û bêbextî li lehengên xwe ne kirin, bi wan re jiyan, bi wan re êşiyan, bi wan re giriyan, bi wan re ketin û mirin... a bila ew hemû maqûlên erbabên karê xwe li min biborin, dibêje, bi rewşeke jihevketî tê li pêş portrê mîr dîsa di sandaliya xwe de rûdine, bêyî ko veke wan name û rojnamên li ser masê dide aliyekî, serê xwe dike nava herdu lepên xwe, di ser çogên xwe de xwar dibe, diponije... û anuha li ba wî dîsa deng tuneye, dîsa ronahî tuneye, dîsa wext tuneye, dîsa Xwedê tuneye û dîsa dunya li dora xwe çerx nabe. Epîlog Di wê gavê de, rasterast di wê gavê de ez çûm li pêş Darînê Daryo, li pêş Darîn î lehengê vê çîrokê rûniştim û min gotê: — Baş e, ez ê binivisînim. Bi mitûmatî li min mêze kir û got: — Tu ê çi binivisînî? Min got: — Van gotinên te... ez ê van gotinên te binivisînim û bikim pirtûk. Ez ê yeke welê binivisînim ko bi hemû dewr û dewranan xweş be, herkes bi zimanê xwe î arizî şirove bike û li ba xwe rûmetekê bideyê. Bi xemgînî, bi çavên tije av got: — Tu ê çima binivisînî? Min got: — Te gotinên bavê xwe bi cî ne hanî, te daxwaza diya xwe bi cî ne hanî, lê ez ê vê êşa te bi lêv bikim. Mîna ko ev behsa dê û bavê wî wan çavên wî biguvişîne av jê rijiya û got: — Na, meke! Min got: — Çima na? Ma te ne got, xwezî anuha ev gotinên min bihata nivisandinê? Bi girêkên tiliyên xwe çavên xwe zuwa kirin, li min mêze kir û got: — Na, hezretî Eyub weha gotiye. Min got: — Te çima ev gotinên hezretî Eyub bi lêv kirin? Hustuyê xwe xwar kir û got: — Dilê min tenik bû û min jî ev gotinên wî bi lêv kirin. Min got: — Baş e, dilê min jî li van gotinên te rûnişt û ez dixwazim wan binivisînim. Di dest de li min vegerand û got: — ko tu bi gotina dilê xwe bikî û binivsînî, tiştê ko ez ji te re bibêjim tuneye. Lê tenê tiştekî... ji min nepirse û nebêje çima, lê ez tiştekî tenê ji te daxwaz dikim. Darînê Daryo, Darîn î lehengê vê çîrokê daxwaza xwe ji min re bi lêv kir. Li ser vê daxwaza wî li pêş mîr Celadet Alî Bedirxan û li hafa seydayê erd û asiman Ahmedê Xanî min jî soz dayê ko ez li dawiya vê çîrokê van gotinan jî binivisînim û bibêjim: ”Ev çîroka ha divê bi zimanekî din neyê xwendinê, divê her û her bi zimanê xwe î malê bimîne.” Herweha nîvê êşa lehengê xwe min jê girt, nîvê titûna qelûna wî ya dawîn min kişand, nîvê hêsirên wî min ji kaniyên çavên xwe rijandin, li nîvê textê wî yê razanê min cî da xwe, wê şevê nîvê balîva wî min serê xwe da ser û em bi hev re ketin xewê.
Helbest: Rojên Çile
Li Serê Reş Şilopê dest pê kir Berfeke tenik li Çîyayê Sefîn Zevî şîn û reş in Li her du alî rê Erda hinekirî Bi darên berûyê Bi mêwên tirî Tazî û sêwî Şeqlawa û Hîran Ji dûr va Nazenîn Ewran dagirtiye Çem û robar geş in Dinya bêdeng e Tenê li ser rê Loriya erebê
Kemal Burkay Çileye Paşîn, 1994
Min Şêx Seîd Dît
Tê zanîn, bi hezaran gundiyên Kurd beşdarî serîhildana Kurdan a 1925'an bûne. Ji ber ku serîhildanê li Pîranê dest pê kiribû, berî herkesî gundiyên dorûbera Pîranê tevî wê serîhildanê bûbûn. Bavê min yek ji wan gundiyan bû. Wek pirraniya Pîraniyan wî jî tevî ap û xalê min ji roja pêşîn hember leşkerên Tirk, di nav refên Kurdan de ciye xwe girtibû. Wek hevalên xwe yên wêdemê,wî jî gelek caran ji mere behsa"Herba Şêx" dikir.
Çi heyf ku ji "bîrhatinên" nifşê Şêx Se'îd zêde tişt nehatiye nivîsîn. Heke hatibin nivîsîn jî min nedîtine. Bêguman hekebîrhatinên beşdarên serîhildanên Kurdan ên berê û ên nû bên binivîsin, tevgera welatperweriya Kurdî baştir tê naskirin. Bi vê baweriyê, min beşek ji "bîrhatinên" wê demê yên bavê xwe wek axaftina wî, bi lehçeyaKirdkî (Zazakî) nivîsandibû û di 1992'yan de di rojnameya Armancê de weşandibû. Gotinên wî yên jêrîn, ji wê nivîsê hatin wergerandin. Min çawa Şêx Se'îd dît? Şêx Se'îd Efendî bi xwe li Xunusê bû. Pir dewlemend bû, çar-pênc keriyên pezê wî hebûn. Wî, berê li her bajarî merivin dîtibûn, gotibû "Herkes li ciyê xwe dest deynin ser 'hukûmeta xwe'. Em vê qanûnê qebûl nakin." Şêx dev ji hemû mal û milkên xwe berda, rabû berê xwe da memleketê me, hat. Em pê hesiyan gotin "Va ye Şêx Se'îd li wê hêla Pirdê Dimlê¹ ye, tê!" Sê sed-çar sed kes ji xelkê hêla me, ji vir heta Dimlê ketin rê, çûn pêşiya wî. Em çûn wê hêla Vêrdanê², wê hêla Pirdê Dimlê pêşiya Şêx. Şêx û hevalên xwe hatin Dêreyê³. Wê şevê Dêrey tije bû. Şêx Se'îd li Dêreyê çû mala Xal Huseynê Avlay. Ji Licê⁴ bigre heta Hênê⁵ cihê ku ew jê derbas bûye, xelk gihiştiye wî, bi hev re hatin. Ji hêla Kirdan zafxelk pê re bûn (mebest ji "Kirdan" Zaza neMalmîsanij). Mîr û beg siwar, ên din peya bûn⁶. Ez hingê zewicî bûm. Min nuh mala xwe ji Qojigê⁷ anîbû. Tevî ku mala min wek koxikekê bû, hejdeh kes mêvanên min bûn. Wê şevê Şêx got "Ez diçim tewafa Pîr Mesûrî⁸". Em nêzî deh kesan bi wî re bûn. Ez bi xwe jî pê re bûm. Wî bi Kirdkî [Zazakî] qise dikir. Li wir got "Hûn li vir bisekinin, ez diçim hundir". Çû hundirê ziyareta Pîr Mesûrî, hinek ma, vegeriya hat, got "Karê me naçe serî". Şerê Şêx Se'îdî Dest Pê Dike Roja din em pê re çûn Pîranê⁹. Wê demê Pîran nahîye bû, lê wekî gundekî bû. Tê bîra min, hîn nû hukûmetê qereqoleke piçûçik li Mehla Cellanê¹⁰ danîbû. îsmaîl Efendî mudirê Pîranê bû, Hesen Huznî jî qumandarê qereqolê bû. îsmaîl Efendî ji Ma'denê bû¹¹.Gava ku Şêx Se'îd hat, çend mehkûm jî tevî me bûn, ew jî hatin Pîranê. Mesela Welî Hediki, Hesenê Bêzi, Şewêşê Mehmedî, Hesikê 'Elikî, zarên îsikî, yanî Mehemê îsikî û îsmelê îsikî. Ji van Welî Hediki û Hesenê Bêzi Qelbînî [ji gundê Qelbînê]¹² bûn, Mehemê îsikî, îsmelê îsikî û Hesikê 'Elikî Dêreyî [ji gundê Dêreyê] bûn. Hinekan xeber gihandibûn qereqolê. Hinek dibêjin "Ji Qelbînê îbremê Haj 'Elî wê demê cendirmeyê bejik¹³ bûye, ew çûye xeber daye qereqolê, gotiye 'mehkûm bi Şêx Se'îd re ne', loma cendirman avêtiye ser wê malê û ji wir meselê patlax daye." Lêbelê ez bi xwe nizanim kê xeber gihandiye qereqolê. Gava ku xeber giha qereqolê, zeftîyek hat ba Şêx Se'îd, got "Em emir-qulî ne, bila ev mehkûm li vir nemînin". Şêx got: - Bila nemînin, çima dimînin? Mehkûm pê hesiyan, avêtin ser qereqola Pîranê; tifing berdanê, Hesen Huznî û îsmaîl Efendî girtin. Hawê ku dibêjin, ji birayên Şêx Se'îdî, Şêx 'Evdirehîm bi wan mehkûman şêwiriye û pişt daye mehkûman, bi hev re ayêtine ser qereqolê. Em li Pîranê bûn. Şêx Se'îd û axeler-maxeler, -ku yek jê re digotin Nebî Axa¹⁴, ew jî pê re bû- qasî bîst kesî çûbûn hundirê camiyê, em jî li derve sekinîbûn. Dîtina ku min dît, li ber deriyê qereqolê teq, teq, teq dengê tifingên wan hat. Şêx Se'îdî got "Weha nabe, weha mekin!" Lê êdî tiştê ku bûbû, bûbû. Heta muxrubê em sekinîn. Xal 'Elî Temirê Dêreyî ji min re got: - Hadê em biçin malê. Min got: - Çima? Got: - Mesele xira bû. Em vegeriyan hatin, dengê tifingan dom dikir. Wê şevê Şêx Se'îd û merivên ku pê re bûn, ji Pîranê derketin, vegeriyan çûn. Me Ayêt Ser Ma'denê Xelkê van ciyên me tev muttefîq bûn. Qeza me Ma'den bû. Me pêşî avêt ser Ma'denê, me Ma'den girt. Piştî ku me Ma'den girt, em du sê rojan li wirman. Me nêzî deh niqir (beroşên mezin) danîn, tê de dan keland; me eskerên Şêx hedik xistin çentên xwe. Me ew dixwarin. Serekên me, giregirên me bûn. Mîrên Gêlê15 bûn, axayên Pîranê bûn. Li her cî, mezinên wê derê serek bûn. Berî çûyina me, hukûmeta Tirkan nêzî pênc sed kes ji xelkê hêla Adîyemanê anîbûn Ma'denê, da ku nehêlin em Ma'denê bigrin. Piştî çûna me, ew li pişt deriyan man. Xwediyên gelek malên ku em lê diman, digotin "Yên ku ji bo kuştina we, berî we hatibûn, anika li pişt deriyan in". Ew xistibûn pişt deriyan, nediwêriyan wan berdin. Ew hemî teslîm bûn. Li Erqeniyê Piştî Ma'denê me avêt ser Erqeniyê, me Erqenî jî girt. Li Erqeniyê, mezinêh me gotin "Xelk qirêj û birçî ye. Belav bibin, herin malên xwe. Sê rojan bimînin, çekên xwe hazir bikin, paşê werin em davêjin ser Diyarbekirê". Xeber dan Reşît Axayê Têrkan¹⁶, Reşît Axayê Gewran, xelkê Mistan¹⁷ û xelkê Jorê¹⁸, gotin "Piştî sê rojan werin, em êriş dibin ser Diyarbekirê". Gavaku me Pîran, Ma'den û Erqenîgirtin, liwanderan axaler-maxalerên me hukûmet xistin destê xwe. Mesela li hêla Pîranê Zilfî Axayê Pîranê, Huseynê Hejikê; di nav Kirdasiyan de Zifqar [Zulfîqar] Axayê Tulxumê, Reşît Axayê Têrkan û axayên wek wan, her yek bû sermiyanê mintiqa xwe (mebest ji "Kirdasiyan" Kurmanc in-Malmîsanij). Li Diyarbekirê Roja ku gotibûn "werin", wê rojê em donzdeh-sêzdeh kesên Dêreyî çûn Simaqiyê¹⁹. Em bi peyatî çûbûn. Xelqê Simaqiyê ji gund derketibûn, em li odeyên wan man. Wê şevê em çûn me çarmedorê Diyarbekirê girt. Zifqar Axayê Gewran ji wê hêlê hat, hin ji jêr hatin, em xelkê Pîranê ji jor çûn û hin jî ji hêla din hatin; me dorûbera wê girt. Zora hukûmetê çûye, top kişandine ser bedenê, di dorûbera xwe de davêjin, bera me didin. Emjî qaşo bi tifingan berawan didin. De top bi tifing disekine? Ji topan re çare tunebû. Tiştek davêtin jor, ronî dikir, em yek bi yek dihatin xuyakirin. Li wir, ji hêla me çend kes hatin kuştin. Mesela ji Metînan²⁰ Hesenê Metînan, ji Zeydanê²¹ du kes û yek jî ji Dêreyê hatin kuştin. Şeveke tarî ye. Çav çavan nabîne. Nêzî Diyarbekirê Aqinî [dibe ku min ev nav şaş nivîsandibe-Malmîsanij] heye, ez û 'Eliyê birê min û çend kesên din ji xelkê hêla me, em li wir bûn, guleyek topê li nêzî me ket. Meha Adarê ye²², baran dibare, dinya herî ye. 'Elî got: - Aha, li min ket! Ku 'Elî weha got, min pirs kir: - Li kudera te ket? Got: - Li serê min ket. Min destê xwe li ser serê wî gerrand û seha serê wî kir; min fêm kir ku bi xwîn e lê wekî din tiştek tune. Min got: - 'Elî, destê min pirr bi xwîn e feqet qul-mul tune, tiştekî muhîm tune. Got: - Lê çima ewqas diêşe? Min got: - Wele xwîn zaf e, ez dibêjim şîlekî kevir e. Bi rastî jî şîlê kevirekî bû. Piştî demekê, hevalan got "Paş de vegerin!" Qefleyek ji xelkê Bot[iy]an²³ di Deriyê Mêrdînê²⁴ re ketibûn hundir. Wan û eskeran gelek ji hevdû kuştibûn. Me neşiya em têkevin hundirê bajêr. Dawiyê em reviyan. Hêla Sêwregê Carekê me û terefdarên hukûmetê me hevdû ber bi Sêwregê ve bir, heta Qerebexçeyê²⁵. Hinek 'eşîret hebûn, pişta hukûmeta Tirkan digirtin. Mesela li hêla Qerejdaxê wan deran Ehmed Axayê 'Ewêna hebû, wî piştgiriya hukûmetê dikir. Me bi merivên wî re şer kir. 'Eşîra Ehmed Axayê 'Ewêna pirr bû. Vê dawiyê li hin derên din jî hin şêx û axa derketin, şaşî kirin gihîştin hukûmetê, bi hukûmetê re xweş kirin. Kî bibûya terefdarê hukûmetê, hukûmetê jî alikariya wî dikir. Em ji Diyarbekirê Direvin Gava li ber Diyarbekirê zora me çû, me da dû hev û me bazda. Herrî û teqin e, çarox di piyên me de bûn. Ha babam, de babam, şefeqê lêxist em hatin gundekî Kirdasiyan [Kurmancan] , jinên gund her yekê şivek girt û ber bi me ve hatin, gotin: - Gû di gorra bavê we kiriyo! We mala me jî xira kir! Hûn direvin, lê emê çi bikin? Gava ku em dihatin, ji Şêxmalan²⁶ Şêx Sîrac²⁷ jî bi me re bû. Em hatin Herbujinê, got: - Zarno! Esker! Piyên xwe sivik bikin! Hukûmet li ber avê, li Tepê pêşiya me digre, me hemiyan hêsîr digre! (Li vir mebest ji "av"ê çem e.- Malmîsanij) Şêx Sîrac siwar bû. Hespa xwe bezand. Şêx-mêx siwar bûn, em peya bûn. Em hatin ku li Tepê tiştek tune. Em sê sed-çarsed kes ji hêla me [ji hêla Pîranê] bûn. Em derbas bûn, hatin girê Hîra Qeri, me dît ku va ye siwarek ji jor de tê, nêzî deh peyan jî pê re ne. Me meraq kir, me got "ew çi kes e?" Hat ku Reşît Axayê Têrkan e. Reşît Axayê Têrkan berê digot "Ev mesele [serîhildan] nabe, mekin! Em neşên zorahukûmetaTirkan bibin". Demaku me avêt ser Diyarbekirê ew jî êdî hat. Newêre li cihê xwe bisekine. Di dilê xwe de dibêje "ev çûn, ku zora Tirkan bibin û vegerin min dikujin". Reşît Axa ji jor hat ku va ye em paş de direvin, bi Kirdasî [Kurmancî] got: - Hun ku da derin, hun ku da direvin? ... hespê xwe di dê û jina we ...! Wexta ku min digo "Nabe, nabe!", we digo "Reşît Axa teres e". de vegerin em herin, de vegerin! Hun ku da direvin?²⁸ Welhasil em hatin malê. Dûre êdî em bi çiyan ketin. Me lêxist em çûn Koyê 'Erseki [Çiyayê 'Ersekê]²⁹. Me di vê navê de gelek eziyet dît. Piştî Şêx Se'îd Çi Bû? Me û eskerên Tirkan me hevdû gelek bir û anî. Ez dibêjim qey ji Pîranê û ji gundên wê, nêzî du sed kesî hatin kuştin. Ji eskerên Tirkan jî nêzî du sed heb hatin kuştin. Rojekê li ber Roy Vêrdanî [Çemê Vêrdanê] me û eskeran me gelek bera hevûdin dan. Ji wan zafhatin kuştin û bi avê de çûn. Ew ji Hênê dihatin ku derbasî vê hêlê bibin, me jî dixwest ku em nehêlin bên vê hêlê. Herçî me texsîr nekir, lê dawiyê zafesker hatin, hukûmetê zor da me. Ev derana hemî tijî esker bûn. Çi kes li Pîranê nemabû, xelk hemî reviyabûn. Eskeran çadir vegirtin. Meha Adarê bû. Ba û baran bû, serma bû, meriv li derve diqerisî. Em xelkê van gundan tev bi çiyan ketin.Tu kes li malê nema. Me mal û halê xwe di cî de hişt. Gava em direviyan car-car xelkê digot "Va ye esker tê!", jinan mastê xwe, tiştên xwe yên giran dirijandin. Qelbîniyan tiştê xwe davêtin sarincan. Ez çûm Koy 'Erseki [Çiyayê 'Ersekê]. Me hin heywanên xwe bi xwe re birin. Wexta ku em li Koy 'Erseki bûn, Xal Mihikê Yemoy jî li gel me bû. Xal Mihik pîr bû. Tê bîra min carekê ban kir, got: - Zarno! Diyarbekir teslîm bûye. Kemal Paşa³⁰ tenê maye, sê-çar heb zeftî mane, werin em herin! Em dihatin, me dît ku hukûmetê evdergirtine, çadirvegirtine. Hin çadir li Tewrînê³¹, hin jî li Keyanê Koçan³² vegirtibûn. Ev dorûber tijî esker bûbûn. Em wan sê-çar mehan li derve bûn, em li van deran perîşan bûn. Hukûmet êdî dizirriya, nedisekinî, çunkî zora me biribû. Êdî dilê wî bi kesî nedişewitî. Em di wê ba û baranê, di wê sir û sermayê de timî li çiyan bûn. Gelek caran em birçî bûn. Eskeran ne beroş dihiştin, ne dîzik û ne jî nivîn. Çi tiştek li malên me nehiştibûn. Heft heb dîzikên me hebûn, me dims dixistinê, eskeran şikandibûn. Çi tiştê ku di nav malê de bû, eskeran rahiştibû biribû. Dewar û bizinên me girtibûn biribûn. Em jî li çolê belingaz mabûn. însan wenî perîşan bûn. Bere bere hukûmet sist bû. Paşê zemanek hat, gotin " 'Efu derketiye, werin malên xwe". Em hatin ku çi bên! Me nihêrt ku tiştek li malê tune. Eskerên Tirkan paşê jî xelk kuştin. Mesela ji Qelbînê Huseyn hebû, me jê re digot Huseyno Çurro, eskeran ew kuştin. 'Elî Hediki kuştin. Ji Dêreyê Bekirê îmişi (Bekirê Huseynê îboy) di Şerê Pirdî de hatibû kuştin. Çend heb mehkûm hebûn, ew jî hatin kuştin. Mesela Ehmedê Huseyn Axay³³ li pişt Kufarbê³⁴, di şikeftekê de dîtibûn; eskeran bi şev avêtin ser, girtin, serê wî jê kirin, xistin cuherekî³⁵, ji qumandar re anîn. DeluFikrî Piştî ku Şêx Se'îd û hevalên wî bi dar de kirin, piştî ku şer qediya û demek di nav re çû, hukûmetê merivên xwe şandin, got "Lê bigerrin ka kê ev kar kirine". Ji qumandaran Receb Begî çadira xwe li Pîranê vegirt. Delu Fikrî [Fikriyê Dîn]³⁶ jî hat çadira xwe ya sipî li rasta Dêreyê vegirt. Esker rojekê çûbûn Qelbînê, hemî mêrên Qelbînê xistibûn mizgefta Qelbînê; ji nav wan bi qasî bîst mêrên çak û bikêrhatî bijartibûn. Bi kefîyên kolozên wan, milên wan bi hev ve girêdabûn. îcar hingê kolozên me jî zaf mezin bûn. Yê min bi xwe jî zaf mezin bû. Em li Dêreyê bûn, me dît ew Qelbînî anîn Dêreyê, ba qumandar. Ji gundên din jî, ji Dilbê³⁷, ji Herêdanê³⁸ hin kes girtibûn. Bi şefeqê re alayiya eskerî ji Dêreyê bar kir çû, ew camêrên ku girtibûn jî bi xwe re birin. Roja din em pê hesiyan ku birine wê hêla Pîranê, li nêzî Xizikê³⁹ kuştine. Ji wan, bi tenê çend kes xelas bûne. Çend Qelbîniyên ku bi vê qeflê re bûn, ev bûn: Ehmedê 'Evdî, Mehemê MisfayRemzanî, Ehmedî Zeyni, Mehmedê Mehmedî, MisfayMihoy. Husê Werda Efî, Husê Meyri û 'Emerê Mihikî jî li gel vê qefleyê bûn. 'Emerê Mihikî di bin termên wan de mabû, bi birîndarî filitîbû. Mehemê Misfay Remzanî yê ku.ji wir filitîbû, paşê digot "Eskeran milên me bi hev vegirêdan, bişevketin nav me, qesetûrali mexistin. Ê min 'ebayek li min bû, gava ku qesetûra li 'ebayê ket, 'eba qul kirlê negihîşt laşê min, min xwe avêt 'erdê". Mehemê Misfay Remzanî bi wî awayî xwe li mirinê danîbû û xelas bûbû. Ji Qelbîniyan wê şevê Ehmedê 'Evdî, Mehemê Misfay Remzanî, Ehmedî Zeyni, Mehmedê Mehmedî, Misfay Mihoy xelas bûn. Qesetûra li guhê Misfay Mihoy ketibû, guhê wî birrîbû lêbelê nemiribû. Yên ku xurt bûn, bihêz bûn, kefiyên xwe qetandibûn, bazdabûn. Yên din li wir kuştibûn. Roja din em pê hesiyan, jin çûn wir, dîtin ku eskeran kevir û ax û herî avêtine ser meytên wan. Li wir jinan meytên wan camêran dîtibûn, bi zorê naskiribûn. Ji yên kuştî mesela ev du kes Qelbînî bûn: Mehmedê Bawkal Şêx 'Elî (berê mala Bawkal Şêx 'Elî li Qelbînê bû, paşê anî Dêreyê) û Mehemê Mehmedê Eli. Xuşka Mehemê Misfay Remzanî, Eliki jî ji bo birê xwe bi qefleya jinên Qelbînî re çûbû ser van kuştiyan. Çûbû ku seh bike ka birê wê li wir e yan na. Elikê digot "Çenteyê Mehemê Mehmedê Eli [ku hatibû kuştin] hîn jî di navbera şalwar û û derpiyê wî de girêdayî bû û du perçeyên nanê hişk tê de bûn". Ji bilî van, Mehmedê Wisoy ê Basrafî jî hat kuştin. Delu Fikrî mîralay, yanî qumandarê alayiyê bû. Hawê ku ez pê hesi-yame, hukûmetê ew û alayiyeke eskerî ji Bozantya⁴⁰ şandibûn vir. Zafzulim dikir, meriv dikuştin. Bînbaşîyek jî pê re bû, wek 'Erebekî reş bû. Hukûmetê Delu Fikrî şandibû, gotibû "Biçe bibîne ka ev çi mesele ye" û emir dabûyê, gotibû "Bikuje!" 'Elî Xal Huseynî di mesela Şêx Se'îd de reviyabû hatibû malê. Dema ku dinya aram bûbû, dîsa çûbû ciyê xwe (alayiya xwe). Min nedizanî ku çuye. Danê sibeyekê ez ji malê derketim çûm mala 'Elî Xal Huseynî, min ji jina wî pirsî: - 'Eyşê, 'Elî Efendî li malê ye? Got: - Na. Min got: - Li ku ye? Got: - Gavek berê li hespa xwe siwar bû, çû. Ji zû de li vir bû, îzinlî bû. îro dîsa çû alayiya xwe. Ez paş de vegeriyam. Ez hatim ber deriyê Wisê Zerîfi, kuvaye mufrezeyek bi qasî deh eskerî di kuçeyê de tê. Nebêje ku hatine li Bazbindê⁴¹ çend kes kuştine, li wê hêla Bazbindê li Akragê⁴² jî neh kes kuştine. Ji min re gotin: - Were vir! Ez çûm, gotin: - Gazî muxtar bike! Muxtar hat, eskerekî got: - Ji me re savar, nan û ard lazim in, divê hûn kom bikin! Ji malan bi zorê, sê bar tişt kom kirin. Em hatin bin Tuyera Sefî⁴³, eskerekî bi Tirkî ji min re got: - Tawux yoxtir, tawux? (Mirîşk tune, mirîşk?) Min baş Tirkî nedizanî. Min got: - Yoxtir. (Tune.) Ji wan eskerekî got: - War, war. (Hene, hene.) Nebêje ku gava ku hatine, li rexê gund, li mala 'Elî Xal Mihikî mirîşk qixiyaye. Min got: - Nêrde war? (Li ku heye?) Got: - îşte şu ewde war. (Va ye li wê malê heye.) [Paşê] Got: Haydê. Em çûn ber deriyê 'Elî Mihikî. Xejika 'Elî Xal Hemoyî, jina 'Elî Mihikî li wir bû. Min got: - Xejê! Got: - Ha. Min got: - Ev mirîşkan dixwazin, tu bêje "tune". Tu nebêjî ku ji 'eskeran yek Kirdkî dizane, got: Tu nebêjî ku ji 'eskeran yek Kirdkî dizane, got: Sen benim anamîawradimî ...! Senin birse'etin qalmîş, seni oldiracaxam. Ben qesabem, qesab! îtoxlî ît! Xayîn, sen nîye qariya dîyor "Soyle tawux yoxtir"? (Tu di dê û jina m...! Se'etek te maye. Ez dê te bikujim. Ez qesab im, qesab! Seg kurê seg! Xayîn, tu çima ji jinikê re dibêjî "Bêje mirîşk tune"?) Em çûn ba qumandar. Qumandar got gundiyan hemiyan bicivînin! Eskeran mêrên gund hemî civandin. Li gund tu kes nehiştin. Heftê û şeş kes civandin, em bi hev vegirêdan. Pêşî milên megirêdan, paşêvekirin, gotin "rûnin". Çûn gurzek çoyên ter anîn, gotin "Em dê bi tifingan bera we nedin, em dê li we xin, van çoyan em dê bi lêdanê li ser laşê we bişkênin, bi lêdanê em dê we bikujin. Tifingên xwe, çekên xwe bînin teslîm bikin". Mihê Huseynê Avlay muxtar bû, got: - Çek tunene, me çekên xwe dane. Got: - We dane kê? Mihî got: - Me dane Receb Beg. Bi rastî jî Dêreyiyan çil heb tifing dabûn Receb Begî. Receb Beg jî qumandarê alayiyê bû, li Pîranê bû. Alayiyek li Dêreyê bû, alayiyek jî li Pîranê. Got: Heke we dane, elbet li ser kaxizê nivîsandî ye. Bila yek ji we here Pîranê, ji Receb Begî wesîqe bigre bîne! Herkes newêre here. Ev derji eskeran dagirtîye. Xal MihikêYemoy hebû, êdî ketibû, pîr bûbû, lêbelê zaf cesûr bû, got: - Ez diçim. Xal Mihik û du esker çûn Pîranê, ba Receb Beg. Piştî çend se'etan vegeriyan. Ji Receb Beg kaxiz girtibûn, anîbûn. Ku kaxiz anîn, em berdan. Hîn Xal Mihikji Pîranê venegeriyabû, eskeran navê mehkûmanxwendin, gotin "Vana bînin". Gotin: - îsmaîl oxlî Mehem [Mehemê îsikî]! Me got: - Hukûmetê ew bir Xarpêtê, li wir bi dar de kir. Gotin: - Elî Efendî ['Elî Huseynê Avlay]? Me got: - Çuye eskeriya xwe dike. Gotin: - Îsmelê Îsikî? Her wê gavê, îsmelê îsikî [ku xwe veşartibû], ji mala Ema Deqoy derketibû, diçû mala Mistê Zilfî. Çawa ku çû, Xal Husê Hemoy got: - Binêre îsmelê îsikî va ye li wir e! Xal Husê Hemoy ku wenî got, esker çûn îsmel girtin. Dûre navên Hesikê 'Elikî û çend kesên din xwendin. Li wê derê li îsmelê îsikî xistin, xistin; roja din birin, li ser rê, li Akragê bera wî dan, kuştin. îsmelê îsikî, Mehemê îsikî, Welî Hediki, Şewêşê Mehmedî û Hesikê 'Elikî berî şerê Şêx Se'îd jî mehkûm bûn. Tişt-miştên xelkê dixwarin. Hesenê Bêzi û Eybê Huseynê Fetikî Hesenê Bêzi û Eybê Huseynê Fetikî rojekê çûn Koy Qelbînî [Çiyayê Qelbînê], goma 'Elikê Neçarî, jê pere xwestin. 'Elik dewlemend bû lê pere neda wan, wan jî tifing bera wî dan, 'Elik kuştin. Ji wirlêxistin çûn Wiriyê⁴⁴ Hesenê Bêzi û Eybê Huseynê Fetikî mehkûm bûn, mêrkuj bûn, meriv kuştibûn. (Hesenê Bêzi ji Qelbînê bû, Eybê Huseynê Ferikî jî ji Şêx malanê bû.) Mistê Zilfî yê Dêreyî jî hingê li Wirî, li mala xuşka xwe, yanî li mala Mehmedê Avlay mêvan bû. Mist, camêrekî zafli ser xwe bû. Gundê Wirî piçûk e, qasî bîst mal e. Hesenê Bêzi ûEybê Huseynî diçin wir, dibêjin "Peran bidin me". Wiriyî jî diçin ji Mist re dibêjin: - Kekê Mist, du kes hatine vir, ji me xûgî dixwazin. Mistê Zilfî dibêje: - Kî ne? Dibêjin: - Hesenê Bêzi û Eybê Huseynê Fetikî ne. Mist dibêje: - Hûn ji wan re bibêjin "Herin ji mala Mehmedê Avlay bixwazin, mezinê gund li wir e" Jineke Mistî heye, wek şêrekê ye. Mist ji jina xwe re jî dibêje: - Li min binihêre, ku ew hatin vir, gava ku tifingên xwe deynin, tu û mêrê xwe jî xwe qayîm bigrin. Wiriyiyekî din î xurt heye, jê re dibêjin 'Elî Hefsî. Mist xeber dişîne, dibêje "Ji 'Elî re bêje, gava tu hatî hundir, li ber derî, li ser piyan bisekine". Hesen û Eyb tên. Mist jî li wir e. Dibêjin: - Silamû 'elêykum. Mist dibêje: - 'Eleykum silaaam, werin, werin, werin rûnin. Ji hêlekê jî vedigere ser jina xwe, dibêje: - Çima tu wek keran wisa sekinî yî! Van tifingan bigre, bi dîwêr ve hilawîsîne! Jina wî tifingan digre, hildiwesîne. Hesen û Eyb rûdinin. Fikra Mistî li bêbextiyê ye. Mist dibêje: - We xêr e? Hesen dibêje: - Bila Wiriyî ji me re hinek peran peyda bikin, fîşekmîşekên me tunene. 'Elî Hefsî hatiye, li wir li ser piyan sekiniye. Zavê Mistî, Mehmedê Avlay jî li wir e. Mist dibêje: - Wey, bila peyda bikin. Peyda dikin û wek keran peyda dikin. kin. Mist wenî dibêje û ji nişkê ve xwe davêje Hesenî digre. 'Elî Hefsî û Mehmedê Avlay jî xwe çeng dikin ser Eybî, wî digrin. Dibêjin "Werîs bînin, werîs, werîs". Werîs tînin, milên Hesen û Eyb ji paş ve girêdidin û xeber didin qereqola Pîranê. Jixwe hukûmet berê jî gelek li dû wan gerriyaye, neşiyaye wan bigre. Ji Pîranê mufrezeyek cendirmeyan tê, wan dibe Pîranê. Dibêjin "Wan bibin li wan jêran bikujin". Dibin, li binê Pîranê, li ser girekî piçûk her duyan dikujin. Sitdê Mela Mistay Li vî memleketê me, li Pîranê xelkê gişî alîkariya Şêx Se'îd kir; Si'îdê Mela Misfay û Zilfî Ca'firî tenê alîkariyawî nekirin. Lewra jî hukûmetê ji wan hez dikir. Dibêjin Kemal Paşa, Si'îdê Mela Misfay kiribû xefîyeyê vî memleketî. Gotina wî ji ya walî zêdetir pere dikir. Si'îdê Mela Misfay demekê hukim kir lêbelê merivên wî û Key Axay [Mala Axa]⁴⁵ hevdu kuştin. Du biraziyên wî jî hatin kuştin. Rojekê mezinên Key Axay ji merivên xwe du xortan dişînin Diyarbekirê da ku wî bikujin. Dibêjin Si'îdê Mela Misfay, walî û qumandarê qolordiyê, li Diyarbekirê, li ser kursiyan rûniştî bûne. Ew du xort diçin, di nava xelkê de bi debançeyan bera wî didin, Si'îdê Mela Misfay dikujin.
1 Dimli (Dibni): Gundekî Pîranê ye. 2 Vêrdan: Mezrayeke gundê Salurî, bi ser qeza Pîranê ve ye. 3 Dêrey (Dêran): Gundekî Pîranê yê. 4 Licê: Qezayeke Diyarbekirê ye. 5 Hêni (Hêne): Qezayeke Diyarbekirê ye. 6 Bi hawayê ku Gêlî dibêjin, di dema serîhildana Şêx Se'îd de rojekê Zino Begê Gêlî ji Kirdekî re dibêje "Here mehîna min bîne". Kird naçe û çêrê wî dike, dibêje: - Ez di ... diya te ...!îro herb e, çima ez herim mehîna te bînim. Tu here mehîna xwe bîne. 7 Qojigî (Qocîgî): Gundekî Pîranê ye. 8 Pîr Mesûr (Pîr Mensûr, Pîmsur): Li gor gotinan ewliyayek e. Ji Şerefnameya Şerefxanê Bedlîsî tê fêmkirin ku nêzî hezar sal berê jiyaye. Gorra wî nûke jî li gundê Dêreyê ye û ziyaretgah e. 9 Ji çavkaniyên Tirkan tê fêmkirin ku Şêx Se'îd û hevalên xwe di ll'yê Sibata 1925'an de çûne Pîranê. 10 Mehla Cellan: Taxeke Pîranê ye. 11 Ma'den: Qezayeke Xarpêtê (El'ezîzê) ye. 12 Qelbîn: Gundekî Pîranê ye. 13 cendirmeyê bejik (zeftîyê bejik): Cûreyekî milîs e. 14 Nebî Axa: Bi qasî ku tê fêmkirin Neboyê Keleş e. 15 Gêl: Qezayeke Diyarbekirê ye. 16 Reşît Axay Têrkan: Axayê Têrkan bû û ji gundê îbikanê bû. Li gor ku di nav xelkê de tê gotin, "di dema împeretoriya Osmanî de ji dewletê jê re kurk dihatin" 17 Mistan (Miston): Gundekî Dara Hênî ye. 18 Xelkê Jorê: [Di vê tekstê de] Xelkê herêma bakurê Pîranê ye. 19 Simaqî: Gundekî Diyarbekirê ye. 20 Metînan: Gundekî Pîranê ye. 21 Zeydan: Gundekî Pîranê ye. 22 Kurdan di 7'ê Adara 1925'an de êriş biribûn ser Diyarbekirê. 23 Botiyan (Botiyon, Buetiyon): Gundekî Dara Hênî ye. 24 Deriyê Mêrdînê:Ji deriyên keleha Diyarbekirê yek e, li hêla.başûrê ye. 25 Qerebexçe: Gundekî Sêwregê ye. 26 Şêxmalan: Gundekî Pîranê ye. 27 Şêx Sîrac: Ji gundê Şêxmalanê û apê Mehmet Salim Ensarioglu ye.(Mehmet Salim Ensarioglu îro meb'ûsê "Dogru Yol Partisi" ) 28 Ev paragraf di 'eslê nivîsê de bi Kurmancî bû. 29 'Erseki: Gundekî Pîranê ye. 30 Kemal Paşa: Mustafa Kemal Atatiirk 31 Tewrîn (Towrîn): Nêzî gundê Dêreyê ciyek e. 32 Key Koçan: Taxeke gundê Dêreyê ye. 33 Ehmedê Huseyn Axay: Bavê diya Mehmet Salim Ensarioglu ye. (Mehmet Salim Ensarioglu îro meb'ûsê "Dogru Yol Partisi" ye.) 34 Kufarbi (Kuferbi): Gundekî Pîranê ye. 35 cuher: tûrikê ku ka û ceh dixinê û bi hustuyê hespê de dikin, hesp jê dixwe; cuhûr 36 Xelkê dorûbera Pîranê hîn jî zarokên xwe bi navê Delu fikrî ditirsînin, dibêjin "Delu Fikrî tê ha!" 37 Dilbi: Mezrayeke gundê Herêdanê, bi ser qeza Pîranê ve ye. 38 Herêdan (Herîdon): Gundekî Pîranê ye. 39 Xizik: Şaxekî çemê Dîcleyê ye. 40 Bozantya (Pozanti): Qezayeke Edenê ye. 41 Bazbindi (Bazbendi): Gundekî Pîrane ye. 42 Akragi: Gundekî Pîranê ye. 43 Tuyera Sefi: Li gundê Dêreyê navê dareke tuyê ye. 44 Wirî: Mezrayeke gundê Kufarbê, bi ser qeza Pîranê ve ye. 45 Key Axay [Mala Axa]: Li Pîranê babikek e.
Pêşmerge James Bond dixwîne :)
Pirsa Sereke di Pirsgirêka Kurd de
Li Tirkiyê derbarê Pirsgirêka Kurd de zêdetirîn mijara ku tê qisetkirin 'çareserî' ye. Bêguman her tim kurd li ser 'çareserî'yê diaxifin, kurd 'çareserî'yê munaqeşe dikin. Lêbelê beriya 'çareserî'yê pêwîst e ku ev mijar zelal bibe: Gelo sedemên bingehîn ên vê pirsgirêkê çi ne? Ev pirsgirêkji kengî ve pirsgirêk e? Ev pirsgirêk ji kîjan qonaxa dîrokî hasil bûye? û hwd.
Di vê axiftinê de ez dê hewl bidim xwe da ku li ser vê mijara bingehîn rawestim. Qonaxa bingehîn a dîrokî ku Pirsgirêka Kurd jê hasil bûye, qonaxa Şerê Cîhanê yê yekemin e, yanî qonaxa pevçûna parvekirinê û piştî wê ye ku meriv dikare bi kurtahî bibêje, qonaxa danîna Cemiyeta Miletan jî. Tê zanîn ku Mîsaka Cemiyeta Miletan, wek beşa sereta ji peymanên aştiyê ye ku li Konferansa Aştiyê ya li Parîsê hatibû nirxandin. Mîsaka Cemiyeta Miletan li mêjûya 10. 01. 1920 ligel Peymana Versailles dest bi jiyanê kiribû. Li salên 1920-1921an di çarço an Cemiyeta Miletan de dewletên nû li ser xaka împaratoriya Osmanî ya erebîaxêf û kurdîaxêf hatin danîn. Iraq û Urdun û Filistin wek dewletên manda li jêr fermanrewayiya Brîtanyaya Mezin bûn. Suriye û Lübnan jî wek dewletên manda li jêr fermanrewayiya Fransayê hatin danîn. Meriv dikare têgeha 'manda' wek cureyek koloni jî fam bike. Li vir pirsa derbarê kurdan de divêt ev be: Gelo ji bo çi Konferansa Aştiyê ya li Parîsê yan jî di çarçoveya Cemiyeta Miletan de pêşî li danîna Kurdistana hatiye girtin? Digel daxwaz û têkoşîna kurdan, dîsan jî li hember danîna Kurdistanê hatiye rawestin? Ji bo çi li hember Kurdistanekê ku dê li bin ferman re wayiya Brîtanyaya Mezin an jî Fransayê buya hatiye rawestin, ji bo çi nehiştine ku Kurdistaneke kolonel (manda) jî were danîn? Di wê demê de cima Kurdistaneke manda, wek dewletên manda yên Iraq û Suriye, wek Filistin û Urdun û Lubnanê nehate danîn? Digel ku wê demê kurdan di bin pêşengiya Şêx Mehmûd BERZENCÎ de têkoşîneke sext ji bo danîna Kurdistaneke serbixwe dane jî belam dîsanjî nehêlane Kürdistan bête danîn lê di navbera dewletên Iraq û Sûriyeya manda û Tirkiyeya ku teze hatibûn danîn de hatiye parvekirin. Bi vî awayî Brîtanyaya Mezin (Iraq), Fransa (Suriye) û dewleta Tirkiye bûne cîranên hev. Ev, tê wê wateyê ku Kurdistan wek welat û wek netewe hatiye daqurtandin. Di deheyên 1920an û 1930an û 1940an de Tirkiye bi Iraqê re, yani bi Brîtanyaya Mezin re, bi Sûriyê re yanî bi Fransayê re bûye cîran. Her du dewletên emperyal jî fışareke tund li ser kürden di bin fermanrewayiya xwe de dane meşandin. Gelek bi baldarî tevgeriyane da ku daxwazên netewî yên gelê kurd neyêne cih. Ji vê çendê politikaya parçekirin û parvekirinê li ser kurdan encameke wêranker, encameke giran pêk aniye. Ev encam, wek parçekirina laşê însanekî, wek pelçiqandina mejiyê însanekî ye. Ji Şerê Cîhanê yê yekem re dibêjin pevçûna parvekirinê jî. Di rastiya xwe de di piroseya vî serî de û li dû wî jî kurd û welatê wan Kürdistan hatiye parçekirin û parvekirin. Di pêvajoya Pevçûna Parvekirinê ya yekem de û piştî wê ev yek li ser xaka Osmanî ya erebîaxêfjî pêk hatiye. Ereb, wek dewletên cihê û wek dewletên manda hatine danîn belam kurd, ji bo ku navê wan ji ser zar û zimanan û ji dîrokê bête maliştin hatine parçekirin û parvekirin. Ji vê çendê ew politikaya klasik a "Parçe bike îdare bike" li ser kurdan wek "Parçe bike - îdare bike - Tüne bike" hatiye meşandin. Lewre jî, Konferansa Aştiyê ya li Parîsê û Cemiyeta Miletan ji bo ku aştiya navnetewî pêk bînin hewl didan xwe, di meseleya Kurdistana de berovajiya istîqrar û aştiyê tevgeriyane! Çunke, li gor vê biryarê salên pist re gelek suriştî ye ku kurd dê ji bo bidestxistina mafên xwe, ji bo azadiya xwe hewl bidin xwe û di encamê de helbet dê pevçûn derbikeve. Ez di wê baweriyê de me ku li dawiya sala 1919an heta bi destpêka sala 1921an ku teqrîben ev dike 18 meh, li Brîtanyaya Mezin; li Wezareta Karûbarên Koloniyan û li Wezareta Karên Derve û li Wezareta Birêvebirina Hindistanê û li Wezareta Karên Şer û Hêzên Hewayî, li pist deriyan derbarê kurdan û Kurdistanê de gelek guftugo û munaqeşe hatine kirin. Ev guftugo û munaqeşe li Bexdayê, li Qahîrê, li Delhiya Nû, li Londonê û li Stenbolê jî hatine kirin. Ez wisan bawer dikim ku di encama van guftugo û munaqeşeyan de ji bo fermana kurdan biryar hatine stendin û çarenûsa kurdan hatiye pelçiqandin. Meriv bala xwe bide ser dokumantên îngilîzan dê ev qonax derkeve ber ronahiyê. Wek tê zanîn, Kürdistan li sedeyê 17. (1639) bi Peymana Qesrî Şîrîn di navbera împaratoriya Osmanî û împaratoriya îranê de hatiye parvekirin. Û dîsan tê dîtin ku li çaryeka pêşîn a sedeyê 19. qismekji xaka bakur a Kurdistana Rojhilatê di encama şerê Rûsyaya Qeyser û îranê de daxilî nav sînorên împaratoriya Rûsyayê dibe, her wiha di encama Peymana 1828an de ku di navbera van her du dewletan de pêk hatibû, Kurdistana Qafqasyayê ketiye bin fermanrewayiya rusan. Birîtanyaya Mezin û Firansa... Ev her du dewletên emperyal, hêzdarên çaryeka sedeya 20. her dem li dijî kurdan reftarî kirine, polîtîkayeke li dijî kurdan meşandine. Ev yek bi awayekî zelal di pêvajoya Pevçûna Parvekirinê ya yekem de li Peymana Sykes-Picot ku li Gulana 1916an hate îmzekirin û her wiha, li Konferansa San Remo ku li Nisana 1920an pêk hatiye tê dîtin. Çi hukûmetên ku di van her du dewletan de ji salên 1920an û vir de hatine ser kar, tim di helwesteke li dijî kurd (antî-kurd) de bûne. Te divê bila muhafezekar, an liberal an jî çepgir û komünist werine ser kar, qet ferq nekiriye. Belam bi dewletên ku kurd xistine bin nîrê xwe re jî tim di nav reftariyeke dostane de bûne. Ger em bala xwe bidin ser, dê bête dîtin ku derbarê kurdan de politikaya Yekîtiya Sovyetan a li salên 1920an jî ji politikaya van dewletan hîç ne cihêtir e. Te divê ew 14 xalên ku serokê DYA Woodrow Wilsonî ku ji bo tayînkirina mafên çarenûsa wan miletên ku di bin fermanrewayiya dewleta Osmanî de bûn, an jî te divê ew mafê tayînkirina çarenûsa netewan ku ji aliyê rayedarên Sovyetan ve dihate ziman, tu car ji bo kurdan nebatine karanîn. Pêwendiyên Yekîtiya Sovyetan bi wan dewletên ku kurd xistibûn bin nîrê xwe re jî her tim xweş bûye. Helbet divêt ku politikaya kurd a van her du dewletên emperyal bi teferuat bête vekolîn. Ev gelek eşkera ye ku ev politika, bi îdareyên ereb û fars û tirk re hatiye danîn û geşkirine. Dema ku ev mesele bête vekolin helbet divêt meseleya ermenan û meseleya aşûrî-suryanî-keldanî, her wiha pêwendiyên Mudafaeya Mîllî (li Tirkiyê) û Yekîtiya Sovyetan jî ji ber awiran dûr nemîne. Ew miletê ku bûye hedefe politikaya "Parçe bike-îdare bike" bêguman miletekî xwedî zeaf e. Hêzên emperyal û yên dagîrker bo parçekirin û îdarekirina wî gelî û welatê wan helbet ji zeafên wî gelî istifade dikin. Lêbelê, bo numune, ew xasiyetên ji hevûdin re destnedanîn an jî nenaskirina otoriteya hev ku di kurdan de tên dîtin di ereban de jî hene, ger em rastiyê bibêjin ev yek di hemû civakên ku hin di heyama eşîrtiyê de dijîn tê dîtin. Belam ev rewş ji bo dewletbûna ereban, ji bo danîna dewletên cihê-cihê yên ereb nebûye asteng! Girêdayî bi vê pirsa bingehîn ku me piçek berê îfade kir, em dikarin çend pirsên din jî bikin. Brîtanyaya Mezin ji bo hemû koloniyên xwe rêvebiriyeke xodmuxtar ava dikir. Li Hindistanê, li Afrîqaya Başûr, li Rodezyaya Başûr (Zambiya), li Rodezyaya Bakur (Zimbabwe) . . . Digel ku di Tebaxa 192lan de dema ku rêvebiriya manda ya Iraqê dihate danîn, ango dema ku Feyselî li Bexdayê taca qraltiyê dida serê xwe, hingê Cemiyeta Miletan hin normên ku tê de ji bo kurdan otonomi hatibû dayîn jî danîbûn, belam dîsan jî Brîtanyaya Mezin li Mosilê, ger hîn bi awayekî rasttir bête gotin, li Kurdistanê rêvebiriyeke xodmuxtar ava nekir. Digel ku kurdan otonomi taleb kir, digel ku Cemiyeta Miletan vê yekê pêşniyaz kiribû, dîsan jî Brîtanyaya Mezin qet bersiveke erênî neda van daxwazan. Helbet divêt ev rewş bi hûrbînî bête vekolîn. Di wan salan de li Kurdistanê têkoşîneke sext hebû. Digel ku Şêx Mehmûd BERZENCÎ hate girtin, cezayê îdamê lê hate birin û bo Hindistanê (1919) hate nefîkirin jî, lê têkoşîna danîna Kurdistanê her berdewam bû. Piştî ku Şêx Mehmûd BERZENCÎ ji Hindistanê vegerandin (1922) û wî danîn ser rêvebiriya kurd, dîsan jî têkoşîna danîna Kurdistanê her berdewam bû, lêbelê tevayî raperîn û têkoşînên kurdan bi xwînê hatin fetisandin. Kurdistan bû qada temrîna çeken teknolojik ên Hêza Hewayî ya Qraliyeta ingiliz. Hasan YILDIZ di kitêba xwe ya bi navê Fransız Belgeleriyle Sevr-Lozan-Musul Üçgeninde Kurdistan (genişletişmiş 4. baskı, Doz Yayınları, 2005) de têkoşîna Şêx Mehmûd Berzencî bi dorfırehî qiset dike. Li Konferansa Lozanê meseleya neqebên deryayî yên li rojavaya Tirkiyê, rewşa Stenbolê, meseleya hindikahiyan (ekaliyet) û gelek meseleyên din jî hatine qisetkirin. Yek ji meseleyên girîng ên ku li vê konferansa hate axiftin meseleya Mosilê bû. Di rastiya xwe de li ser navê meseleya Mosilê Pirsgirêka Kurd dihate munaqeşekirin, belam Mosil wek ku bi awayekî qanûnî parçeyek ji xaka dewleta manda ya Iraqê be dihate rojevê, raperîn û serhildanên kurd ên li herêmê hîç li ber çavan nedihatin girtin, li hember rewşa kurdan, li hember xwestekên kurdan xwe kerr dikirin. Wek objekteke siyasî ya xwedî daxwzan li kurdan nanihêrin lê kurdan wek bîrovekê dihesibînin. Ji ber ku bi vî çavî li kurdan dinihêrin lewma jî her tim wek kategoriyekê ku divêt bête berterefkirin, ji holê bête rakirin hewl didine xwe. Rastî ew e ku ev herêm welatê kurdan e. Tevayî serjimareyên ku ji aliye Brîtanyaya Mezin ve û her wiha, yên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine kirin de jimareya (nüfûs) kurdan her tim ji ya ereb û tirkman û suryanî û keldaniyan zêdetir bûye. Di wê raporta Komisyona Cemiyeta Miletan de ku di 30ê Êluna 1924an hatiye pêkanîn de jî ev yek tê isbatkirin. Ev raport li kitêba Musul Kerkük Sorunu ve Kurdistan'ın Paylaşımı ku têde beşek bi sernavê "Milletler Cemiyeti Belgelerinden" heye, hatiye weşandin (Med Yayınları, Eylül 1991, İstanbul, s. 236 vd.). Lêbelê li Konferansa Lozanê nûnerên kurd nîn in. Li Konferansa nûnerên ku daxwazên kurdan bînin ziman jî nîn in. Gelek bi baldarî tevgeriyane da ku ev nûner li konferansa cihê xwe negirin. Berpirsiyarê delegasyona tirk îsmet înonûyî gotiye "Em nûneriya kurdan jî dikin..." belam her tim daxwazên tirkan aniye ziman û xwedî li dîtinên ku li dijî kurdan e derketiye. Esasê wê, li dawiya sala 1919an nehiştine ku nûnerên kurdan beşdariya Konferansa Aştiyê ya li Parîsê bikin. Brîtanyaya Mezin û Fransa ku li vê herêmê zal bûn, pêşî li her du nûnerên Şêx Mehmûd BERZENCÎ girtin ku dê beşdarî Konferansa Aştiyê ya li Parîsê bûbûna. Her du nûnerên kurd ku dê ji Sûriyê bi riya deryayê biçûna Fransayê, ji aliyê rayedarên ingiliz û fransiz ve hatine astengkirin, peşi li wan hatiye girtin. Refik Hilmî di kitêba xwe ya bi navê "Anılar, Şeyh Berzenci Hareketi" (Nujen Yayincilik, istanbul, Temmuz-1995, r. 21, 43-44) de derbarê vê yekê de agahiyên hêja dide me. Şêx Mehmûd BERZENCÎ du nunerên xwe yên bi navê Zekî Kaban û Seyid Ehmed dixwaze bişîne Parîsê. Namyek ku têde daxwazên kurdan hatiye nivîsandin di deste van her du nûneran de ye. Ev nameya ku daxwaz ên kurdan têde heye divêt bikeve destê Şerif Paşayê ku li ser navê kurdan beşdarî Konferansa Aştiyê ya li Paris dibû. Dema ku ev her du nûnerên Şêx Mehmûd digihên Helebê, hingê ji aliyê îngilîzan ve pêşî li wan tê girtin. Ji bo ku nehêlin ev her du nûner xwe bigihînin Konferansê bi derewên wek "Rewşa hewayê ne baş e, keşti xirabe ye, keşti xistine tamîrgeyê û hwd..." hatine xapandin. Pêwendiyeke organik a Şerîf Paşayê ku li Konferansa Aştiyê ya li Parîsê gotibû "Ez nûnerê kurdan im" bi kurdên herêmê re nîn e. Ev her du nûnerên kurdan, piştî ku Şêx Mehmûd ji aliye îngilîzan ve hate girtin, hîn bo Kurdistanê hatin vegerandin. Digel ku yekji meseleyên bingehîn ên ku li Konferansa Lozanê hatibûn qisetkirin meseleya Mosilê bû û dîsan, digel ku li herêmê raperîneke xurt a kurd hebû jî, gelo ji bo çi li Konferansa nûnerên ku daxwazên kurdan bînin ziman nîn bûn? Gelo ji bo çi beşdariya nûnerên kurd bo Konferansa hate astengkirin? Gelo ji bo çi kurd wek objekteke siyasî ya xwedî daxwazan nayê dîtin lê wek . bîrovekê ku bandoreke nexweş li ser her kesî dike tê hesibandin? Bi pirsa sereke ve girêdayî divêt ev pirs jî wek pirseke muhîm u pêşî li pirsa sereke ya Pirsgirêka Kurd vedike bête hesibandin. Ger li salên 1920an di çarçoveya Cemiyeta Miletan de wek Iraq û Filîstîn û Lubnanê wek dewleteke manda yan jî koloni Kürdistan bihata danîn, hingê dê wek "Kurdistana manda" yan jî "Kurdistana koloni" bihata binavkirin, pirtirîn dibe ku bigotana "Kurdistana manda ya filan dewletê" yan jî dê bigotana "Koloniya bêvan dewletê" û hwd. Ev, di radeyeke nizm de be jî, dîsan statuyeke siyasî, şexsiyeteke siyasî bi şanî me dide. Ma ev "Iraq Mandaya îngilîz" yan jî "Suriye Mandaya Fransız" statuyeke siyasî bi şanî me nade? Lêbelê li salên 1920an kurd ne xwediyê piçûktirîn statuya siyasî ne jî! Gelek bi baldarî tevgeriyane da ku kurd bêstatu bimînin. Ji vê çendê Kürdistan tew ne koloni ye jî. Li vir divêt mirov bi baldarî li ser vê edata "jî" bi xwe jî bisekine! Ji bo zelalkirina pirsa sereke mirov dikare pirseke din jî bike ku ev jî derbarê Yekîtiya Sovyetan de ye. Li sala 1923an, li navçeyên wek Laçîn û Kelbajar û Qubatlu û Zengilan ku di navbera Ermenistan û Qerebaxa Jorîn de diman bi navê Kurdistana Sor mintiqeyeke otonom hatibû danîn. Ev diyarde heta sala 1928an jî jiyana xwe berdewam kir. Li sala 1928an ev diyardeya otonom hate felişandin. Te divê bila pêwendiyên li navbera Yekîtiya Sovyetan û Tirkiyê baş bin an jî te divê bila xirab bin, em dibînin ku her tim kurd ji Qafqasyayê ber bi Asyaya Navîn ve têne nefîkirin. Nefikirin li salên 1937 û 1944an her berdewam bû. Ev mijarek girîng e ku divêt baş bête vekolîn bê hela cima Kurdistana Sor hate danîn û dû re hate felişandin? Li ser meseleya kurdan helsengandina salên 1920an, di navbera qewimînên ku bi awayekî fıîlî pêk hatine û vekolîn û analîzên ku hatine kirin de berovajiyeke (zitbûn) mezin heye. Kurd, wek ajan (sîxur) û hevkarên emperyalizme têne îthamkirin. Belam li wê demê di navbera kurdan û Brîtanyaya Mezin de pevçûneke sext heye. Brîtanyaya Mezin arezûya kurdan a bo serxwebûna Kurdistanê yan jî bo xodmuxtariyê qebul nake, ji bo pelçiqandina vê arezûyê çi ji dest tê texsîr nake. Hêza Hewayî ya Qraliyeta îngilîz li deneyen 1910 û 1920 û 1930 û 1940an pirtirîn li Kurdistanê hatine karanîn. Ji vê hêlê ve hêja ye ku meriv bala xwe bide ser têkoşîna Şêx Mehmûd BERZENCÎ. Belam digel ku hîç caran Kuvayî Milliye (bizava tirk) bi Brîtanyaya Mezin re neketiye nava pevçûneke, dîsan jî wek ku li dijî emperyalizme têkoşiyabe tê nişandan. Li salên bi dû reji ev rewş hemin wisan e. Kurdan bo alîkariyê carînan serî li Brîtanyaya Mezin û Fransayê dane belam ev alîkarî hîç caran bo kurdan nehatiye dayîn. Derbarê nedana alîkariyê bo kurdan de nivîsarên wan jî hene. Belam Kuvayî Milliye mîna ku li hember emperyalizme be tê nişandan, dîsan jî ji van her du dewletan alîkarî xwestiye û ev daxwaza wê jî her dem bicih hatiye. Dema ku em diyardeyên salên 1920an hildidin dest û em van diyardeyan analîz dikin divêt em van nakokiyan jî bidin ber lêpirsînê. Ji aliye siyasî ve dema ku em bala xwe didin salên 1920an hingê sê kategori têne dîtin. Di kategoriya yekem de dewletên mezin ên wek Birîtanyaya Mezin, Firansa, DYA û Yekitiya Sovyetan hene. Di kategoriya duyem de dewletên serbixwe yên wek Tirkiye û îran hene û her wiha dewletên manda (kolonel) ên ku bi dewletên emperyal ên wek Brîtanyaya Mezin û Fransayê ve hatine girêdan hene. Tê dîtin ku dewletên serbixwe yên wek Tirkiye û îran jîji aliyê aborî ve ketine bin nîrê dewletên kategoriya yekem. Di kategoriya sêyem de jî gelên ku nebûne xwedî dewlet, ger rasttir bête gotin, gelên ku mafê dewletbûna wan hatiye xespkirin hene. A gelê kurd jî, miletekî wisan e. Ewên ku li ser pêwendiya di navbera dewletan de analîzan kirine her dem têkiliyên dewletên kategoriya yekem û duyem hildane dest, gelen ku di kategoriya sêyem de ne, her tim li derve hiştine. Ev gel ji aliyê dewletên kategoriya duyem ve her dem wek bîrovekê hatine hesibandin. Her dem tê gotin ku, ev gel ji bo ku dewletên kategoriya duyem lawaz bixînin, peşi li mezinbûn û serketina wan bête girtin dewletên kategoriya yekem ên wek Brîtanyaya Mezin û Frnsayê wan ajotine meydanê. Bo numune, dewletên ku kurd di bin fermanrewayiya wan de ne, dewletên ku kurdan di bin fişarê de dihêlin her dem bi têgehên wek "eşqiya", "mêrkuj", "qerwaşên emperyalizme", "piyonên emperyalizme", "hevkarên emperyalîzmê", "sergerde", "paşvemayiyên feodalîst", "serhişkên têkiliyên kovî yên li dijî modemîteyê", "kevneperest û îrtîcaperestên li hember dewletên modern û laik" kurdan îtham dikin û wisan didine nişandan. Her tim gelek bi baldarî tevdigerin ku hem bo rayagiştî ya hundirîn û hem jî bo rayagiştî ya derve kurdan bi van têgehan bidine nişandan. Lêbelê, ev gelen ku di kategoriya sêyem de hatine hiştin, bo numune, gelê kurd wek objekteke siyasî xwedî daxwazên siyasî û xwedî îradeyeke siyasî ye, belam arezûyên vî miletî, bi taybetî ji aliyê dewletên kategoriya duyem ve bi awayekî sext di bin fişarê de têne hiştin. Ji bo ku daxwazên wî pêk neyên teroreke sext a dewletî tê karanîn. Carînan ev gel li hember vê terorê hawara xwe digihîne dewletên kategoriya yekem, bo numune, li dewra rejîma Sedam Husênî ew operasyonên Enfalê ku di radeya komkujiyê (jenosîd) de pêk dihatin rewşeke bi vî rengî ye, belam tê dîtin ku di rewşên bi vî rengî de jî hawara wan nehatiye bihîstin. îcar, berovajiya vê rewşê, dewletên ku di kategoriya duyem de ne ji bo ku gelen kategoriya sêyem hîn pirtir di bin fişarê de bihêlin û wan bipelçiqînin, îradeya wan a siyasî û her wiha, daxwazên wan ên siyasî bêne şikênandin her dem ji dewletên kategoriya yekem daxwaza alîkariya ekonomik û polîtîk û leşkerî kirine, ev daxwazên wan jî bi awayekî giştî hatine bicihanîn. Li vir bi kurtasî be jî tiştê ku ez dixwazim bibêjim ev e. Te divê analîzên li ser Rojhilata Navîn dibin, te divê bi awayekî giştî analîzên li ser pêwendiyên navdewletî dibin, gelên ku di kategoriya sêyem de ne, divêt ewjî tevlî analize bibin. Ne ku wek "bîrovekê", na, divêt wek objekteke siyasî ku xwedî daxwazên siyasî û xwedî îradeya siyasî ne, wisan daxilî analize bibin. Li gor qenaeta min pirsa bingehîn ne ew e ku, "Gelo kurd dixwazin dewletekê ava bikin an na, dê kengî ava bikin?", na, pirsa bingehîn ev e ku, "Digel ewçend jimareyî (nüfûs) gelo cima kurd heta bi roja îro dewletekê ava nekirine?" Dewletek wek Luksemburgê ku jimareya xwe 450 hezar e, gelo çawan dikare paşeroja miletekî ku li Rojhilata Navîn xwedî jimareyeke 40 milyonî ye, gelo çawan dikare paşeroja gelê kurd tayîn dike? Gelo kurdan cima nikaribûye vê nizama navnetewî ya li dijî kurd bi awayekî ciddî rexne bikin? Reftariya li dijî kurd a dewletên ku kurdan xistine bin nîrê xwe tê famkirin, belam divêt bi baldarî li ser vê mijarê bête rawestîn ku bê hela Demokrasiyên Rojavayê cima li dijî kurd in? Gelo sedemên ku rojavayî (ewropî) ewçend li dijî kurdan e, çi ne? Ez ne bawer im ku pêwendiyeke vê dijberiyê bi komelkujiya ermenan a li sala 1515an ve hebe. Dibe ku hin kes ji kurdan di wê komelkujiyê de tetikçîtiyê kiribin. Û her wiha dibe ku di nav unsûrên ku ji aliye Teşkîlat-i Mahsusa ve hatibin rêxistinkirin de gelek kurd jî hebin, lêbelê ev ne îrade yan jî daxwaza kurdan e. îrade, ya îttîhad we Teraqîyê ye, ya hukûmeta Osmanî ye. Kurd bi tenê tetikçi ne. Heta ku meriv dikare bibêje ku îttîhad we Teraqî û Teşkîlat-i Mahsusa ji bo ku kurdan bikin hevparê tawana xwe halan didan kurdan û wan li hemberî ermenan sor dikir û digot, "Her çawan dibe bila bibe, ger hûn ermenan ji gundên xwe, ji taxên xwe bidûrxînin, hûn wan tüne bikin hingê dê mal û milkê wan, pez û dewarên wan, xanî û dikanên wan ji we re bimînin..." Belam divêt ev bête zanîn ku ev tişt hemû bi îradeya îttîhad we Teraqî û Teşkîlat-i Mahsusa çêdibûn. Dibe ku ev dijberiya rojavayiyan a li hemberî kurdan ji rûyê wê serdegirtina asûrî û suryanan be ku ji aliye Bedirxan Begî ve pêk hatibû. Dema ku Bedirxan Begî di deheyê 1840an de li hember împeretoriya Osmaniyan serî hildabû, hingê ji asûrî-suryaniyên ku li herêma desthilatdariya wî niştecih bûn, ji wan doza bacê kiribû. Wan jî pişta xwe bi rojavayiyan ve girê dabû û vê bacê nedabûn. Di encama vê prosese de bi hezaran asûrî-suryanî telef bûbûn... Meriv dikare vê dijberiya rojavayiyan a li hemberî kurdan ta ji dema seferên xaçparêzan jî bide destpêkirin. Ewê ku peşi li xaçparêzan girt Selaheddînê Eyubî bu. Rojavayî dizanin Selahedînê Eyubî, yê ku xaçparêzan ji ber deriyê Qudsê paş ve vegerand, ew qomutanekî kurd bû. Piştî Mutarekeya Mondrosê (30ê Kewçêra 191 8an) artêşa îngilîz Sûriyeyê dagîr dike. Wê demê jeneral Allenby li Şamê diçe ser gora Selahdînê Eyubî û bi qîrîn dibêje, "Rabe Selahedîn, ev e, em dîsan hatin!" Rafik Scamî, di romana xwe ya bi navê Sineksagan (Kabala Yayınevi, Çev. Saffet Günersel, Mayıs 1999 s.129) de qala vê meseleye dike. Herçendî Rafik Schamî Selahedînê Eyubî wek ku qomutanekî ereb be behsa wî dike jî belam rojavayî dizanin ku ew qomutaneki kurd e. Nizama ku di çarçoveya Cemiyeta Miletan de li Rojhilata Navîn hatiye danîn encameke wisan derxistiye holê: Ji ber ku Kurdistanê bi awayekî mûşterek kontrol dikin, di navbera Brîtanyaya Mezin (li dû wê re Iraq) û Fransa (li dû wê re Suriye) û Tirkiye û îranê de pêwendiyên qewî pêk hatine. Te divê di gelek warên din de ev dewlet li hember hev di nava pevçûnê de bin jî lê dema mesele tê ser meseleya kurdan, bi hev re dikevin nav hevkariyeke gelek qewî. Ev hevkarî, gelek eşkera ye ku li dijî kurd e. Li navenda Rojhilata Navîn istîqrar bi vî awayî hatiye danîn. Lêbelê ev yek jî eşkera ye ku van dîmenên "îstiqrarê" bêistîqrariyekê jî derxistiye holê. Çunke, çi dema ku kurd firsenda xwe dibînin her tim bo bidestxistina mafên xwe û bo azadiya xwe dikevin nav têkoşînê. Ev rewş jî, gelek eşkera ye ku her tim dibe çavkaniya bêistîqrariyê.*
* Birêz îsmaîl Beşîkçî vê gotarê li "Konferansa li Tırkiyi Pirsgirika Kurd, Stenbol, 11-12 Adar 2006" peşkeş kiriye. Wergerandina ji tirkî: Roşan Lezgîn
Kowara BÎR - Hejmar: 4 - Zivistan-Bihar - 2006
(function(d, s, id) { var js, fjs = d.getElementsByTagName(s)[0]; if (d.getElementById(id)) return; js = d.createElement(s); js.id = id; js.src = "//connect.facebook.net/tr_TR/sdk.js#xfbml=1&version=v2.3"; fjs.parentNode.insertBefore(js, fjs);}(document, 'script', 'facebook-jssdk'));
Posted by Teyr on 20 Ocak 2016 Çarşamba
Tirşika HipHopa Kurdî
Peshmerga PDKI
Şev baş :) / good night
wa ye sibehê anîn stêrkên li pişt ewran veşartî ez rabim şeraba mahî birêjim bi ser kulên nûhatî ve ku birîsim kesera derketiyekî
Helbest: Tê li xwe werî xezebê
Ew deqên ji şevtariyên li ser rûyê te hatî nexşandin Di ber herikîna hêviyên te re her bilind dibin Û sibehên te yên ji dûmanê Desten te yên ji xumamê Keleheke ji gunehan dihêlin li dû xwe
Şeytên jî nikare li ber xwe bide Li ber van derewên diçirûsin di eyneya heyî de Hebûn û giyan Çûn û hatin Û ew xewn-koçera bayê bi xwe re anî Ya ji emrê perperokekê naziktir
Werin dibêjim çi mabe ji we re Ji wê talana min bi xwe tenûra wê vêxistî Belkî min ji min re biselihîne Li wareke navnîşana wê bi mij
Gotin û kavil Her yek e ew pêlên har yê di pertûkê de Tu jî nîn bî ey dilê bi hêminî berê xwe fireh Şûn-piyê xwe kûr dike Ma çi dimîne li vî bajarê kerr û lal Ji destbirakên êşê re
Bi spêdeya rengkesk re Dê her tişt aşkere bibe teqez Ew deftera razên te lê hatî bi cih kirin Ew xameyên te navê wan ji bîr kir
Paşê tê li xwe weri xezebê bi gunehan
Berken Bereh
Çîrok: Dendikê Zebeşa
Dilgeş ji derve nû hatibû malê. Li zanîngehê îro pirr westiyabû. Ji xwe re çayê çêkiribû û rojname dixwend. Bi dengê telefonê rojnamê danî û telefon vekir: "Elo" "EloiDilgeş, roja te bixêr lawê min. Çawa yî?" "Baş im dayê sax bî. Tu çawa yî,başî?" "Ka başî ji me re heye lawê min.Tu li ciyê dûr î, ne li hinda me yî." "Çi bikim dayê heta zanîngeh biqede mecbûr im li vê derê bimînim. Bavê min çawa ye?"
"Baş e ew jî wa ye li malê ye rûniştîye. Silavan dike." "Ser çavan. Tu jî silavan lê bike." "Dilgeş, do me ji te re dendikên zebeşan şandin. îro here ji termînalê bigre." "Sax bî dayê. Ez vaye derkevim dê herim bigrim." "Lawê min li xwe miqate be li wan deran. Te nan xwar?" "Erê dayê meraq neke. Ez ne biçûk im." "Dengê kilamên Kurdî zêde veneke lawê min. Ciyê xerîb e, meriv nizane çi dibe, çi nabe..." Temam dayê. Bû sed caran dibêjî. Dengê kilamên Kurdî pirr venakim." "Eger kêmasiyeke te hebe ji me re bêje lawê min. Li xwe muqate be." "Saxbî dayê. Kêmasiyeke min tune ye niha. Jixwe ezê du meh şûnde werim Diyarbekirê. Bimînin di xweşiyê de." "Tu jî lawê min. Bi xatirê te." "Oxirbe."
Dilgeş ji malê derket û çû termînalê. Dendikên zebeşan girt û dîsa da rê ji bo vegere malê. Sê sal berê bû.. Wextê nû hatibû vî bajarî, ji gelek dikanan pirsîbû lê li tu ciyî dendikên zebeşan peyda nekiribû. Jixwe nizanibûn dendikên zebeşan çi ne jî. Tew li hinek dikanan gotibûn: "Ma dendikên zebeşan tên xwarinê?" Ji wê rojê şûnde dê û bavê wî ji Diyarbekirê jê re dendikên zebeşan dişandin. Dendikên zebeşan ji Diyarbekirê derdiketin û berê xwe didan vî bajarê ku li rojavayê Tirkiyê ye. Li tûrikê ku dendikên zebeşan tê de ye mêze kir û keniya. Li papûra herîmezin ya bajêr, hêdî hêdî dimeşiya ji xwe re. Ji dûr ve dengê qerebalixekê hat guhên wî. Wextê nêz hatin, dît ku qerebalixê meytê leşkerekî Tirk dabûn ser milên xwe û dimeşiyan. Di şer de dîsa xortek hatibû kuştin. Nîvê bajêr hatibû cenazê. Hinekên di nav qerebalixê de slogan diqîriyan, hinek ji wan jî çêrî Kurdan dikirin. Di rojên weha de tirsek têdiket nav dilê Dilgeş. Digot qey ewê qerebalix fam bike ku ew Kurd e û ewê êrîşî wî bikin. Heta qerebalix derbas bû Dilgeş xwe da aliyekî. Piştî qerebalix derbas bû ew dîsa ket ser rêya xwe û meşiya. Lê meytê leşker ji bîra wî nediçû. Belkî jî qansî wî bû, hîn xortekî 20 salî bû belkî. Xwedê zane dê û bavê wî wê çend sal şîna wî bigirin, wê çend sal li dû wî bigirîn... Li ser rê parqeke biçûk hebû. Çû li bin darekê rûnişt. Gava çavên wî li dendikên zebeşan ketin xemgîniya wî hinek belav bû. Ji nişka ve zengilê telefona wî lêket. Gava li ser telefonê navê Ferat dît rûyê wî keniya. Ji Diyarbekirê hevalê wî yê Ferat lê digeriya: "Elo! "Elo, Dilgeş merheba ji te re." "Merheba Ferat çawa yî? "Sax bî Dilgeş tu çawa yî, çi dikî?" "Li derve me. Diçûm malê. Tu çi dikî?" "Em jî li derve ne. Li Parqa Koşiyoliyê em rûniştine û bi hevalan re çayê vedixwin. Me got xwezî niha Dilgeş jî li hinda me bûya." "Hûn ji dêlva min re jî çayekê vexwin. Wextê ez werim emê bi hev re vexwin." "Tu yê kengî werî? Diyarbekirê pirr bêriya te kiriye." "Du meh şûnde ezê werim. Hûn j'i vê derê tiştekî dixwazin?" "Na Dilgeş tu were bes e ji me re. Heval giş ji te re silavan dikin." "Serçavan. Tu jî li hevalan û li Diyarbekirê silavan bike." "Serçavê min. Li xwe muqate be. Bi xatirê te." "Oxir be." Dilgeş bi xemgînî telefon girt. Bêriya hevalên xwe kiribû, bêriya Parqa Koşiyoliyê kiribû, bêriya Bedenên Diyarbekirê kiribû, bêriya malê kiribû... Sê sal e li vî bajarî bû lê hîn ji neelimîbû vî bajarî. Te digot qey hîn li Diyarbekirê ye her şev di televîzyonê de li rewşa hewaya Diyarbekirê dinêrî. Li vî bajarê ku lê dixwend berf bibariya, baran bibariya, kevir bibariya jî ne xema wî bû. Lê li Diyarbekirê wê germahiya hewayê çend derece be roj bi roj dizanibû. Dîwarên oda wî bi wêneyên Diyarbekirê xemilandî bûn. Bircên Diyarbekirê, Mizgefta Mezin, Çiyayê Çilsiwaran li vî bajarê xerîb jî ew bi tenê nehîştibû. Bilêta xwe çend mehberê digirt û roja ezmûnên wî biqediya qet nedisekinî. Balafir gava digihîşt ser Diyarbekirê, te digot qey cara ewilî Diyarbekirê dibîne, ji paceya balafirê bi kêf û meraq li Diyarbekirê mêze dikir. Di çûyinê de jî gava balafir ji Diyarbekirê radibû, te digot qey wê êdî tu car Diyarbekirê nebîne, bi xemgînî li Diyarbekirê mêze dikir. Şêst û du roj mabûn. Şêst û du roj şûnde ewê biçûya Diyarbekirê... Şêst û du roj. Şêst û du caran wê roj ji paş çiyayan hilbihata... Ma şêst û du roj wê çawa biqediya... Bi xemgînî rabû ku here malê zengilê telefona wî dîsa lêket. Nimra ku di telefonê de xuya dikir nenas bû. Bi meraq telefon vekir: "Elo!" "Birêz Dilgeş?" "Belê, ez im." "Ez ji Diyarbekirê digerim. Sê meh berê me pêşbaziya çîrokên Kurdî li derxistibû. Encama wê eşkere bû. Çîroka we bû yekemîn. Ez we pîroz dikim." Dilgeş şaş mabû. Nizanibû wê çi bigota... "Elo... Birêz Dilgeş gelo hûn dengê min dibihîzin?" "Belê belê dengê we tê." "Du hefte şûnde emê ji bo xelatê civînekê çêkin. Ku hûn jî beşdar bibin emê gelek kêfxweş bibin. Bimînin di xweşiyê de, bi xatirê we.." Dilgeş telefon girt. Ji kêfê nizanibû wê çi bikira. Dikeniya û li derdora xwe mêze dikir. Yekê ew wisa bidîta ku bi tenê dikene û li dora xwe dinêre, wê bigota qey ev dîn e. Lê ji nişka ve kena li ser rûyê wî wenda bû, xemgînî hat di dilê wîde rûnişt. Hat bîra wî ku ji bo kêfxweşiya xwe pêre parve bike, li vî bajarê xerîb tu kes tunebû. Tu kes tunebû ku jê re bibêje: "Ez di pêşbaziya çîrokên Kurdî de bûme yekemîn." Dev ji çîrokên Kurdî berde gava bi telefonê bi dê û bavê xwe re bi Kurdî diaxivî bi çavên dijminan li wî dinêrîn. Tu kesê ku li vî bajarî ew pîroz bikira tune bû. Li hevalên xwe yên Diyarbekirê fikirî. Eger niha li Diyarbekirê bûya wê hevalên wî ji bo vê pêşbaziyê pê re kêf bikirana. Ewê bi hev re qala çîrokê bikirana, ewê bi hev re ew pîroz bikirana. Sê sal e, li vî bajarî bû lê tu car mîna îro xemgîn nebibû. Li derve bi sedan însan digeriyan, dimeşiyan lê haya tu kesî jê tunebû ku ew di pêşbaziyê de bûye yekemîn. Kurdî nivîsandin, bi Kurdî xwendin ji bo Dilgeş tiştekî pirr xweş bû û tiştek bi qîmet bû. Ji ber ku bi Kurdî dinivîsî hevalên wî yên Diyarbekirê pirr qîmet û rûmet didan wî. Lê Kurd bûn, nivîsandina Kurdî, axaftina Kurdî li vî bajarê ku li rojavayê Tirkiyê ji bilî dijminatiyê tiştekî din nebû. Bi vê telefonê careke din jî fam kir ku li xerîbiyê ye û bi tenê ye. Bi hêviya ku yekî nas bibîne li dora xwe mêze kir. Lê her tiştên vî bajarî xerîb bûn. Mirovên wî, çûkên wî, kûçikên wî, darên wî, kevirên wî...
Çavên wî li dendikên zebeşan ketin. Li vî bajarê xerîb tiştê ku herî nas û herî Kurd ev dendikên zebeşan bûn. Wekî ku bi xezineyeke giranbuha girtibe, tûrikê dendikên zebeşan hilda û rabû. Bi çavên şil li çiyayên dora bajêr mêze kir. Ji paş çiyayên bilind, ji bajarekî gelek dûr dengê straneke bi zimanekî qedexe dihat guhên wî: Rabe lawo em herin welatê xwe Cîh û meskenê cem bav û kalên xwe...
Mûrad Dildar
Nûbihar / 115
Kurdish Fighters YPG ✌️