Bonjour à tout ce qui est beau🪴
Mirov ji siyasetê mezintir e û civakeke ku tenê bi siyasetê nefesê bistîne, di dawiyê de ji hundir ve dixetime.
Di nav Kurdan de, bi taybetî gava mirov nû hev nas dikin, heke kesek ji siyasetê fêm neke yan jî xwe jê dûr bixe, zû pê re dibêjin "nezan" an jî "cahil". Ev helwest ne tenê tiştekî şexsî ye; ev yek ji ber dîroka me, ji ber bîra me ya kolektîf û ji ber parastina nasnameya me tê. Ji bo gelek Kurdên ku bi salan e di bin zextên siyasî û polîtîkayên înkarê de mezin bûne, siyaset êdî ne tenê qadeke eleqeyê ye; ew dibe parçeyek ji jiyana rojane, ji ewlehiyê û ji parastina mafan. Di nav me de zanîna siyasî, ji mereqeke entelektûel zêdetir, wekî hişmendiya man û nemanê tê dîtin. Ji ber wê, kesê ku siyasetê nizane ne tenê wekî "ne eleqedar", wekî kesekî bêhiş an jî bêhesiyar tê dîtin. Lewra di hişê civakê de, hişmendiya polîtîk berdewamiya parastina me ya hevpar e.
Ev rewş di heman demê de bi meseleya aîdiyetê re jî girêdayî ye. Heke di nav civakekê de hişmendiya polîtîk wekî nirxekî pir bilind hatibe qebûlkirin, dûrbûna ji vî nirxî wekî qutbûna ji civakê tê şîrovekirin. Li vir zanîna polîtîk ne tenê agahî ye, ew dibe nîşaneya dilsoziya bi gel re. Ji ber wê, gava jê re dibêjin "cahil", ev ne ji ber kêm-aqiliyê ye, ev encama vê azmûna aîdiyetê ye. Mirovên ku di nav jîngeheke her tim polîtîk de mezin bûne, siyasetê wekî agahiya herî bingehîn a jiyanê dibînin. Berevajî civakên ku serê xwe bi werzîşê an çanda popûler ve mijûl dikin, di nav Kurdan de heke siyaset di navenda sohbetan de be, nenasîna wê wekî xerîbbûna ji rastiya jiyanê tê dîtin.
Lê belê xaleke girîng heye: Nekirina analîzên polîtîk nayê wê wateyê ku kapasîteya hişê wî kesî kêm e. Aqilê mirov pirhêlî ye; dibe ku kesek di hunerê de, di zanistê de an jî di karê xwe de pir kûr be, lê nexwaze bikeve nav nîqaşên siyasî. Divê ev tercîh nebe hinceta binavkirina "nezaniyê". Her wiha, di civakên ku demeke dirêj mexdûr bûne de, hişmendiya polîtîk carinan dibe nîşaneya serdestiyeke moral. Nêrîna "me êş kişandiye, em rastiyê dizanin" carinan dibe sedema hişkahiya entelektûel. Gava her kes mecbûr be bibe polîtîk, qada azadiya kesane teng dibe û mirov li şûna ku bi kûrahî bifikirin, tenê di asta sloganan de ramanan dibêjin.
Lê divê em vê jî bizanibin ku carinan apolîtîk man an jî dûrmayîna ji siyasetê ne nezanîn e, cureyekî parastina psîkolojîk e. Jiyîna di nav tengezarî û stresê de mirov diwestîne û carinan mirov dixwaze hinekî raweste. Wekî encam, meyla lêdana mora "nezaniyê" li kesên ku siyasetê nizanin, piranî ji ber bîra dîrokî û parastina nasnameyê ye. Belê, hişmendiya siyasî pir hêja ye, lê pîvandina nirxê mirov tenê li ser siyasetê ne tiştekî rast e. Divê em nirxê mirov di zemînekî pir berfireh de binirxînin.