Çend demên xweşbûn ew zivistana sar, wek di çûkên li germê bigerin me xwe zêdetir avêtibû nav sermaya Kurdistanê. Nizam, belkî me dixwest bi germiya laşên hev em xwe germ bikin. Ji bo me germ jî bû. Tê hişê te xwediyê otêlê hêngiya sar bû bi erebeya xwe me biribû qeraca erebeyan û gotibû çi karê we heye di vê sar û seqema har de li vê bajarê bakur. Min zêdetir xwe bi te ve zeliqandibû. Nehe jî tu tena serê xwe yî li wir.
Min çend bêriya te kiriye. Ev hefteyeke tu çûyî lê ji min re çiqas dirêj tê. Hê bêhna te ji malê difûre. Dema ji kar têm malê çavên min li te digerin lê tu tuneyî. Erê ez wiha kurt kurt dibêm lê wek şair gotî “çûyîn çi peyveke dirêj e.”
Ev du roj in ez ji malê derneketime û romana Jan Dost ku ji bo te îmze kiribû dixwinînim. Min qedand. Ji xwe hindê germ e meriv qet nikare serê xwe ji qula xwe derxîne. Destpêka romanê gelek baş dest pê dike. Lehengên romanê bi devoka Kobanî diaxivin û her çiqas dûrê axaftina me be jî gelek xweş diherike. Ez ji te re hinek behsa romanê bikim, dema tu vegeriyayî tu jî bixwîne.
Ha di serî de ji te re bibêjim tam bist û du car peyva “payîz” di romanê de derbas dibe :)
Malbata Hemziravê Mihacir ku ji Qersê ji ber şerê Osmanî û Ûrisan mişextiyê Eleyzê dibe û li wir jî bi serhildana Şêx Seîd re bajar dixin destê xwe li wir bi du xwişk û diya xwe re bi cîh dibin. Bi têkçûna serîhildanê re fermana serê wan tê rakirin û bi neçarî malbata xwe li piş xwe dihêle wek serhildêrê din derbasê binxetê dibe. Bi hatina Hemziravê Mihacir heta salên du hezar û donzdehan nivîskar hêdî hêdî ji me re paşdîroka bajarê Kobanî vedibêje.
Hemziravê Mihacir li Kobaniyê dibe xwedî mal û milk û rewşa wî ya aborî baş dibe. Bi keçeke Berazî re dizewice û kurekî wî bi navê Mislim dibe. Ji xwe em di tevayiya romanê de serpêhatiyên malbata Mislimê kurê Hemziravê Mihacir dibînin. Hemzirav piştî ku li Kobanî bi cîh dibe û dibe xwedî zar û mal bi hesreta diya xwe berê xwe dide Serxetê. Ev jî texmînê devûdorê salên hezar û nehsid û pêncî ne. Di vê rêwitiyê de her ji me re behsa ziman dike ku piraniya şêniyên Bakur bi tirkî diaxivin lê em wisa dizanin di wan salan de tiştek wanî nebû, xwiyaye ku nivîskar ji roja me li wê demê nihêriye. Hele kesên Hemziravê Mihacir bi wan re têkilî datîne bi ser emrek re ne ev qet ne pêkan e, ji xwe di wan salan de kesên di ser emrê çilî de bi tirkî nizanibûn. (bnr: ay em çûn Diyarbekir zarok bi tevayî tirkî diaxivin.)
Tiştek din a balkêş û di serê min de rûnenişt ew bû ku nasên Hemziravê Mihacir xwedî lê dernakevin lê çend sal şûn de dema kurê wî Mislim dixwaze bizewice diçe keçek nasê xwe ji Serxetê ji xwe re tîne! Ha dibe ku em wê wek bi mal û milkbûna Mislim be girê bidin, nizanim!
Di romanê de gelek cihan de rastlêhatin hene, wek romanên wî yên din. Mesela di vê romanê de piranî di navan de ev heye. Navên ku li perçeyek din ên Kurdistanê tên zanîn Jan Dost li perçeyek din li lehengê xwe dike. Mesela hezkiriyê Xecêya Hemzirav “Amed”. Her wiha di beşa şerê Kobanî de gerîlayên ku her yek ji perçeyek hatî. Ziyadê DAEŞ'î ku li Tetawînê Mihemed Salihê Hec Mislimê Hemzirav dinase û di dema şerê Kobanî de bi tesadûfî rastê mala wî tê. (bnr: romana Mijabad, Badînê Amedî, tebaqa titûnê)
Çend cihan de karîkatûrîze hatî kirin û ev hinek romanê qels dike an em bibêjin bi min xweş nayê. Karîkatûrîzekirin bi piranî di mijarên perwerdehiya leşkerî ya gerîlayan de derdikeve pêş. Ser meselê rûpela 148an û çend cihên din.
Di qaseta Metînê gerîla ku kurê Hec Mislimê Hemzirav e ji malbata xwe re dişîne de hin tevliheviya axaftinê derdikeve. Di hin beşan de wek Kobanîkî diaxive paşê wek “kurmancîkî standart”. Heman tişt di nameyên Biharê keça Mislimê Hemzirav ku ji hezkiriyê xwe Mîran re dişîne de jî derdikeve pêş.
Bi min tişta di romanê de herî serkeftî hatî hûnandin ew e ku Dost kesayeteke daye bajarê Kobanî Mihila Seyda, her wiha her malek û zikakek bajêr. Ew tevî wek kesek diêşên, derd dikşînin û heyata xwe derbas dikin. Ji xwe di romanê de M ya mihelê mezin hatî nivisandin. Ji min re wisa hat ku ez beriya şer bi vê romana Jan Dost biçûma Kobaniyê bêyî min ji yekî bipirsiya rêya her malê di mehelê de bikariba bidîta.
Bi taybetî dema kesek ciwan ji xwe xêr nedîtibe, di emrê ciwan de miribe vegotina Jan Dost dişibe helbesta wî ya bi navê Serbazo. Heman peyv, heman gotin.
Di hêla vebêjer de wek nelihevkirinek hebe. Vebêjer geh dibe zarek ji zarê Mislimê Hemzirav geh dibe kesek din. Ev mesela tam di serê min de rûnenişt. Belkî piştî tu bixwînî û min jî li ber xî, he te got çi!
Beşa Selfie tam rûneniştî. Nizam, belkî jî ji ber ku wan rojan em wek li ser diriyê bin, tebata me ji ber Kobanî nebû ji min re xweş nehat. Temam, bajar bajarê zarokatiya Dost e lê Bakurî jî têra dilê xwe pê êşiyan û tu bakurî IŞÎD'ê re nabê “Isis”
Û wek dawî di romanê de gelek şaşiyên redekteyê heye. Neynik û bêhnok şiqitîne. Tîpên yekem ên hevokan û navên taybet piçûk hatine nivisandin.
Roman xweş e lê min tiştek baştir hêvî dikir. Ji ber ez di Facebookê de Jan Dost dişopînim ji xwe min ve romanê ji şandiyên wî xwendibû. Çend nîqaşên xwe yên di rojavê de jî ketiye nav romanê. (wek mesela telîfa strana dabû Gulistan Perwer) Temeke belgeromanê jê tê.
Neyse ji xwe min têra xwe spolier da te, ka tu jî bixwîne em dîsa li ser biaxivin.
Bi hesreta (ne xesreta) çavên te yên şil.
Kodnav: peyva payîzê ku bîst û du car di romana Kobanî de derbas dibe.