Dilgeş ji derve nû hatibû malê. Li zanîngehê îro pirr westiyabû. Ji xwe re çayê çêkiribû û rojname dixwend. Bi dengê telefonê rojnamê danî û telefon vekir:
"Elo"
"EloiDilgeş, roja te bixêr lawê min. Çawa yî?"
"Baş im dayê sax bî. Tu çawa yî,başî?"
"Ka başî ji me re heye lawê min.Tu li ciyê dûr î, ne li hinda me yî."
"Çi bikim dayê heta zanîngeh biqede mecbûr im li vê derê bimînim. Bavê min çawa ye?"
"Baş e ew jî wa ye li malê ye rûniştîye. Silavan dike."
"Ser çavan. Tu jî silavan lê bike."
"Dilgeş, do me ji te re dendikên zebeşan şandin. îro here ji termînalê bigre."
"Sax bî dayê. Ez vaye derkevim dê herim bigrim."
"Lawê min li xwe miqate be li wan deran. Te nan xwar?"
"Erê dayê meraq neke. Ez ne biçûk im."
"Dengê kilamên Kurdî zêde veneke lawê min. Ciyê xerîb e, meriv nizane çi dibe, çi nabe..."
Temam dayê. Bû sed caran dibêjî. Dengê kilamên Kurdî pirr venakim."
"Eger kêmasiyeke te hebe ji me re bêje lawê min. Li xwe muqate be."
"Saxbî dayê. Kêmasiyeke min tune ye niha. Jixwe ezê du meh şûnde werim Diyarbekirê. Bimînin di xweşiyê de."
"Tu jî lawê min. Bi xatirê te."
"Oxirbe."
Dilgeş ji malê derket û çû termînalê. Dendikên zebeşan girt û dîsa da rê ji bo vegere malê. Sê sal berê bû.. Wextê nû hatibû vî bajarî, ji gelek dikanan pirsîbû lê li tu ciyî dendikên zebeşan peyda nekiribû. Jixwe nizanibûn dendikên zebeşan çi ne jî. Tew li hinek dikanan gotibûn: "Ma dendikên zebeşan tên xwarinê?" Ji wê rojê şûnde dê û bavê wî ji Diyarbekirê jê re dendikên zebeşan dişandin. Dendikên zebeşan ji Diyarbekirê derdiketin û berê xwe didan vî bajarê ku li rojavayê Tirkiyê ye. Li tûrikê ku dendikên zebeşan tê de ye mêze kir û keniya. Li papûra herîmezin ya bajêr, hêdî hêdî dimeşiya ji xwe re. Ji dûr ve dengê qerebalixekê hat guhên wî. Wextê nêz hatin, dît ku qerebalixê meytê leşkerekî Tirk dabûn ser milên xwe û dimeşiyan. Di şer de dîsa xortek hatibû kuştin. Nîvê bajêr hatibû cenazê. Hinekên di nav qerebalixê de slogan diqîriyan, hinek ji wan jî çêrî Kurdan dikirin. Di rojên weha de tirsek têdiket nav dilê Dilgeş. Digot qey ewê qerebalix fam bike ku ew Kurd
e û ewê êrîşî wî bikin. Heta qerebalix derbas bû Dilgeş xwe da aliyekî. Piştî qerebalix derbas bû ew dîsa ket ser rêya xwe û meşiya. Lê meytê leşker ji bîra wî nediçû. Belkî jî qansî wî bû, hîn xortekî 20 salî bû belkî. Xwedê zane dê û bavê wî wê çend sal şîna wî bigirin, wê çend sal li dû wî bigirîn... Li ser rê parqeke biçûk hebû. Çû li bin darekê rûnişt. Gava çavên wî li dendikên zebeşan ketin xemgîniya wî hinek belav bû. Ji nişka ve zengilê telefona wî lêket. Gava li ser telefonê navê Ferat dît rûyê wî keniya. Ji Diyarbekirê hevalê wî yê Ferat lê digeriya:
"Elo!
"Elo, Dilgeş merheba ji te re."
"Merheba Ferat çawa yî?
"Sax bî Dilgeş tu çawa yî, çi dikî?"
"Li derve me. Diçûm malê. Tu çi dikî?"
"Em jî li derve ne. Li Parqa Koşiyoliyê em rûniştine û bi hevalan re çayê vedixwin. Me got xwezî niha Dilgeş jî li hinda me bûya."
"Hûn ji dêlva min re jî çayekê vexwin. Wextê ez werim emê bi hev re vexwin."
"Tu yê kengî werî? Diyarbekirê pirr bêriya te kiriye."
"Du meh şûnde ezê werim. Hûn j'i vê derê tiştekî dixwazin?"
"Na Dilgeş tu were bes e ji me re. Heval giş ji te re silavan dikin."
"Serçavan. Tu jî li hevalan û li Diyarbekirê silavan bike."
"Serçavê min. Li xwe muqate be. Bi xatirê te."
"Oxir be."
Dilgeş bi xemgînî telefon girt. Bêriya hevalên xwe kiribû, bêriya Parqa Koşiyoliyê kiribû, bêriya Bedenên Diyarbekirê kiribû, bêriya malê kiribû...
Sê sal e li vî bajarî bû lê hîn ji neelimîbû vî bajarî. Te digot qey hîn li Diyarbekirê ye her şev di televîzyonê de li rewşa hewaya Diyarbekirê dinêrî. Li vî bajarê ku lê dixwend berf bibariya, baran bibariya, kevir bibariya jî ne xema wî bû. Lê li Diyarbekirê wê germahiya hewayê çend derece be roj bi roj dizanibû. Dîwarên oda wî bi wêneyên Diyarbekirê xemilandî bûn. Bircên Diyarbekirê, Mizgefta Mezin, Çiyayê Çilsiwaran li vî bajarê xerîb jî ew bi tenê nehîştibû. Bilêta xwe çend mehberê digirt û roja ezmûnên wî biqediya qet nedisekinî. Balafir gava digihîşt ser Diyarbekirê, te
digot qey cara ewilî Diyarbekirê dibîne, ji paceya balafirê bi kêf û meraq li Diyarbekirê mêze dikir. Di çûyinê de jî gava balafir ji Diyarbekirê radibû, te digot qey wê êdî tu car Diyarbekirê nebîne, bi xemgînî li Diyarbekirê mêze dikir.
Şêst û du roj mabûn. Şêst û du roj şûnde ewê biçûya Diyarbekirê...
Şêst û du roj.
Şêst û du caran wê roj ji paş çiyayan hilbihata... Ma şêst û du roj wê çawa biqediya... Bi xemgînî rabû ku here malê zengilê telefona wî dîsa lêket. Nimra ku di telefonê de xuya dikir nenas bû. Bi meraq telefon vekir:
"Elo!"
"Birêz Dilgeş?"
"Belê, ez im."
"Ez ji Diyarbekirê digerim. Sê meh berê me pêşbaziya çîrokên Kurdî li derxistibû. Encama wê eşkere bû. Çîroka we bû yekemîn. Ez we pîroz dikim."
Dilgeş şaş mabû. Nizanibû wê çi bigota...
"Elo... Birêz Dilgeş gelo hûn dengê min dibihîzin?"
"Belê belê dengê we tê."
"Du hefte şûnde emê ji bo xelatê civînekê çêkin. Ku hûn jî beşdar bibin emê gelek kêfxweş bibin. Bimînin di xweşiyê de, bi xatirê we.."
Dilgeş telefon girt. Ji kêfê nizanibû wê çi bikira. Dikeniya û li derdora xwe mêze dikir. Yekê ew wisa bidîta ku bi tenê dikene û li dora xwe dinêre, wê bigota qey ev dîn e. Lê ji nişka ve kena li ser rûyê wî wenda bû, xemgînî hat di dilê wîde rûnişt. Hat bîra wî ku ji bo kêfxweşiya xwe pêre parve bike, li vî bajarê xerîb tu kes tunebû. Tu kes tunebû ku jê re bibêje:
"Ez di pêşbaziya çîrokên Kurdî de bûme yekemîn."
Dev ji çîrokên Kurdî berde gava bi telefonê bi dê û bavê xwe re bi Kurdî diaxivî bi çavên dijminan li wî dinêrîn. Tu kesê ku li vî bajarî ew pîroz bikira tune bû. Li hevalên xwe yên Diyarbekirê fikirî. Eger niha li Diyarbekirê bûya wê hevalên wî ji bo vê pêşbaziyê pê re kêf bikirana. Ewê bi hev re qala çîrokê bikirana, ewê bi hev re ew pîroz bikirana. Sê sal e, li vî bajarî bû lê tu car mîna îro xemgîn nebibû. Li derve bi sedan însan digeriyan, dimeşiyan lê haya tu kesî jê tunebû ku ew di pêşbaziyê de bûye yekemîn.
Kurdî nivîsandin, bi Kurdî xwendin ji bo Dilgeş tiştekî pirr xweş bû û tiştek bi qîmet bû. Ji ber ku bi Kurdî dinivîsî hevalên wî yên Diyarbekirê pirr qîmet û rûmet didan wî. Lê Kurd bûn, nivîsandina Kurdî, axaftina Kurdî li vî bajarê ku li rojavayê Tirkiyê ji bilî dijminatiyê tiştekî din nebû. Bi vê telefonê careke din jî fam kir ku li xerîbiyê ye û bi tenê ye. Bi hêviya ku yekî nas bibîne li dora xwe mêze kir. Lê her tiştên vî bajarî xerîb bûn. Mirovên wî, çûkên wî, kûçikên wî, darên wî, kevirên wî...
Çavên wî li dendikên zebeşan ketin. Li vî bajarê xerîb tiştê ku herî nas û herî Kurd ev dendikên zebeşan bûn. Wekî ku bi xezineyeke giranbuha girtibe, tûrikê dendikên zebeşan hilda û rabû. Bi çavên şil li çiyayên dora bajêr mêze kir. Ji paş çiyayên bilind, ji bajarekî gelek dûr dengê straneke bi zimanekî qedexe dihat guhên wî:
Rabe lawo em herin welatê xwe
Cîh û meskenê cem bav û kalên xwe...